Forum

Sibat, 2024

  • 4 Sibat

    Nedîyarî…

    Hûn mîna ku li ser keviya zinarekî li nêzikî tofanekê disekinin radiwestin, hûn tenê li wir radiwestin û bi çavên vala dinêrin, hûn nizanin çi bikin an li ku bisekinin. Kendal carna fizîkî ye, carna di ruhê te de, carna di dilê te de, carinan di çavên te de ye. Hûn li cihekî bê armanc in û hûn bi êşa …

  • 4 Sibat

    Daxwaza Bawerîyê

    Daxwaza bawerîyê bi herkesi re heye lê ji bo vê daxwazê xefik zahf in. Xwedîyê wê daxwazê bi xwe jî dibe ku xapînok be dijminê te û xwe be. Bawerî, bi xwestinê ve girêdayî ye. Rastîya tişt, raman an jî hestan ne giring e; hesil xwestina dil e. Lewra dibe ku dil ji rastîyê jî hez neke. Durîstîya ahlaqê, ji …

  • 4 Sibat

    MIROV Û GERDÛNÎ

    Gerdûnî bi gelemperî di heman xweşiyê de xweş e û her waha tevahî fêkiyên xweza/sirûştî de berhev dibe xweşiya her fêkiyek ji hev cûda bi tehmin û xweşin. Xweda tevahî mirovan û mirovahî wekî hev dewlemend û pîrûpak afirandiye. Paktiya mirovan ji xwezaya dayîkê tê. Lewra dayîk mafê wê ê cinsiyetê û şeklû şemala dergûşa xwe hilbijartinê nîne.   Dewlemendiya …

  • 4 Sibat

    Tora Medyaya Rûdawê û Çapkirina Dîwana Mele Nûriyê Hesarî

    Di roja 1.2.2024an de, li navenda Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê/ HRRKê li Qamişlo, dîwana Mele Nûriyê Hesarî, ji rex kurê wî Abdulwehab ve, ji nivîskar, helbestvan û rewşenbîrên Kurd re hat îmzekirin. Hejaye gotinê ku, Tora Medyayê ya RÛDAWê ev dîwana Mele Nûriyê Hesarî di du cildên bedew de; yek 368 rûpel û ya din 420 rûpel, çap û belav …

  • 2 Sibat

    Çîrokek Nejibîrbûyî

    Dayê, jiyana te bi kul û xema xemilandiye Ev çiya û ev deşt li ber şopa pîye te ma ne Di sîtila te de hêvîyên jiyanê hatine dotin Ji xeftanê te qozeqeran ava dikim Tu bûye bêrivana kerîye pez, bûye strana dengbêja Di bilûra şivanan de awaza te Di dergûşa nûxuriye malê de lorîna te dengvedide Daye, tu mîna welatê …

  • 1 Sibat

    Barbariya Nivîsê

    Îro hişê min li çarnikalê dinyayê geriyayî ye, tibabek çîrok berhev kiriye û barê hişê min bedena min betilandiye. Nema tebatî tê min, gerek zû barê hişê xwe sivik bikim. Kompîturê vedikim, rûpelê wordê kirasê spî yê zivistana Serhedê li xwe dike, da cezba wê min motîve bike. Xezalek, li ser berfê karika xwe fêrî talûkeyên azadiyê dike. Çavê xwedê …

Rêbendan, 2024

  • 31 Rêbendan

    ‘EZ SOND DIXWIM EZ ÊDÎ NEBIM KURD”!

    Deqe çîrok an jî çîrokên dapalandî. Edebiyata cihanê de her çiqas cureyek nû be û hîn pênase lap nehatibe kirin jî em dibinîn ku zargotina Kurdî de ev cure ji berê de hebû.  Di nava gel de him bi forma deqa him jî bi forma diyalogan çîrok hatin dapalandin û kurte kurt dihatin gotin. Çîrokên bi vî teşeyî ên Kurdî …

  • 29 Rêbendan

    Hêviya Jar û Belengazan: Baba Îshaqê Semsatî

    Raperîna Baba Îshaq romaneke ji rûpelên dîroka me ye. Qala jiyan, têkoşîn û felsefeya Baba Îshaq dike. Nivîskarê romanê Mehmet Oncu ye. Hêja Mehmet Oncu hetanî niha 25 berhem -erê bavo bi gotinê hêsan e- diyarî ferhenga kurdî kiriye. Min ew cara ewil di 18ê berfanbara 2023an li pêşangeha pirtûkan ya Amedê, li standa wesanxaneyekê dît, bi min wisa dixuya …

  • 28 Rêbendan

    MIROVNASÎ (ANTROPLOJÎ)

    Mirovnasî (antropolojî) wekî zanisteke serbixwe Mirovnasî (anthropology) lêkolîneke zanistî ya derbarê mirovî de ye ku li ser pêkhateya wî, geşedana wî ya dîrokî, ciyawaziyên cureyê wî û rengvedanên civakî yên hebûna wî xebatan dimeşîne; dibe ku ev xebat di qadeke teng de bê meşandin û tenê cureyek were vekolîn, her wiha dibe ku li ser asta cîhanê cureyên mirovan bên …

  • 28 Rêbendan

    Çanda Devkî – 1

    Du cure çand hene; Ji van ya yekem çanda devkî û ya duyemîn jî çanda nivîskî ye. Di gotara me ya yekem de ez ê ji we re hinekî qala çanda devkî bikim. Ez van notan bi îlhama pirtûka Walter J. Ong a  Çanda Devkî û ya Nivîskî dinivîsim , ku niha ez dixwînim. Çanda devkî ji çanda nivîskî gelekî …