Huner mîna darê ye û her dem bi koka xwe ve girêdayî ye û rehên xwe ber dide axa xwe û şaxên xwe li ezmanê jiyanê dirêj dike. Wisa hunermend Ferîdun Ehbab hezkirina xwe ji warê xwe re tîne ziman: bajarê Amûdê ku li paxila deşta Mêrdînê radizê. Ferîdun li bajarê Amûdê ji dayik bûye û li wir mezin bûye …
Tebax, 2018
Tîrmeh, 2018
-
30 Tîrmeh
sorşilî
jîn im bihar im jan im dizar im çem im bê av im nexş im bê tav im ewrên reş tarî dil lihevketî lehî tên lehî dibin birûsk tên beyar namîne lê bê evîn e axa sorşilî bê bexte li wir derz dibe berxêm lewma bi xem im têve diçin xwar bi potên spî ne ku xeyal e mija hişê …
-
30 Tîrmeh
Mûzîkjenê cîhanî Xenî Mîrzo: Mûzîka Kurdî di xwîna min de ye
Mûzîkjenê Kurd yê cîhanî Xenî Mîrzo serdana Rojavayê Kurdistanê dike, Mûzîkjen Mîrzo bi afirandina mûzîkeke taybet bi xwe nas kiriye, ku mûzîka Kurdî tev li ya filamêngo dike, di dema bê de jî ji bo alîkariya hunermendên deverê dê kar bike. Ji nava belengazî û civakeke feqîr ji beriya 25 salan ve mûzîkjenê Kurd yê cîhanî Xenî Mîrzo berî da …
-
25 Tîrmeh
hestên qefaltî
zuha bûm ez ji derdê te kole me bo dîtina te tî mame li vir ji tîna te de were jiyan nabe bê te çav xulmaş bûn li riya te ger tu neyê dimirim bo te heta kengê silûk bo te nebînim bê ronahî roj te Adar 1999 Salih Turan Dayik Bê Roj in Weşanên Noş Hezîran 2014
-
20 Tîrmeh
Bi Bîr Tê
dûyê cixareya min hilmek ji kesera te wê rûdêna zêrîn ji asîmanê heftan bi kenekî zarokane ji nav xewnên vejane hildigire û tîne li ber dilê bêzar datîne ji dana rojê tîrêjek berxudarî ji tenêtiya ne tenê re dibe hevalek mayînde û naxwaze bi vemirîna cixareyê re çavên ku li xêzên dûyê aliqîne ji hilma tîna te ya giyanewer …
-
19 Tîrmeh
Şêrgo Deqorî: Kelepora Kurdî ji Muzîka Kurdî re Kanîyeke Zengîn E
Hezkirina war tiştekî xuristî ye bi mirovan re çêdibe û di dilê wan de şîn dibe, êja heger hunermend be bi hestekî nazik û tenik ew hezkirinê tîne ziman. Awazdaner Şêrgo Deqorî yek ji wan kesa ye, ku bi biryar û dilsozî vegeriya bajarokê xwe Amûdê, piştî gerek dûm û dirêj li welatê Siwêdê. Şêrgo li Stikholmê ji dayik bûye, …
-
15 Tîrmeh
Ber Bi Şemalê Ve
sinca li ser dilê min bûye sîwan ji ber qirşikên jihevdûr tîna awirên te dadiweşîne bi ser hembêza min de 28 Adar 2003 Salih Turan-Dayik Bê Roj in Weşanên Noş- Hezîran 2014
-
14 Tîrmeh
Koma Niştiman muzîkpakêtek belav kir
ora Medyayî ya Rûdawê her ji destpêka damezrandina Koma Niştiman ve, alîkar û piştevanê sereke yê vê komê bûye û bi sponsoriya Rûdawê du albûmên stran û muzîka Kurdî yên bi navên Kurdistan û Kobanî hatin belavkirin Hewlêr (Rûdaw) – Koma muzîkê ya Niştiman bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê muzîkpakêtek bo hemû berhemên xwe, bi navê “Projeya Niştiman” belav kir. …
-
10 Tîrmeh
bêrî
di pêlên deryaya biyan de rûdêna zêrîn çavên min xilmaş kirin ez bi tevzînoka bayê te digihînim tenîşta xwe 14 Tîrmeh 2001 Salih Turan Dayik Bê Roj in Weşanên Noş Hezîran 2014
-
5 Tîrmeh
glokên tîrêjkuj
sawa xilasbûna ji tirsa bê wate min dixe nav pêçeka kul û derdan çarîna qirnê roj bi roj tije dibe ji keserên ku demê li paş xwe dihêlin li nav jiyana berbang vemirî wek glokên berfê ku piştî bayê bihev ve dibin li ser çiyayên roj li wan venamire bi gewrebûn û şida glokên qesas mîna tîpên bircên qewîn û …