Pêncşem , Adar 21 2019
Destpêk / Forum (pel 93)

Forum

Şevên tarî, bi Çiraya Qayzaxê  ronî dibû…

Her wext li gor xwe hatîye jîyandin. Mirov li gor rewşa ku tê de ye jîyana xwe domandîye. Li gor şert û mercên deman ji xwe re  derfetan derxistîye holê. Bi sedsalan di tarîyê de jîyana xwe jîyaye. Bi ronahîya çavê xwe derdorê xwe ronahî kirîye. Bi sedsalan şevên dirêj di tarîya şevê de derbas buye. Hîn elektirik(Ceyran) ne hatî …

Bêhtir Bixwîne »

Ji Nivîskarê Navdar Paulo Coelho 15 Gotinên Hêja

Ji nivîskarê navdar Paulo Coelho, 15 gotinên heja; Ku tu karibî bibêjî; ‘xatirê te!’, wê jiyan  ji nû ve te xelat bike. Hinek mirovên têk neçûyî hene. Ew tim ji şerê reviyane. Tiştê herî rind ji nehêlin dawiyê re, kî çi dizane sibe ji kê re çi tîne. Sewa ku her kesî dilxweş bikî bijî; wê her kes ji te hez bike, …

Bêhtir Bixwîne »

Antolojiya Çîrokên Kurdî

Li Swêdê bi kurdî û li Stenbolê bi tirkî ”Antolojiya Çîrokên Kurdî” hatin weşandin. Helbet herdu antolojî newekhev in. Ya kurdî du cîld in û gelek berfireh e. Ya tirkî cîldek e û têde 43 nivîskarên kurd û çîrokên wan hene. Bala min kişand, di nav nivîskarên kurd yên bakurê Kurdistanê de tenê yek nivîskareka jin – Yildiz Çakar – heye. Ji başurê Kurdistanê yek –Serferaz …

Bêhtir Bixwîne »

Seydayê Serhedê (Şehîd İzzettin Yıldırm)

Sal 1946, ji paşila çiyayê Agirî zarokekî bi navê Îzeddîn çavê xwe li dinyayê/gerdûnê vekir.  Jiyan li gundê Panosê Kizilkayayê weke zivistanê dijwar bû. Îzeddîn ji ber bê derfetbûnê, di zarokatiya xwe de, dest bi xebatê kir. Dixwest ku di hêla aboriyê ea alîkariyê ji malbata xwe re bike. Demekê şûnda dest ji xebatê berda û riya ilmê girt. Di …

Bêhtir Bixwîne »

Manîfestoya Çardehxalî

1- Bila rehmetî Mehmed Uzun êdî wek afrînerê zimanê Kurdî neyê qebûl kirin. Zimanê ku qaşo Mehmed Uzun çêkiriye jixwe Mela, Feqî, Xanî û pakrewan û stêrkên Kurmancî çêkiribûn. Yek ji wan stêrkan jî Erebê Şemo ye û yekemin romana Kurmancî bi awayekî serkeftî û bi zimanekî romannûsî pêncî sal beriya Mehmed Uzun nivîsandiye. Heçî tenê Mehmed Uzun wek romannûs …

Bêhtir Bixwîne »

Ruh û Jan

Hevalên hêja û birûmet! Heyberên candar digel du hêmanên bîngehîn pêk tên. Yek jê beden (gewde) û ya din jî ruh (giyane) e. Hebûna mirov jî girêdayî van herdu hêmanan pêk tê. Ango ku bedena mirov tunebe, ruhê mirov; û ku ruhê mirov jî tune be bedena mirov bi kêrî tiştekî nayê. Cestekî bêruh û ruhekî bêhest nikare jiyanê vehewîne. …

Bêhtir Bixwîne »

Zarokên Bi Madeva Girêdayî

Aferînerê kaînatê, mewcûdat û hebûn ji bo jiyanê çê kir; jiyan wek keşafê mewcûdatê û di navenda çembera hebûnê de cih girtîye. Jiyan ji wekî çemberekê îcad û înşa kiriye; însan ji kiriye navenda xêza heyatê. Bi kurtayî her tişt ji bo mirov û însên çê bûye. Çawa ku ‘İsmê E’zem’ heye, herweha ‘Naqşê E’zem’jî heye; ew jî ÎNSAN E. …

Bêhtir Bixwîne »

Evîneke Melodramîk * Hesenê Metê

Bi navê sofî Bengî pîremêrekî gundî li perê gund, li hêla rohilata jorîn, bi qasî ses werisan ji kaniyê dûr, li ber dîwarê goristanê rûnistiye û eniya xwe daye taveke pasnîvroya payizî. Carina serê xwe dixe ber xwe, gopalê xwe di erdê re dide û dikeve ramanên kwîr. Di careke wusa de bi dengê pîrejinekê ji wan ramanên xwe dibe: …

Bêhtir Bixwîne »

Zanayî û Nezanî

Hevalên hêja û birûmet! Em dixwazin îro hinekî li ser têgîna zanebûn û nezaniyê rawestin. Û têkilî wê jî pêwendiya navbera peyva ‘zana’ û ‘nezan’ li gorî zanebûna xwe rave û şîrove bikin. Jiyan, bi zanebûn dest pê dike. Roja ku mirov ji dayik dibe, tu tiştî nizane. Hin bi hin, hin tiştan hîn dibe. Her ku hin tiştan hîn …

Bêhtir Bixwîne »

Rojniviska Spînoza – Hasan Filitoğlu

Rojnivîska spînoza yekem romana Şener özmen e. Lê tiştek balkeşe dema em vekolîna naverokê, teşe, tarz, vegotin û hevoksazî ya nivîskar dinhêrîn ew kelecana kurdî di nav romanê de nabînîn. Berewajkî hostetîya nivîskar di hemû rûpela de xwe dide nîşan. Ev peyvsazî û hevoksazîya nivîskar bikaranîye hêjayê gotinê ye ku gelek gelek serkeftî ye. Peyvên nû bihevokan re bîawayek resen …

Bêhtir Bixwîne »