Sêşem , Sermawez 13 2018
Home / Forum (page 30)

Forum

Romannivîserekî Jîr û Romanên Wî Yên Hêja

Metîn Aktaş nivîskarekî kokkurd e û gelek berhemdare. Bi dehan romanên wî yên hêja hene. Romana wî ya bi navê “Nîşancî” ku li ser serhildana Şêx Saîdê nemire, ew kir navdar û bi saya wê romanê ew di nav xwendevanên kurd de û di qada siyasî ya tevgera netewî û demokratîk a bakurê Kurdistanê de hate nasîn. Min bi xwe …

Read More »

Çemê Mûnzûr*

Çemê Mûnzûr, ji binê Girê Mûnzûr Baba yê li ser Çîyayê Mûnzûr dest pê dike, di nav Deşta Zeranîgê re derbas dibe û dikeve nav gelî û derbendên kûr û asê. Çîyayên Dêrsimê bi gelek gelî, newal û latan ji hev dixîne; ava gelek çeman hildigire. Li başûrê Mamekîyê digîhêje ser Çemê Xarçîk û ber bi başûr ve diherike, piştî …

Read More »

Nivîskarên Kurd û nivîsandina bi zimanên biyanî

Pir caran, em Kurd bi awayekî çewt bi peyva “pîroz” re tevdigerin. Em ji berîka xwe wateyên wiha sosret lê zêde dikin ku peyva pîroz bi xwe wan venahewîne, wek: Rojeke pîroz e yan cejna te pîroz be, ev cilê nû li te pîroz bin. Bi dirêjiya bindestî û tepeseriya hezar salan, zimanê kurdî dirûva me wek gelekî cuda parastiye. …

Read More »

Darika Zavatiyê

Dema ku pîrekekê dûa ji yeka din re bikira, yan jî spasiya xwe ji yeka din re pêşkeş bikira, digot “Filankesê Xweda kurê te bi xêr bibe ber darikê, yan jî digot “Filankesê tu  û birayê xwe li ber darikê bimînin,” yan jî digot “Lawê min tu bi xêr herî ber darikê.” Mexsed ji vê darikê ew darika zavatiyê bû, …

Read More »

“Dûvpişk bi xwe venade”

Romana Edîp Polat ”Dûvpişk bi xwe venade” di nav weşanên Evrensel–gerdûnê de derket. Pirtûk 230 rûpel e. Ev romana duyem a nivîskar Edîp Polat e. Wî berê bi navê ”Ristemê Zal” romaneke dîrokî nivîsîbû. Wî destana ”Ristemê Zal” bi şêweya romanê afirandibû. Di romana ”Dûvpişk bi xwe venade” de rewşa bajarê Amedê a salên nodî baş tê ravekirin. Binêrin rûpela …

Read More »

MEM Û ZÎN: Şax û şovên zargotî û şîira EhmedêXanî

Dema ku em li ser destana Mem û Zînê disekinin, berî hemî tiştî divê em cudatiyê bikin navbera şax û şovên zargotî yên vê çîrokê (yan vê qewlê) ji aliyekî -ku hejmara wan gelek e- û şîira edebî ya Ehmedê Xanî ji dûmahiya sedsala hijdehan ji aliyêkî din. Bêguman esl û jêderê wan yek e. Di herdûkan da, eynî şexsiyet …

Read More »

Mihemed Elî Hiso di helbestên xwe de behsa qedirgiraniya Kurdistanê kiriye

Yek ji babetên berçav ku di nav berhemên nivîskar û helbestvanên Rojavayê Kurdistanê de cih girtiye, babeta welat e. Li aliyekî dewlemendiya welatê Kurdan û li aliyekî belengazî û hejariya wan.   Helbestvanê Kurd Mihemed Elî Hiso di hemû berhemên xwe de li ser vê paradoksê sekiniye û behsa bedewî û zengîniya axa Kurdistanê û herwiha bêparbûna keç û xortên …

Read More »

Pirzimanî û Pirkulturî

Di wan demê dawî de gelek sîyasetmedarên Tirkan qala yek dewlet, yek milet, yek al, yek niştiman bi dengekî bilind dikin. Li cem hinekan jî ev lîste dirêj dibe û dibe dim teke, dim tek… Ritma wana geleki lipaşmayî ye. Naskiriye. Çap û rast e. Bi taybetî weke ya leşkeran e. Mirov dibêje qey wan mirovan dinyaya sivil bi çavê …

Read More »

Bişaftin – Xwebişaftin

Ji bo ku dewletên dagirker gelên din têkin bin kontrola xwe û têkin bin xizmeta xwe şûna kuştinê rêbaza bişaftinê bi kar tînin. Ji ber vê yekê jî bişaftin rêbazeke herî xeternak e ji bo gelên bindest. Desthilatdar an jî dagirker bi siyaseteke durû, xapandin, çewsandin û helandinê vî karî dimeşînin. Wekî tê zanîn gelek bişaftin li ser gelan hatiye …

Read More »