Ji Evîna Rojên Kevin (Semîra) Konê Reş Tevî ku ez û wê ji du dinyayê ne wek hev, dijî hev in, ez ê di roja 5ê Nîsana 2021ê de pêşwaziya 27 saliya dûrketina me ji hev bikim..! Ew roja malwêran.. roja ku bi carekê re destê me ji hev hat birîn.. Kar û berxên me ji evîna dayika …
Nîsan, 2021
-
3 Nîsan
Kilor
Kilora min, Berê û paşê Kilor navê komekê nanên ji şikeva (hevîr)ê tê çêkirin e. Li herêmên Kurdistanê bi gelek navan tên navandin lê di rastiyê de her yek ji wan cureyeke taybetî ne. Pelhevîr tenik an stûr tê vekirin, pelên wê tên rûnkirin an ziwa, nava wan tê dagirtin. Li tendûr, sêlê didin an di nava rûnbirêşkê (tawe) de …
-
1 Nîsan
Destana Rizgan û Nûrê
Hîma vê destanê li ser evîneke negihîştî û azarkêş hatiye afirandin. Aliyekî hezkirineke mezin û fedakar lê li aliyekî din bedbextbûneke kesernak û wêranker tê dîtin. Çavkaniya vê destanê jiyana me ya rojane ye ku her ro li herêmekê rastî me tê. Di vê destana klasîk û xelkî de motîfên sereke eşq, evîn, hevnegihiştin, êşkişandin, bêrî, hêvî, fedakarî, berxwedan, tirs …
Adar, 2021
-
28 Adar
Romaneke ji dil-DILNAME-
Di romana kurdî de pêşketineke berbiçav heye. Gelek nivîskarên kurd ku berê helbest yan çîrok dinivîsî, paşê dest pê kirin roman nivîsîn. Lewre jî hejmara romanên kurdî her diçe zêde dibe. Di hêla naverok û cure mijarên ku têne rave kirin de jî pêşketinek heye, dewlemediyek heye. Di sala 2019an de nivîskarê kurd î berhemkar Newaf Mîro di saleke de …
-
28 Adar
Stran Ziman û Teknolojî
Hûnandina hestan mûzîk, di her demê de ji me Kurdan, vegotina şert, merc û rewşê bûye. Di her rewşê de gotin li hev anîne, bi zimanê şêrîn, deng dane deng û wek hevîr strane mîna her stran û her stranbêjan. Stranên me pêşî bi çend alav û amûrên xwemalî hatine bilêvkirin, lê paşê bi naskirina gelên derdor û bi fêrbûna …
-
25 Adar
Peyv
‘‘-Mîrê min tu çi dixwinî -Peyv, peyv, tenê peyvan…’’ (Shakespeare) Erê. Peyv, peyv, tenê peyvan… Heke meriv dixwîne, dinivîse, diaxive, dikene, diqêre, dipelîne, direve, ser dikeve, berze dike, dixapîne, hez dike, maçî dike, bêdeng dimîne yanê ew zerf û etîketên ku em her demekê û her derekî bikar tînin peyv in; êdî me bivêt an nevêt… Peyv malê me hemûyan …
-
24 Adar
Ferhadê Çelebî û Qazina ji Qederê! (1961 – 2004)
Di jiyana her mirovekî de xizim, heval û hogirên wî hene. Hin ji wan zûbizû ji bîra wî narin. Nexasim, ewên ku bandora wan li wî û civaka wî hebe.. Sebaretî min, helbestvan û çalakvanê Kurd Ferhadê Çelebî yek ji wa ye. Tevî ku va 17 sal di ser koçkirina wî re derbas dibe, hê jî di bîra min de …
-
24 Adar
Ji Bo Sî Salîya Nûbiharê
Ewil 30 salîya kovara Nûbiharê pîroz dikim. Înşeallah ew ê kovereke emirdirêj bibe, heta nesîbê xwe, weşandina xwe bidomîne. Çîrokekê min bi Nûbiharê re heye. Bi rastî çîroka min a bi Kurdî-Kurmancî bi Nûbiharê destpê kir. Dem, bihara 2008an bû. Cîh, Gever bû. Ûmrê min sî bû. Li şaxekî biharê, di bin sî salî de tên bal hev. Ciran û …
-
23 Adar
Newrozname: Li ser destpêka bihara axîreta Seîdê Kurdî
Li ser salvegera newroza (destpêka bihara axîretê ya) giyanê pak ê Bedîuzzeman Seîdê Kurdî. Çend pêşbînî û keramet hene ku Xweda ji Seyda re îhsan kirine derbarê wefata wî de: 1- Seyda bi îzna Xwedê îşaretî sala wefata xwe dike di şanenava xwe ya helbestî ya “Eddaî/Duakar”ê de: …Ez qebrek hilweşiyayî me ku, kom bûye di navê de Ji Seîd …
-
18 Adar
Di bareya “Cejna Hevdemanê” ya kurdî de xwendineke destpêkî
Pêşek Li hinek deverên kurdnişîn cejneke kevnare ya bi navê “Hevdeman”ê (Hevdemal / Heftemol / Haftamol) tê pîrozkirin ku bala kurdnas û rojhilatnasan kêşaye. Me jî di vê kurtelêkolînê de hewl daye ku bi xwendineke destpêkî zanyariyên li ser vê cejnê bigihêjînin hev, çavkaniyan berawird bikin û encamekê ragihînin ku rastiya mijarê zelaltir bibe. Ji bo hûnandina vê gotarê nivîsên Beratê …