li ser pirtûkên ji hevîrê darê payizê li pêşiya zivistaneke reş bi bêrîkirina du demsalên borî bi peşwaziya ronahiya bihara jîndar bê av tême strandin bêyî tevlêbûna hevîrtirş li benda nanpêjên hosta di sarincên dorgirtî de dibin sir û seqama quflokî de hatime ji bîr kirin 26 Îlon 2001 Salih Turan Dayik Bê Roj in Weşanên Noş Hezîran 2014
Îlon, 2018
-
15 Îlon
ew neçû hat
her ku ber bi te ve dihatim hiş diçû diketim dibûm dînê ber kirasê te te ez ber xwe ve dibirim mîna toza li erdê dihatim maliştin ez bi serê xwe dimam dema li bal te bûm jî te bi pozbilindî xwe ji çiyayên me jî bilindtir dikir ma nizanim ew tiştê ji min hatibû dizîn te li cem xwe …
-
12 Îlon
Pizîşkan stran û kemençe ji hunermendê Kurd re qedexe kirin
Weke ku êş û jana jêbûne herdu piyên hunermendê millî Hesen Elî Xencer bes nebûn, êşa dilî jî bi ser de hat û niha pizîşk dibêjin divê stranan nebêje. Lê ew dika nake nizane ka dê çawa xwe ji kemançeya xwe dûr bike. Hesen Elî Xencer piştî zêdetirî 60 salên xizmeta hunera kurdî kir cara dawî piştî neştergeriyeke dil li …
-
10 Îlon
difikirim
bê mane ji te dûr li ber te ji xwe diçim ax û wax çi bibêjim tenê Difikirim… 25 Gulan 2000 Salih Turan Dayik Bê Roj in Weşanên Noş Hezîran 2014
-
5 Îlon
bûme tune li bal te
ez dilekî bi tenê û vemirî fera windabûyî li ser deryaya pêlgirtî keştiyeke noqavbûyî me were lê were ma ne bes e bawer be firmêsk hew diweşin ziwa me grîneke mirî termekî windabûyî lorîna mendalekî lavekarê te me bes ax lê ax ma min ne gotibû çîrokeke nîvco lê têrhêvî hebû ma wilo bû bê bext te pala xwe da …
Tebax, 2018
-
30 Tebax
taybetiya te
te nabînim tu ji min dûrî li te digerim li cihên nenas li warên bejî lê tu naxuyî ez te nabînim zêrekî binerd di ser de jî bend dor girêdayî ji ferşên asê hişkî polayî çima nikarim bikolim bal te nagihim cem te ji ber miriyî ez ne zindî me li tenîşta te palhevrîşima te li xwe dipêçim ne ku …
-
25 Tebax
lavekar
sêwiyê te me ji bîr naçê dema te termê xwe li ber dilê bêxwedî raxist, cendekek ji şopa te mabû li wê erda ji erdheja payeberz mayî. warên zindî lê diman veşarî bûn di nexşeyan de cîhan na xuyê ji xêzên bîranînên te pê ve gerokek hebû lep vekirî, lal, ker û lingekulî li ber dîwarên bejna te stutewandî, laveya …
-
18 Tebax
Bi Teknîstanê re hevpeyvîn
Hûn dikarin xwe bidin nasîn? Teknistan.com malpereke tenê derbarê teknolojiyê ya bi temamî kurdî ye. Nivîsên teknistanê derbarê nûçeyên teknolojiyê an rêbertiya teknolojiyê ye. Hûn çend kes in û endamên we bi çi ve mijûl in? Em niha 4 kes in. Endamên me li jiyana xwe bi karên cur bi cur ve mijûl in. Mamoste, parêzer, xwendekar û hwd. Her …
-
15 Tebax
Ew
guherîn divê veguherîn divê jîn divê vejîn divê hestên min bi peyvên bêdeng digevizin di nav hev de gotinên jorîn carna dibin hêvî derman dikin birînên min carnan jî min dixin mitalan û dibin ber asoya xumam ve ligel ku kesek im tenê me bi serê xwe ji awirên hinavkê sergirtî be jî ew dibe ez ku ne şaş bim …
-
10 Tebax
ma qey tê bimira
her ku nizanim tu li ku yî min beriya te kiriye qurt bi qurt te diquripînim ne dibînî ne dibihîzî li min girtiye taya evîneke bê miraz li bin sîwaneke bê baran li nav pezekî bê berx û karik li ser doşekê tenê me ne şuşa vexwarina bihûştê ne jî heyama sermestiyê ji kul û keserên ji te mayî min …