Çarşem , Berfanbar 19 2018
Home / Forum / Ramanên We (page 2)

Ramanên We

Pêşangeha Pirtûkan a Amedê, wekî berdewamiya qirkirina çandî

Bi dehê salan e ku li vî welatî ne tenê “Genozid”eke çandî an jî  Genozideke sipî heye. Ez behsa dîrokê nakim ku ji 1923’yan ve heta niha çandek tê talankirin, zimanek tê kuştin û miletek tê qirkirin. Ezê tenê behsa pêşangeha pirtûkan bikim, ya ku di navbera 25 heta 30.09.2018’an de ji hêla TUYAP’ê ve li Amedê lidardikeve. Di bernameya …

Read More »

Helbesta Bakur û halê helbestên lîseyiyan

Îro “helbestên” li Bakur têne nivîsîn sedî jê 98 helbestên şagirtên lîseyî tîne bîra merivan! Meriv nikare jê re bêje “reşbelek” jî çimkî di reşbelekan de peyvên hatî bijartin hene, cerib hene, sêwirînek heye, kûrbûnek heye… Ne kes dilê xwe bigire, ne jî xwe tehl bikin; kerem bikin helbestên xwe li tirkî welew erebî werbigerînin û vegerin bixwînin, pey re …

Read More »

Zimanek û Şanoyek* – Çetoyê Zêdo

Dema nîqaşek li ser şanoya Kurdî vedibe “çîrokeke kin” ji zargotina Kurmancî tê bîra min: “Zilamek hebû, dema nanê wî hebû, dewê wî tunebû. Dema dewê wî hebû nanê wî tunebû. Dema herdû hebû ew ne li mal bû.” Heman çîrokê bi destûra we dixwazim wiha biguherînim: “Zimanek hebû, dema sehneya wî hebû temaşevanên wî tunebû. Dema temaşevanên wî hebû …

Read More »

Gelo “Li Peravên Donê” berhema Şoloxov e?

Sala 1965an Xelata Nobelê ya Edebiyatê di rikeberiyeke tund di navbera çend nivîskarên mezin de wek Samuel Beckett, Pablo Neruda, Heinrich Böll, Anna Axmatova, André Malraux û Vladimir Nabokov de; gihîşte Mîxaîl Şoloxov. Di daxuyaniya komîteya Xelata Nobelê de hatiye nivîsandin ku Şoloxov tenê ji ber berhemeke xwe bi navê “Li Peravên Donê” yan “Donê Aram” vê xelatê werdigire û …

Read More »

Keçekê Teza Xwe li Dor ‘Konê Reş’ Amade Kiriye

Keçekê bi navê Semîra Mistefa qutabiya (Zanîngeha Rojava Fakulteya Wêje/ Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî), teza xwe li dor Konê Reş û berhemên wî bi navê: (Min Konê Reş Evîndarekî Welat Dît/ كونى ره ش عاشقاً للوطن), amade kiriye ji zanîngehê re.. Semîra Mistefa di pêşgotina teza xwe de li dor bijartina xwe ji Konê Reş wiha dibêje: “Di rêka …

Read More »

Ji 16ê Tebaxa 1945an heya 15ê Tebaxa 1984an

Meha tîrmehê bi tije rûdanên girîng derbas bû. Meha tebaxê û dîsa dema ku rûpelên salnameya kurdî dikevin ber çavên me, di meha tebaxê de jî tevî hemû rojên xweş û nexweş pêngavên girîng hatine avêtin. Li vir ez ê tenê çendek ji wan destkeftiyên di qada siyasî de bi bîra we xwendevanên hêja bînim. Li pey Ûrmiyeyê, Mehabad hat! …

Read More »

Kurd û Xirwat çîyê hev in?

Hinek Kurd ji destpêka Kupa Futbolê ya Cîhanî vir da heta roja îro bi biratîya Xirvatan va radibin û rûdinên. Hemû bûne alîgirên tîma futbolê ya Xirwatan… Sedemên alîgirîya xwe jî, ji lîstika wan a futbolê ya baş zêdetir, bi eqrebatîya Kurd û Xirwatan va girê didin. Yek dibêje; „koka me yek e…“ Yek dibêje; „kincên me dişibin hev…“ Yekî …

Read More »

Handa; çîroka kul û derda

Pirtûka nivîskar Sîdar Jîr a bi navê ‘Handa’, bi edîtoriya mamoste Serwet Denîz ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hat çapkirin. Sîdar Jîr ji Şemrexa Mêrdînê ye û di sala 1980’yî de ji dayik bûye, li Zanîngeha Anadoluyê (Eskişehir) Fakulteya Aborînasiyê beşa Têkiliyên Navneteweyî û li Zanîngeha Stenbolê jî beşa Felsefeyê xwendiye. Hîn di serdema xwendekariya xwe ya zanîngehê de ligel …

Read More »

Awireke pelenûsî di pirtûka “Ramanek”ê de

Îro min xwendina pirtûka çîrokan a bi navê “Ramanek”ê tewaw kir, ku ew bi xwe ji 13 kurteçîrokan pêk tê. Pirtûk a nivîskarê Kurd Sêf Dawid e ku bi navê Lewend Dalînî di warê nivîsandin û pelenûsê de tê naskirin. Pirtûk jî 105 rûpelan pêk tê ji qetên navîn, çapa yekem jî weşanxaneya Dar Alzeman, Şam-Sûriye 2012, lê li qapê …

Read More »

Împeratoriya Osmanî û netewetiya Kurd

Ji bona ku sedemên belavbûna Împeratoriya Osmanî bê diyar kirin, divê ku mirov li ser avabûna Împeratoriya Osmanî raweste. Împartoriya Osmanî jî, di destpêkê de encama desthilatdarî û şerê bandorî ya malbeta Osmanî dest avabûna xwe kir. Piştî ku di nav eşîr û cemaatên cihê û cihê de yekîtiyek pêk anî, împaratoriya Osmanî, ji bona ku desthilatdariya xwe fireh bike, …

Read More »