Yekşem , Êlun 22 2019
Destpêk / Forum (pel 2)

Forum

Mirina Şêxekî Rind ji Amûdê: Seydayê Saadeddînê Seyda

Îro (27/07/2019), Seydayê Saadeddînê Seyda yê ku wek şahidekî bû ji gelek bûyerên Beriya Mêrdînê re, di mala xwe de li bajarê Amûdê koça dawî kir.. Berî salekê, di roja 16/7/2018’an de, ez û Dr. Mustafa Henîfê çûbûn serdana wî û min ev nivîsa xwarê nivîsandibû. Fermo, wek wefadarî di roja koçkirina wî de bixwînin: Amûdê û Sihbetek bi Seydayê …

Bêhtir Bixwîne »

Kurdo!

Kurdo! Qey qedera te ye tu di welatê Mezopotamiya de hatiye çandin..! Li ser peravên herdu çemên bêrawestan; Dicle û Ferat hatiye danîn… Di navbera herdu çiyayên bi heybet û saw; Zagros û Toros de mezin bûye.. Di hêrik, newal û deştên te de genim hatiye çandin, sewal hatine xwedîkirin, tekelên erebeyan hatine çêkirin, şaristanî, lê hatine avakirin.. Nûh pêxember …

Bêhtir Bixwîne »

Edebiyat û Ziman

Edebiyat/wêje wek her tiştên însanî, berhemeke mirovahiyê ye û hîmê xwe ji jiyanê digre. Berhemên edebî jîndar in, ji nav jiyana însanan û ji xeyalên mirovan tên afirandin. Edebiyat, anku lîteratur hunera nivîsînê ye. Dîtin, raman, hest û îmgeyên/remzên ku bi gotin û nivîsînê tê qalkirinê. Zanîstiya hunera hunermendî û afirandinê ye. Estetîka-bedewiya, rindiya armanca ramanê ye. Berê lîteratura devkî …

Bêhtir Bixwîne »

Hate Ber Derî Lê Cegerxwîn lê Nenerî

Rojekê civatek qerase li hev kom dibe. Li gel gel zanyar, sîyasetmedar û rewşenbîran Cegerxwîn jî di nava civatê de cihê xwe girtîye. Bi hev dişêwirin û li gel hev sohbetek xweş dikin. Bermalîya Cegerxwîn ji bo karekî tê ku bi Cegerxwîn bişêwire hema li ber devê derî li Cegerxwîn dinere. Lê feqîrê Cegerxwîn destê wî ji civatê nabe û …

Bêhtir Bixwîne »

Pêgeha rêbaza romantîk di helbesta Kurdî de

Ev nameyeke doktorayê ya Heval Ebûbekir e, bi serperiştiya Prof. Dr. Dilşad Elî sala 2010 pêşkêşî koleja ziman a Zanîngeha Silêmaniyê kir û ji pênc beşan pêk tê.   Armanca nameyê destnîşankirina pêgeha romantîzma Kurdî di edebiyata cîhanî de ye. Herwiha mijara bandora vê edebiyatê li ser geşbûna hizira neteweyî, wekî din nûser bandora azadiya takekes û rojnamevaniya Kurdî di …

Bêhtir Bixwîne »

Hespên Hesînî

Romana helbestvanê kurd Ulku Bîngol a bi nave “Hespên Hesînî“ di nav weşanên “Na“ de li bajarê Îzmîrê derketiye. Wek tê zanîn navenda weşanên “Na“ lî Îzmîrê ye. Roman 75 rûpel e. Helbestvanê kurd Ulku Bîngol ji Amedê/Dîyarbekirê ye. Ez jî ji Amedê me û min di jiyana xwe de li Amedê vî navî qet nebihîstiye. Ulku navekî tirkî ye …

Bêhtir Bixwîne »

Nivîskarno! Zarokên Me Heyf in

Ji ber ku min çîrokeke zarokan a sosret xwend, mecbûr mam ku vê gotarê binivîsim. Lewra zarokên me heyf in, zarokên me guneh in.Gava kesên ku haya wan ji edebîyatê, bi taybetî jî ji edebîyata zarokan tune be, dest bavêjin qelemê û hewl bidin ku çîrokên zarokan binivîsin, aha tiştên wisa sosret derdikevin meydanê. Helbet sûcdar ne bi tenê kesê …

Bêhtir Bixwîne »

Sê Rojên Bê bêhinvedan li Kobanî

Di destpêka vê salê de/ 2019, du pirtûkên min: (Romana Beriya Mêrdînê û Dr. Nûredîn Zaza; Kurdê Nejibîrkirinê) di nav weşanxaneya Sîtavê de li Wanê hatin çapkirina. Dengvedana imzekirina min ji wan re li Zankoya Zaxo û hotêla Kapîtola Hewlêrê di medya Kurdî de belav bû.. Li gor wê dengvedanê, desteya Çand û Hunerê ya Herêma Feratê ji min xwest …

Bêhtir Bixwîne »

Di 27 Saliya Oxirkirina Mîrzade Rewşen Bedirxan De

Di roja 01.06.2019’an de, (27) sal di ser koçkirina Mîrzade Rewşen xanim Bedirxan derbas dibe. Rewşen Bedirxan eva ku ji berî 78 salan ve di kovara Hawarê de wiha ji jinên kurd re gotiye: (Xweyîngino! Ez careke din dibêjim me jinên Kurdên îro, yên ko nifşê miletê me yê ayindê li ber destê xwe bixwedî dikin, me dû wezîfeyên giran …

Bêhtir Bixwîne »