Forum

Sibat, 2023

  • 25 Sibat

    Kurd î

    Hema ku tu dibêjî ez kurd im Heyanî ku çiyayek li ser pişta te şîn dibe Bextê kesê kurd Ku lotkeyekê ji kurdistanê hilgire û jiyana xwe pê bidomîne. *** Berf li ser bilindiya tiliyên te şîn dibe Berf rengerengî dibe Mîna cilên pîrejineke koçerî. *** Di dilê te de Agirê newrozê vêdikeve Û sofî ta mestiyê Di dorê re …

  • 24 Sibat

    Bûbê Eser! Ez Cahda xwe ji Beriya Mêrdînê, Dêrika Çiyayê Mazî û Çiyayên Barzan Tînim

    Di roja 21/2/2023, 24 sal di ser banga Saziya UNESCO, ku 21ê Sibatê ji her salê “Roja navnetewî ya Zimanê Dayikê” be, derbas bû. Bi vê helkeftinê min careke din ew gotarê ku nivîskar Bûbê Eser, bi navê: (Konê Reş vê cahdê ji ku tîne?), nivîsandibû, xwend.. Bi xwendinê re, ez pêre pêre li bajarê wî Dêrika Çiyayê Mazî, vegeriyam; …

  • 23 Sibat

    Anatomiya Fermana Dîtiran

    “Difikirim wê çaxê di tarîgewriyê de siyek im.”  Belê Varjabed karakterê vê çîrokê di tarîgewriyekê de Siyek…” Di çîrokên çîroknûs Amed Çeko Jiyan de pirtir ez ê li ser çîroka Varjabed bisekinim, çimkî derûniya mijara vê çîrokê û karakter û ewrê li ser atmosfera vê çîrokê xwe li ser bedena hemû çîrokan rapêçaye, çîrokên din di binê kincên vê çîrokê …

  • 21 Sibat

    Despêka Biharê: Cemre/Koz

    Cemre/koz/pişko, nîşanekê demsala biharê ye. Beriya biharê hefte bi hefte li pey hev; zêdebûna germahiyê hêdî hêdî bilind dibe. Cemre ewulî dikeve hewayê, paşê avê û dawiyê jî dikeve erdê. Cemre bi Erebkî tê mahneya koza arê. Kevirên ku ji Erefatê li Geliyê Mînayê dixin ser hev jî jê re “cemre” tê gotin. Her sal di 20ê sibata mîladî de …

  • 21 Sibat

    Koz/Pişko/ Cemre û Pûka Pîrê

    Pişko (Koz. cemre) li welatê me, di nav gel de çîrokeke devkî heye, ev çîroka mîn a raporek hewa ye. Pişko (Cemre) ku bi zanîstî  jî nebe, lê çîrokeke ya ceribandî heye, bi vê çîrokê pê bihar tê zanîn. Dema pişko xelasiya zivistanê û hatina biharê ye. Meriv û gelên berê pir feqîr bûn, Jiyan bi xêzanî derbas dibû. Wexta …

  • 20 Sibat

    Romana Semerqand – 18 (Amîn Me’lof)

    Dema agahiya standina Alamûtê hat Isfexanê, ti qelqele dernexist. Isfexan pêtir li gijgijîna navbera Nîzam û qesrê mijûl bû. Terken Xatûn, ji ber çalakiya hemberê malbata wê anî, hêca jî li Nîzam neborî bû. Dida ser Melîkşah, da ku ji wezîrê xwe yê bihêz xelas bibe. Dema babê sultan mirî, ji wî re tayînkirina wasîyekî pêwîst bû. Ji lew re …

  • 20 Sibat

    Necdet Gundem: “Heyfa min li me û bi zimanê kurdî hat”

      Lokman Polat – Pirs : 1 – Birêz Necdet Gundem ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn? Necdet Gundem  – Berê ku ez bersivên pirsên cenabê te bidim min divê sipasî te bikim. Tu karekî hêha dikî, her hebî! Ez 14yê meha gulana 1948an de li Qubînê hatime dinê. Bavê min ji Wanê, dîya min ji …

  • 20 Sibat

    Tahir Silêman û 20 Saliya Rojnameya Dîplomat!

    Wek ku diyare ji ber perçebûna Kurdistanê û qedexebûna zimanê Kurdî, çapemeniya Kurdî di sirgunê de avis bûye û zaye..! Ew avisbûn û zabûn bi saya serê welathez û ronakbîrên kurdan yên bi xîret û rûmet destpê kiriye.. Wek Bedirxaniyên ku gelek kovar û rojname di sirgunê de weşndine ku, rojnameya (Kurdistan/ 1898) yak u li Misrê derçûye yek ji …

  • 15 Sibat

    Teymûrê Xelîl: Tenê zimanê me em parastin

    Rewşenbîrê Kurd Teymûrê Xelîl derbarê xweparastina Kurdên Sowyetê de dibêje, tevî ku ew neçar bûn çend zimanan fêr bibin jî wan zimanê xwe parast û bi saya ziman wan hebûna xwe parast. Li ser cihê Radyoya Êrîvanê di nav civaka Kurdan de jî ew rewşenbîrê dibêje, “Radyoya Êrîvanê roleke mezin hebû di hişyarkirina Kurdan de.” Rojnamevan, nivîskar, lêkolîner û rewşenbîrê …

  • 11 Sibat

    HEVPEYVÎN BI MELE NUREDÎN YEKTA RE

    Lokman Polat – Pirs : 1 – Birêz Mele Nuredîn Yekta ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn? Mele Nuredîn Yekta – 24 Adara 1957’an li bajarê Mûşê hatime dunyayê. Min dibistana seretî li gund xwend lê orte, lîse û universite ji dervada xwend. Min mederese xwendiye û qedandiye. Sala 1978 ta 1994 min di Dyanetê da …