Forum

Gulan, 2021

  • 6 Gulan

    Kurd: Avakarê Medenîyeta Cîhanê û Dahênerên Demokrasîyê

    Ahmet Arslanê Profesorê felsefeyê, di semînerekê xwe (Modernîte û Dewra Pêşmodernîteyê) da wiha dibêje: ‘Kesên ku Xwedê (Yehova, Yehowa, Jehovah) îcad kirine, îbranî ne. Kesên ku xwezayê (aqil) îcad kirine, yewnanî ne. Û kesên ku mirov (giyan, ruh) îcad kirine jî, xiristiyan in.’ Nexwe heke rewş ev be, gelo meriv dikare bibêje kesên ku medenîyetê ava kirine jî, kurd in? …

  • 5 Gulan

    Ji Evîna Rojên Kevin: Ez û 3ê Bîranînên Bedirxaniyan

    Çima milet navdarên xwe bibîr tînin?! Gelo, wê jiyanê li wan vegerînin?! Bêguman na.. belê da ku reseniya xwe pêk bînin û nifşên xwe yên nûhatî serwextî ked û xebata wan bikin û zarokên xwe li ser şopa wan mezin bikin.. Di destpêka sala 1989an de, dema ku min û hevalê xwe (Abdulbaqî Huseynî), kovara (Gurzek Gul) diweşand, ez ji …

  • 4 Gulan

    Çend Dilop Ji Kûzekî

    (1) Bi qasî ku gihanê gencîneya te bi dirêjiya demê mêtin, nema geştiyar tiştî di kûzê te de dibînin, tewir ji wan e ku tu ji berê paşê de perîşan û xizan e, lê tevî ku hemû zevî û kargehên te hatine dagîrkirin,  lê dîsa jî tu di dilê xwe de dibêjê: ev kesinî biyan in û rewşa min ya …

  • 3 Gulan

    Fermana Fila û Bajarê Qijnika

    Pirê caran zilamên gund li ber talda dîwaran li qelavîzka rûdiniştin, pişta xwe didan dîwaran û her yekî ji kîsê tûtina xwe çixareyek ji xwe re dipêça, vêdixst û dikşand.. dûyê çixareyan bi ser serê wan de bilind dibû û bi hev re diştexilîn..Em zarok li dor wan diçûn û duhatin.. Eger tiştek ji wan re lazim ba, bang yekî …

  • 2 Gulan

    Bêje!.. (helbest)

    Bêje, ne xweda çarin Her çar bê cî û warin Bê bavin û sêwî ne Him qelsin, him bawî ne Bê sûdin û nekêrin Aşin hestan dihêrin Ramankirin gunehe Bo gawiran dergehe Bêje kurd bê welate Bê tevger û xebate Bi xwe cinok û hovin Bê zarin ne mirovin Jîn ne hest û helweste Ew bo mirov mebeste Ponijîn jî …

  • 2 Gulan

    Bi Fîkrên Erênî Jiyanê Binêrin

    Nehêle, bila fikrên negatîf jiyana te tevlihev nekin. Bi fikrên pozîtîf jiyana xwe sererast bike. Jibîr neke; tu çi bifikirî tuyê bibî ew tişta…  Binhişê mirova nikare rastî û derewa ji hev cûda bike. Mînak; ku xewneke bi-tirs dibîne ditirse. Yanê hînekî saf e. Her tiştê ku dibîne rast dihesibîne. J’bo vê rastiyê jî, mirov rewşa binhişê xwe rind/xerab (bi …

  • 2 Gulan

    Weşangerîya Kurdkî ya Tirkîya de Cayê Kirmanckî

    Kilmnus  Tirkîya de kitabê kirmanckî (zazakî) yo tewr verên 1899 de ginayo çap ro. Perîyodîko tewr verên o ke tede tekstê kirmanckî zî weşanîyayê rojnameyê Roja Newe ya ke 1963 de ameya vetene. Qedexekerdişê kurdkî yê dewleta tirkan astengo tewr muhîm o ke bîyo sedemê apeymendişê kirmanckî. La vera heme şertanê nêgatîfan yew pêserîya cîdî ya kirmanckî vejîyaya orte. Lehçeya …

  • 1 Gulan

    Profîla Xwendevanên Kurd

    Gelo kategoriya xwendevanên kurd çiye? Kê pir pirtûkên kurdî dixwîne? Karker, karmend, gundî, xwendevan, esnaf û kategoriyên din çiqas pirtûk, kovar û rojnameyên kurdî dixwînin? Întreseya kîjan kategoriya civakê ji bo xwendina kurdî heye? Kê di qursên ziman yên ku bi fermî vebûn de fêrê xwendin û nivîsîna zimanê kurdî dibe? Ji bo bersîvên pirsên li jor pêwîstî bi lêkolîneke …

  • 1 Gulan

    Hêmayên xav li ziman rûnanên

    Em carinan li rastî bikaranîna hêmayên şaş ên zimanê nivîskî tên. Gelek caran nayê ferqkirin, carinan jî awayê şaş weke rast tê zanîn û di nav gotara kurdî de diherike diçe. Min carinan mînakên şaşiyan weke haypêxistin nivîsandin, bal kişand ser hin mijar û şaşiyên bi vî rengî. Rast lê bêm û hewce be ez ê weke peywireke haypêxistinê dîsa …

Nîsan, 2021

  • 30 Nîsan

    ”Karîbarên Gelê Kurd” – Ahmedê Hepo

    Endamê Yekîtiya Nivîskarên Azerbaycanê Ahmedê Hepo ev xebata xwe li ser heşt beşên sereke ava kiriye: Di beşa yekem de beyt-serpêhatiya mêrxasê kurd Eliyê Xarziya heye û bi terzê dengbêjan hatiye tomarkirin. Di beşa duyem de çîroka bi navê Dundulçûk heye ku hiinekî dişibihe çîrokek ji Çîrokên Hezar û Yek Şevê. Kilamên mêrxasiyê yên bi navên “Îsmayîl Axa”, “Elîko Lawo”, …