Forum

Gulan, 2023

  • 28 Gulan

    Bîranîna Seîd Nûrsî û Musa Enter

    Mamoste êvarekê bû mêvanê Abdurrahîm Zapsu (Ebdurrahîm Rehmî Hekarî) . Wê demê ez ciwanekî kurd ê neteweperwer bûm. Min ji wî re got, ‘Tirkan tu avêtin zîndanê, sirgûn kirin. Min got, ‘Hûn hewl didin ku wan bibin bihuştê.’ Bi çavên tijî zanîn û ronahî li min zivirî û bi şêrîn keniya. Got; Abdurrahîm ev ciwan kî ye? Abdurrahîm got, Seyda, …

  • 27 Gulan

    Helbestek Zarokan – Heyva Gulanê

    Gulê Gulê! Hat Gulan Xak xemilî ji rengan Çûk difirin li asman Seyran xweşe li waran   Şanê, Xanê, Zozanê! Heyva me a Gulanê Bikin kêf û dîlanê Salê careke Canê   Xecê, Xecê! Gulan hat Siyabendo! Roj hilat Salek çû û yek nû hat Bihar xweşe li welat.   Huner, Nesrîn û Wanê! Bîst û Şeşê Gulanê Ji bo …

  • 27 Gulan

    Dilê Xeydok

    ez peleke ji dara xwe weşiyayî me li ber mîratiya bayê xerîbiyê berba dibim daxwazên birçî di malzaroka xeyalên xwe de xwedî dikim qêrîna dergûşê giyana xwe bi şîrê pêsîra heyveroniyê aşt dikim nameyeke bêbersiv û bênavnîşan im her şev ramanên westiyayî bi lihêfa helbestan dinixumînim li hingura êvarên tenêtiyê meya serxweşiya eşqê dinoşim temenê mesûm li nav salên bêwefa …

  • 27 Gulan

    Pirek Di Navbera Do û Îro De: Lawje

    Hevpeyvîn: MELA MIHYEDÎN Lawje ji sê camêrên dildar, jêhatî û qeşeng hatiye meydanê. Her sê heval ji berê de hev dinasin bi hev re xebatên xweş kirin û hîn jî dikin. Alî, Alî Îmran û Serhad li gund, bajar û metropolan yek bi yek digerin û stranên kevin û qedîm berhev dikin. Lawje tûrikê li milê xwe bi çîrok, helbest, …

  • 25 Gulan

    Romana Semerqand – 24 (Amîn Me’lof)

    Emer Xeyam, ji mirina dostê xwe re girî. Wek çawa ji yên din re giriyî. Bi eynî giraniyê, eynî sebrê û eynî janê. “Me ji heman meyê tam kir, lê ew çend badînan ji berî min sermest bûn.” Lê ne hewceyî viran e, pirtir ser pirtûka xwe ya çûyî qehirî. Gerçî ji nû ve dikariya binivîsê, heta xal û bêhnokên …

  • 25 Gulan

    Ji devê Apê Osman Sebrî Hinek Bîranîn – 1

    Mirovê ku bi zimanê xwe re bendewar nebe, nikare îdi’a bike ku ew ji welatê xwe hez dike. Neteweyetî ziman e û hinek adet in, ne tiştekî dinê ye. Xwîna me gişka yek e. Merov ku ehmiyetê nede zimanê xwe, di jîna neteweyî de tune ye. Ên ku du roj dest bi ziman kirine xwe feylesûf dihesibînin. Karê nezana holê ye. Ziman …

  • 24 Gulan

    Zimanê Serdema Modern û ‘Biwarkirina Wateyê’

    Sedem û jêderkên hebûna kurdan ya li bakur, ji alî serdestê mêjok ve, her tim li kurdan hatiye arîşedarkirin. Ji kan û jêderkên çandî bigire heta bi kirasliberkirinê, ji mirovbûnê bigire heta bi nîşaneyên hebûnê, ji behredariya afirîneriyê bigire heta bi zengîniya zimanî. Vî awayê arîşedarkirinê nehêlaye ku kurd di qonaxa herî kafirkanî ya modernîzmê de, xweşikî hay ji xwe hebin û …

  • 24 Gulan

    Ma tesaduf jiyana me birêve dibin?

    Jiyana me bi tevahî bi tesadufan nayê rêvebirin, lê hin tesaduf û li hev hatin dikarin di jiyana me de diyarker bin. Gelek faktor di jiyana me de bi bandor in û di encama berhevkirina van faktoran de rêgeziya jiyana me diyar dibe. Mînak faktorên wekî cihê ku em ji dayik bûne, rewşa civakî û aborî ya malbata me, perwerdehî, …

  • 22 Gulan

    Cara ewil min çawa Erebê Şamo dît?

    Îsal temam dibe 45 sal /1897-1978/ ji wefata nivîskarê kurdî eyan, hîmdarekî edebyeta kurdên welatê Sovyêtê yê ewlin, bavê romana kurdî, yek ji demezirandarê elfeba Kurdî ya ewlin bi tîpê latînî Erebê Şemo /Ereb Samîlov. Despêka salên şêstî bû. Ez ji gund hatibûm û min bajarê Yêrêvanê di xwendina bilind da dixwend. Êvarê, ez sehetekê-duda derdiketim nava bajêr, bo jipey …

  • 22 Gulan

    Ser Sempozyûma Navneteweyî ya Melayê Cizîrî

    Çend roj berê, yanî di 27-28ê meha Nîsanê de Li Wanê li Zanîngeha Van Yüzüncüyılê sempozyumeke navneteweyî ya pir giring a bi navê “Sempozyûma Navneteweyî ya Melayê Cizîrî û Mîrasa Wî” hate lidarxistin. Gelek akdemisyen û lêkolînerên hêja ji dewletên wek Îran, Îraq, Suriye, Amerika, Almanya, Swêd/Îsveç û hwd. beşadarî vê sempozyumê bûn. Cizîrî yek ji wan şairan e ku lûtke/zîrweya edebiyata Kurdî ya klasîk …