Dayê, jiyana te bi kul û xema xemilandiye Ev çiya û ev deşt li ber şopa pîye te ma ne Di sîtila te de hêvîyên jiyanê hatine dotin Ji xeftanê te qozeqeran ava dikim Tu bûye bêrivana kerîye pez, bûye strana dengbêja Di bilûra şivanan de awaza te Di dergûşa nûxuriye malê de lorîna te dengvedide Daye, tu mîna welatê …
Sibat, 2024
-
1 Sibat
Barbariya Nivîsê
Îro hişê min li çarnikalê dinyayê geriyayî ye, tibabek çîrok berhev kiriye û barê hişê min bedena min betilandiye. Nema tebatî tê min, gerek zû barê hişê xwe sivik bikim. Kompîturê vedikim, rûpelê wordê kirasê spî yê zivistana Serhedê li xwe dike, da cezba wê min motîve bike. Xezalek, li ser berfê karika xwe fêrî talûkeyên azadiyê dike. Çavê xwedê …
Rêbendan, 2024
-
31 Rêbendan
‘EZ SOND DIXWIM EZ ÊDÎ NEBIM KURD”!
Deqe çîrok an jî çîrokên dapalandî. Edebiyata cihanê de her çiqas cureyek nû be û hîn pênase lap nehatibe kirin jî em dibinîn ku zargotina Kurdî de ev cure ji berê de hebû. Di nava gel de him bi forma deqa him jî bi forma diyalogan çîrok hatin dapalandin û kurte kurt dihatin gotin. Çîrokên bi vî teşeyî ên Kurdî …
-
29 Rêbendan
Hêviya Jar û Belengazan: Baba Îshaqê Semsatî
Raperîna Baba Îshaq romaneke ji rûpelên dîroka me ye. Qala jiyan, têkoşîn û felsefeya Baba Îshaq dike. Nivîskarê romanê Mehmet Oncu ye. Hêja Mehmet Oncu hetanî niha 25 berhem -erê bavo bi gotinê hêsan e- diyarî ferhenga kurdî kiriye. Min ew cara ewil di 18ê berfanbara 2023an li pêşangeha pirtûkan ya Amedê, li standa wesanxaneyekê dît, bi min wisa dixuya …
-
28 Rêbendan
MIROVNASÎ (ANTROPLOJÎ)
Mirovnasî (antropolojî) wekî zanisteke serbixwe Mirovnasî (anthropology) lêkolîneke zanistî ya derbarê mirovî de ye ku li ser pêkhateya wî, geşedana wî ya dîrokî, ciyawaziyên cureyê wî û rengvedanên civakî yên hebûna wî xebatan dimeşîne; dibe ku ev xebat di qadeke teng de bê meşandin û tenê cureyek were vekolîn, her wiha dibe ku li ser asta cîhanê cureyên mirovan bên …
-
28 Rêbendan
Çanda Devkî – 1
Du cure çand hene; Ji van ya yekem çanda devkî û ya duyemîn jî çanda nivîskî ye. Di gotara me ya yekem de ez ê ji we re hinekî qala çanda devkî bikim. Ez van notan bi îlhama pirtûka Walter J. Ong a Çanda Devkî û ya Nivîskî dinivîsim , ku niha ez dixwînim. Çanda devkî ji çanda nivîskî gelekî …
-
27 Rêbendan
Gulpikvanê!…
Gulpikvan hat ronî veda Şageşî di dil de hilda Payîza temen kir buhar Serxweşkirim şêt û şeyda Şagul berbû hat civanê Rengizand dorhêl ciwanê Bi xeml û xêza kurmancî Rûjîn vegeşkir cananê Tu bixêrhatî lewendê Şev û rojan mam li bindê Dil bi êş û perîşanim Pesindarê te me rindê Girnijî gulpik bişkuvîn Bi dev û lêvên hinguvîn Silav da …
-
26 Rêbendan
Stranbêj Ayfer Duzdaş: Muzîk ji bo hemû gelan hêmaneke girîng e
Ayfer Duzdaş, hemû berhevkarîya xwe ya ku li ser stranên kurdî di navbera salên 2021 û 2022an de li gund û bajarokên Arxawûn, Yazîxan, Kureciyan û Hekîmxana Meletiyê kirine. Li gor derfetên xwe yên heyî dixwaze wan bigihîne ber destê muzîkhezan. Hunermend, di wexta xebatên xwe yên li ser berhevkirina van stranan, ji bilî navendên bajar û bajarokan, serî li …
-
24 Rêbendan
Bexçeyê Pisikan
Li welatekî dûr bajarekî biçûk hebû. Li vî bajarî xaltîkeke pîr bi tena serê xwe di xanîyekî bi baxçeyekî biçûk de dijîya. Zarokên xaltîka Meryem zewicîn û dûr çûn. Dev ji dêya xwe berdan. Demek berê hevjîna xwe jî winda kiribû. Kesek tune bû ku wê bipirse ka ew çawa ye. Xaltîka Meryem ewqas ji tenêtîya xwe bêzar bûbû ku …
-
24 Rêbendan
Mela Seîdê Kurdî û (ne)seyîdbûna wî
Di nav gelê Kurd de gelik alimên dînî yên navdar derketine. Medreseyên Kurdistanê hetanî van salên dawî jî ji aliyê tedrîsatê ve bi nav û deng bûn. Alimên kurdan yên evîndarê ilm û irfanê digel hemû zulm û zordestiya ko li ser wan dihat meşandin jî ji tedrîsata dînî xwe nedane alî û herdem xizmeta dînê Îslamê kirine. Yek ji …