Ji zemanê berê ve evîn hebû û evîn tenê ne para me bû. Bi saya çîrokan evîna beşerî bûye nemird. Ji zemanê berê keçeke xweşik ya keşîşê girava behra Wanê hebû ku niha ji wê giravê re Axtamar an jî Aqdamar tê gotin. Navê keçikê Tamara bû. Tamara jineke li hev hatî û jina herî bedew ya bajarê Wanê bû. …
Gulan, 2023
-
7 Gulan
Me Ji 10 Kesan Pirsî Popkurd – 1
Bi te kîjan Kurd dikare Xelata Edebiyatê ya Nobelê bigre? Bo çi? Nûhat Deştî Evdila Peşêwê ku di helbestên xwe de -wekî gelek helbestvanên Kurd- qala eşq, welêt, welatparêzî, pirsgirêka yekîtiya Kurdan, êşa xerîbî û xurbetê û hebûnê dike bi şêweya helbestên xwe di asta helbesta cîhanê de ye. Evdila Peşêw wek helbestvanekî gewre yê Kurdan hêjayî xelata Nobelê ye. …
-
5 Gulan
Romana Semerqand – 22 (Amîn Me’lof)
Wê şevê, bêhna mijmijikan ji bayê Isfexanê dihat. Lê kolan bêcanbûn! Xeyam xwe di nêrîngeha xwe de asê kiribû. Gelî caran, diçû wir, çavên xwe didan ezmên û tekelê usturlaba(*) xwe ya gizûratî gigirt destê xwe û cîhan ji bîr dikir. Lê vê carê ne welê bû. Stêr bê dengbûn, ne dengek yê mûzîkê, ne pispisek, ne jî dayîna razekî… …
-
3 Gulan
Pasajek PopKurd 1
“Di wê demê de pişta pîrejinê lê bû. Penceya bêzariyê dilê wê guvaşt. Awireke sivik lê da û got: -Las berî çend salan mir. Hê jî girnijînê rûyê Las bernedabû. -Lê ez sax im û vegeriyame. Bi rêçika xwîna xwe de vegeriyam. Pîrejin ji vê gotinê neveciniqî. “Tu vegeriyayî?” Bi çav ev pirsiyar rûbirûyî wî kir. Las bi wateya “tu …
-
2 Gulan
Îqaza Îlahî, Erdhej û Zelzele
Rebbê aleme dûnya û Kaînat hemû tev da çêkirîye. Ew hebûna hemû milkê wî ye. Di milkê xwe da her çi bike, dike û kesek nikare lêpirsînê li wî bike. Dibêjin qaîdeyek heye; (Malîkul mulkî yeteserrefu fil mulkî keyfe yeşae) yanê; Xwedanê mal, di milkê xwe da çawa bixwaze wusa tesaruf dike. Kes nikare bêje “Ya Rebbî te çima ha …
Nîsan, 2023
-
30 Nîsan
Kurtîyek Dîroka Çanda Hip-Hop û Muzîka Rapê
Çanda Hip-hopê çandek e ku di salên 1970an de li Bronx, New York derketiye holê û di dawiya salên 1980an de li çaraliyê cîhanê belav bûye. Hîp-hop gelek qadên cihêreng vedihewîne û gelek berhemên çandî yên cihêreng ên wekî muzîka rap, dans, grafîtî, moda, fîlm û televîzyonê vedihewîne. Muzîka Rap hêmana herî naskirî ya çanda hiphopê ye, û bi vî …
-
29 Nîsan
Rewşenbîrê Pirrziman
Meriv dikare bêje ku ji sedî nodê rewşenbîrên Kurd “pirrziman” in ango pirrê wan qaşo di jiyana xwe ya civakî de Kurdî û di nivîsên xwe de jî zimanê serdestên xwe bikartînin. Lê cardin jî ew xwe weke rewşenbîrên “Kurd” binav dikin. Hin kes jî mîna bazirganan dibêjin “ma kes li Kurdî guhdar nake”, “kes bi kurdî naxwîne” û hincetên …
-
28 Nîsan
Mirovekî Hêzdar im
Her roj birîneke nû bi gurmika xwe ve dadilqînim Û her ku min pişta xwe sparte darekê wê birînê dihêrim Di nava kolanan de digerim Tizbîyek ji genim dikim destê xwe û her ku bîranînên min birçî bûn Devê wê bi teneyekê digrim… Bi awayekî metirsîdar hêzdar im Ewrekî diguvêşim Û rojên xwe yên zindî binax dikim Bi pença …
-
28 Nîsan
Dema Hespên Serxweş -I-
Film û Danasîna Film Destpêk Di vê xebatê da em ê li ser fîlmê Dema Hespên Serxweş birawestin. Peşî fîlm ji hela teknîk û ji hêla naverokê ve bidin naskirin. Duvre têgehên sereke yên ku di fîlm de derbas dibin, şîrove bikin. Têgehên ku li ser wan birawestin sînor, çiya, jin, veger û zarok in. Bêjeyên Sereke: Dema Hespên Serxweş, …
-
27 Nîsan
Romana Semerqand – 21 (Amîn Me’lof)
Hevalbendên Terken Xatûnê, ketine nav bêçaretiyek xerîp. Li milekî siltanê wan miribû, li milê din reqîbê wê yê mezintirîn di destê wan de êsîr bû. Li milekî paytexta wan hatibû dorpêçkirin, li milê din, kesê dorpêç kirî di destê wan de dîlgirtî bû. Yê çi ji wî bikiran? Berpirsyariya sultanê piçûk, şûna Terkenê Cîhanê girtibû ser milê xwe. Heta wê …