Xwedê, hemû mirov bi xelîfetî şandine ser erdê. Dîrok, ji xelef û seleftîyê pêk tê. Yek jê cîhê xwe diterikîne diçe, yê din tê dikeve şûna wî/wê. Ji berê de rol hene. Kî ji xwe re çi diecibîne azad e. Kê çi rol ji xwe re eciband, ew dibe xelîfê yê berî xwe. Divê mirov an zarokatîya xwe bîne bîra xwe an jî dîroka rastî bixwîne da ku zanibe bê ketîya şûna kê.
Rêbendan, 2022
-
27 Rêbendan
Cerrebeyeke Hewante
Di nava destşuştinê û bawerkirinê de çûm û hatim, hatim û çûm. Ji bo neyêm bîra xwe, înkara xwe bikim; min xwe bi tiştinê din ve şitexiland û şitexiland. Lê, li ser meseleyê televîzyon venebûn; e-maîlek, peyamek ji min re nehat ku ew ê bibûya xelaskara min a ji vê derê. Çavên min bi kitêbinan ketin, min çiraya ber serê …
-
26 Rêbendan
Li Kurdistanê Sîstema Medreseyan û Gûherandina Wan
Di vê kevneşopiya medreseyan de her tim medreseyên Kurdistanê xwedî cihekî girîng in. Di van medreseyan de perwerdeya akademîk di warên wek tefsîr, hedîs, fiqh, bijîjkî, dîrok, stêrnasî, edebiyat, matematîk û rêziman dihat dayîn. Bi belavbûna mîstîsîzmê di medreseyên kurdî de, di şaxên wekî Felsefeyê û Kelamê de jî dest bi perwerdeyê kirin. Sûfîzm û bi taybetî jî Neqşîbendîtî di …
-
24 Rêbendan
Rêzehevpeyvînê Jina (24) – Reyhan Sarhan
Lokman Polat – Ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn? Reyhan Sarhan – Di sala 1981’ an de li Êlihê hatim dinê. Di sala 1992 an de, tevî malbata xwe me koçî İzmirê kir. Ji bo sedemên koçberiyê min derfet nedît biçim dibistanê. Lê belê min xwe bi xwe, hînî xwendin û nivîsandine kir û hetanî lîse …
-
22 Rêbendan
Hînbûna Kurdî
Ziman stûna hebûna milletan e. Mirov bi ziman ji hev ferq dibin. Hemû zindî bi zimanê xwe têne nas kirin. Gava dengek tête guhê mirov ji zimanê wî zindiyê mirov tê dighije bê ka ew çi giyanewer e. Mînak; çûk dikin wîte wît, mişk dikin çîze vîz, seg direyên, ker dizirin, bilbil dixwînin, ga diûrin… welhasilî her giyanewer bi zimanê …
-
20 Rêbendan
Hz. Îbrahîm, Kelûlê û Kimkêmê
Piştî ku Hz. Îbrahîm pûtê bajar tev şikandin û bizrê xwe danî ser pûtê herî mezin Nemrûd ew sûcdar dît. Cezayê şewitandinê da Hz. Îbrahîm. Her malek barek êzinga anîn û êzingên anîn dane ser hev û agir pêxistin. Nemrûd, Hz. Îbrahîm bi manciniqê avête nava agir. Xweda Teala izin neda agir û êzing laşê Hz. Îbrahîm biêşînin. Êzing bûne …
-
18 Rêbendan
Têkiliya Hin Peyvên Kurdî û Akadî
Dostekî hêja gote mi, tu tenê di warekî de binivîsî yê çêtir be. Bi awayek normal, gotina wî li cî ye lê mi jê re go, ez ji bo‚ wî warî‛ bi her warî re, weke xendevanekî, mijûl im, belê ez hewl didim romanan binivîsim lê zimanê pê karê nivîsê dikim, coxrafya wî zimanî, jiyana wî zimanî, tarîx, tarîxa edebî, …
-
18 Rêbendan
Pirtûkek Teorîk û Akademîk Derbarê Roman û Gotarê de
Pirtûka birêz Umran Aran a bi navê “Roman û Gotar – Mîxaîl Baxtîn û Romana Kurdî“ pirtûkek teorîk û akademîke ku tê de analîzên curbecur derbarê roman û gotarê û herweha derheqê romana kurdî de hene. Pirtûk di nav weşanên “Peymend“de derketiye. Pirtûk 144 rûpel e. Di dawiya pirtûkê de “term û çemkên girîng ên xebatê“ û “çavkanî“ heye. Ji …
-
18 Rêbendan
NA! Ji bo çi Na?
Berîya ku mirov an civak karibe bibêje erê divê karibe bibêje “na”. Ji bo çi Na? Çima Na? Ji kê re Na? Divê kengî bê gotin Na? Çawa Na? Divê li gor van pirsan bersiva Na’yê bê dayîn. Wek ku tê zanîn temmamê nebî û feylesofên demên berê ji bo hin guherînan bikin li dewra xwe, ji pergalên heyîn re …
-
16 Rêbendan
Sersala Kurmancî, Cejna Batizmê û Dam û Dinhê
Sersala Kurmancî: Eva ku piştî sersala Zayînê ye bi 13 rojan, anku 13 meha kanûna duyemîn e. Berê, pêşwaziya vê Sersala Kurmancî, di nav gundên Cizîrê û Beriya Mêrdînê de dihat kirin. Min bixwe jî, di zaroktiy xwe de pêşwazî û beşdariya wê kiriye. Li gundê me (Doda), di êvara Sersala Kurmancî de, xortên gund, xwe didan hev, yek ji …