Yekşem , Êlun 22 2019
Destpêk / Forum (pel 4)

Forum

Remezan: Meha Mesref û Îsrafê

Du tişt hene tu carî nayên bîra mirovî û wê tu carî jî neyên bîra wî. Ya pêşî jidayîkbûn e û ya duduyan jî dê mirin be. Di navbera van du xalan de jî emrê me yê beredayî dimîne. Ne destpêk eşkere ye û ne jî dawîya vî emrî. Lewma mirovên têne ser rûyê dinê di hundirê xwe de tevlî …

Bêhtir Bixwîne »

Felsefe û Edebiyat

Felsefe şêweya ramanî ye. Pirs pirsîn e, di derbarê jiyana însan û problemên civakî de eleqederbûn e. Felsefe bi problemên civakî yên zor û zehmet û yên ku nehatine çareserkirin re mijul dibe. Ew bi maneya hebûna însan re, bi zanîn bersîv dide. Her însan li gor zanîna xwe û li gorê parastina felsefeya xwe helwest digre. Gelek ramanên felsefî …

Bêhtir Bixwîne »

Hawar dengê zanînê ye

Mîr Celadet Bedirxan di hejmara pêşîn û di rêzên pêşîn yên Kovara Hawar da wiha got: Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e. Xwenasîn ji me rêya felat xweşiyê vedike. Her kesê ko xwe nas dike; dikare xwe bide nas kirin. Hawara me berî her tiştî heyîna zimanê dê bide nas kirin. lewma ku ziman şertê heyina pêşîne. Kovara …

Bêhtir Bixwîne »

Roja Zimanê Kurdî

Dîroka weşandina yekemîn jimara kovara Hawarê ( 15 Gulan 1932 ) wek “ Cejna Zimanê Kurdî ” ji 2006’ an vir de tê pîrozkirin. Berîya vê dîrokê jî nivîs, weşan û pirtûkên Kurdî hatine weşandin û çapkirin. Lê belê heta kovara Hawarê tu nivîs bi tîpên Latînî nehatîye nivîsandin. Ji ber ku di zimanê Kurdî de weşana yekemîn ya Hawarê …

Bêhtir Bixwîne »

Zimanê nebû zimanê zarokên me

Berê di nav mala me de bû, li derve, li kuçê, li sûkê, li bazarê em pê dipeyivîn û me jiyana xwe pê dimeşand. Danûsatandina me, axaftina me, bazara me,  dostanî û dijmintiya me, şer û pevçûna me, aşbûn û li hev hatina me bi zimanê Kurdî yê şêrîn bû. Şîn û şahiya me, gaziya me, gazina me, zariya me, …

Bêhtir Bixwîne »

Çar Belgeyên Dîyarkirina Rengên Alaya Rengîn ji Kovara Hawarê

Çar Belgeyên dîyarkirina Rengên Alaya Rengîn ji Kovara Hawarê bi pênûsa Mîr Celadet, Dr. KAMÎRAN û Seydayê Cegerxwîn. Pesnê Alaya me di wan de hatiye dayin û Rengên Alayê jî di nav re hatine dîyarkirin. – Hej 5: Herekol Azîzan (Çarşemb/ 20 Tîrmeh 1932) – Hej 8: Dr. Kamîran Alî Bedirxan (Duşemb/ 12 Îlon 1932) – Hej 9: Mîr Celadet …

Bêhtir Bixwîne »

Hawar Hawara Mîr Celadet Alî Bedirxan Ji Kezebê Bû

(Ez ko Kurd û Kurdmaczan im û zimanê xwe rind dizanim û min ew bi heft-heşt zimanên din daye ber hev.. dikarim ji biyanîyan bêtir û qenctir dehkara wî bidim xuya kirin û zanîn.. Herfên elfabê, berî sêzdeh salan hatiye nivîsandin.. Ez vê elfabêyê ji keda xwe bêtir ji keda miletê xwe dihesibînim û pêşkêşî wî dikim..) Mîr Celadet Alî …

Bêhtir Bixwîne »

Rûpelek ji Dîroka Kurdên Rojava; Serhildana Wêjeyê

Serhildana Wêjeya Kurdî li Rojava bi rojnamegeriya Kurdî ve girêdayî ye. Wek ku em tev dizanin şert û mecên herî sereke ji wêjêyê re rojnamegerî ye.. Û em Kurdên Rojava jî bi xêra Bedirxaniyan, xwedî dîrokeke rojnamegerî ne. Bêguman destpêka serhildana wêjeya Kurdî di nav me kurdên Rojava de li kovara Hawarê vedigere.. Ewa ku Mîr Celadet Bedirxan di 15’ê …

Bêhtir Bixwîne »

Careke Din Zimanê Amûdê û Kovara Hawarê!

Ez nebawer im ku herêm di Kurdistanê de, wek herêma Cizîra me, bi her sê deştên xwe ve; Beriya Mêrdînê, Deşta Xelef Axa û Deşta Hesina bi zargotin û wêjeya kurdî a devikî dewlemend heye.. Ew jî egerên xwe heye; yek ji wan, nêzîkbûna wê ji bajarê Cizîra Botan ve, ev bajarê ku ji kevin ve navenda şaristaniya mirovahiyê ye …

Bêhtir Bixwîne »