sawa xilasbûna ji tirsa bê wate min dixe nav pêçeka kul û derdan çarîna qirnê roj bi roj tije dibe ji keserên ku demê li paş xwe dihêlin li nav jiyana berbang vemirî wek glokên berfê ku piştî bayê bihev ve dibin li ser çiyayên roj li wan venamire bi gewrebûn û şida glokên qesas mîna tîpên bircên qewîn û …
Tîrmeh, 2018
Hezîran, 2018
-
30 Hezîran
tîrşemalî
jiyan li ser kêlikên bizmarî min diêşîne biyan dimînim li warên bênav û nedîtî dîmenên çavên bêsiûd hêsirên ava te dibarînin ji kurahiya ramanên dildar beramberî hesudên ez pêçame lê ez çiqas ji te dûr bim jî tu min dibî bal xwe lewre êşa min ji keserên rabirdûyên nêz ve diherike ber bi hembêza te ya tîrşemalî ve… …
-
25 Hezîran
coşîbayek
te ez hiştim bê war bê hêlîn û bê dar te xwe dûr kir ji min ez mam bê gul li vir tu bê dûr im jî yar ku dihele ev dar dibe benîşt ev can li ser pêsîra ji pembû her ku newq tê pêçan sermest dibim ez yar zuka neçe ji vir da nebe ev jîn …
-
16 Hezîran
hêvî
jiyan ramûsanek bû ji axa evînê geh dibû balîf ji bejna westiyayî re geh jî dibû mijokê te bo ava sor bimije bera didan dûr dikirin dûr dixistin û digotin cehnema te ew neçû ma netirsiya nêz bû her ku xwe diparast dibû afirînerê jiyanê bo te lê bêyî te 29 Rêbendan 2001 Salih Turan Dayik Bê Roj in Weşanên …
-
15 Hezîran
teyrê baskşikestî
ez teyrekî bê bask im li çi digerim nizanim kerî çûye mame li vir bê xwedî me dinalim çi teyrekî bê çar im hew difirim bi jan im li nav hêlînekê bi tenê bendewarê heval im perkê min yek şikestî her du çav man bê hêvî ne dipirse li min kesek li holê me wek cendek çima …
-
10 Hezîran
bê çarenûs
ez di dafika evîna bêsiûd de, tu jî di keştiya deryayên biyan de em ketine parastina zindiyên hundirê xwe em her du jî mîna ferşên ji ezmên bi şideke nayê pîvan di ser xwedayên derewîn de diweşîn in em dibin neteweyên bêmiraz di sersalên ku keda mirovan li nav şahiyên bi berdêla xwînmijiyê têne qurupandin de yek ji me dikeve …
-
5 Hezîran
Ronahî
germ dibe laşêm ji awirên bê rehm pelên min diweşin di van rojên giyanewer de bêyî xwesteka dil lê min bi vîn ronahî diafirand 7 Adar 2001 Salih Turan Dayik Bê Roj in Weşanên Noş Hezîran 2014
-
1 Hezîran
Ji Rojînê albûmek nû: Rojîn 2018
Hunermenda Kurd Rojîn albûma xwe ya 7emîn bi navê “Rojîn 2018” derxist. Albûma Rojîn a nû ji şirketa wê ya muzikê RBI di 19ê Gulanê 2018an de derket. Rojîn derbarê albûma xwe de ji Rûdawê re wiha got: “Di albûma min a nû de 9 stran hene. Yek stran zazakî ye û stranên din jî bi kurdî û tirkî ne. …
Gulan, 2018
-
31 Gulan
Ji Gencineya Kultûra Kurdên Serhedê Berhemeke Nû: Dendo
Nîhat Önerê ku ev bi salane li Serhedê karê berhavkarîyê dike, pirtûka xwe ya çîrokan ya duyemîn derxist. Nîhat Öner bi qasî 15 salane li Serhedê gund bi gund digere û çîrok, metelok, biwêj û gotinên pêşîyan berhev dike û çanda Kurdan a devkî ya dewlemend ji wundabûnê xelas dike. Öner cara yekemîn di sala 2016an da pirtûka xwe ya …
-
30 Gulan
Tîna heyva te
ji keviyan wer dibim pişt li erdê diwestim kêlînan diramim bi libasên spî, perikên pûşî, nêz xwedayan bi ser ewran de difirim çaxê bi hiş ve têm rût im, baskên min diweşin ezman sayî, stêrk çilmisî, xew herimî… vedigerim li xwe tu nîn î, ez winda wek brîna bê hekîm rojên dawî dijmêrim ji kerba bidestxistinên …