Forum

Sermawêz, 2023

  • 1 Sermawêz

    Derûnî û Mirovê Nexweş

    Di jiyana dinyayê de, mirov bi gelemperî li gorî şert û mercên jiyana herema lê dijîn de ji hêla psîkolojîk ve nexweş in. Ji ber ku ji yekê zêdetir sedemên nexweşiya psîkolojîk henin, ku mirov bi ewlekarî nikarin bifikirin û tê nagihîjin encama rewşa xwe ya pîskolojîk bigrin binê qontrolê. 📌Sedema yekem: Encama herî bi tesîr di jiyana mirovan de …

Cotmeh, 2023

  • 30 Cotmeh

    Romana Semerqand – 39 (Amîn Me’lof)

    Li welatê Xeyam, rojên reş û tarî diboriyan. Gelo mizginiya ji Rojhilat re hatî dayîn ev bû? Ji Isfexanê heta Qezwînê û ji Şîrazê heta Hemedanê, ji devê herkesî heman deng derdiket: “Mirin! Mirin!” Êdi Ji bo gotina peyvên azadî, demokrasî û edaletê, diviya mirov xwe veşêrê… Dahatû, xewnek qedexekirî bû. Li kolanan berdidan pey kesên makezagonparêz. Navendên “Benîademan” hatibûn …

  • 30 Cotmeh

    Gelo lîstikên komputerê bandoriyê li ser zarokan dikin?

    ‏Di dema me de, lîstikên komputerê ji bo zarokan bûne‏ ‏şahiyek pêdivî ye. Piraniya malbatên ku kompîturê wan hene‏ ‏gazinan dikin ku nikarin zarokên xwe ji kompîturê dûr‏ ‏bixin û yên ku komputer li mal tine jî zarok israr dikin ku komputerê bikirin. Wekî din, zêdebûna vê‏ ‏dawiyê ya lîstikên tundûtûjiyê malbatan neçar dike ku li ser‏ ‏bandorên neyînî yên …

  • 26 Cotmeh

    Reîs Remezan

    Ne tenê di edebiyata Kurdî de. Di edebiyata cîhanê de jî kêm berhem hene ku bi kêmtirîn rûpel van zef tiştan bêjin. Ferhad Pirbalê ku bi rastî rewşa edebiyata Kurdî ye, bi şêwaza xwe, bi sekna xwe ronakbirekî feylozof e. Bi çendek rûpelan cihanek xurt cim cimandiye. Bi honandinek cihêreng. Him rexneyê li pergala desthilatdar dike, him jî rexneyê gelê …

  • 25 Cotmeh

    Romana Semerqand – 38 (Amîn Me’lof)

    Dema li Tehranê pêvçûnan didomand, li Tebrîzê dengê çekan yê ewul despêkir. Ez çûbûm, da piştî dersê Howardî bînim. Yê me bi Fazil û hevalek yê wî re şîv bixwara û ji wê jî em ê li encûmen bigihan hev. Hêca em negihaştibûn kolanên sûkê yên tevlîhev, me dengê çekan yên ewul sehkirin. Ji nîzing dihatin. Bi tatêldariyek zêde, me …

  • 23 Cotmeh

    Nirxandina du romana ‘Goşeyên Tarî / Asingerê Kor’

    Min du romanên birêz Kovan Sindî li du hev bi dor xwend û derbarê herdu romanan de vê kurtegotara danasîn û nirxandinê nivîsî. Ez vê nivîsa xwe pêşkêşê xwendevanên kurd dikim. Asingerê Kor Belê, Min du romanên romannivîserê kurd ê ji başurê Kurdistanê li pey hevûdu xwend. Yek jê ”Goşeya Tarî” bû û a din ”Asingerê Kor” bû. Min di …

  • 20 Cotmeh

    Romana Semerqand – 37 (Amîn Me’lof)

    Êvaran, li sûka Tebrîzê zehf kêm dikan dimînin vekirî, lê kolan tevgerdarin. Zelam li serê kujiyan, li ser kursiyên hêsîr qelûnê dikuşkuşînin. Dûyê qelûnan, bêhnên nava rojê tevan ditepisînê. Min rêveçûna xwe, li ya Howard dianî. Bê sekin dimeşiya, ji kolanekî diket kolana din, carna ji bo slavê bidê babê xwendekarekî xwe disekiniya. Li her deverî zarokan navber didan leyîstoka …

  • 20 Cotmeh

    Yara Gerden Zêrîn

    Êy yara naz û narîn Tu yî xwedan gerden zêrîn Şev û rojên min her pîroz in Li ser wan sîng û berên şîrîn   Ber sed milkê tirk û ereb û ecem Qurbana yek ramusana te bin Ax û av û zêr û zîvê wan Qurbana sîng û berê te bin   Sed kral û şah û siltan Her …

  • 19 Cotmeh

    Çima mirov ji ber zeviyan hevdu dikujin?

    Mirov ji ber zeviyan hevdu dikujin ji ber ku zevî çavkaniyeke girîng e. Xwarin, stargeh û dahatê peyda dikin. Ji ber vê yekê, têkoşîna ji bo kontrolkirina qadan dikare veguhere şerê desthilatdariyê ku dibe sedema tundûtûjiyê. Hin mînakên şîdetê yên ji ber zeviyan ev in: Di 1947-1948an de, di dema Şerê Serxwebûna Hindistanê de, serhildanek li dijî desthilatdariya kolonyal a …

  • 17 Cotmeh

    Romana Semerqand – 36 (Amîn Me’lof)

    PIRTÛKA ÇARÊ DI DERYAYÊ DE HELBESTVANEK Yê leyîstokê dileyizê xweda ye, em jî kevirên damê! Ya rast ev e, tiştên din beredayî ne. Ji lew re cîhan depê damê ye, her yek ji me jî pêlîstokek. Yê soxînê bikerixe û me berdê nava bîra bêbinî! Emer Xeyam   Nava baxçeyekê tarî û hawîrdorê wî dîwarkirî de, mirovên şên. Baskervîlle yê …