Forum

Tîrmeh, 2020

  • 2 Tîrmeh

    Dînê Şipya û Zindî

    Ne ku Dînê me kêrî me nayê, em nahêlin ku Îslam kêrî me were. Kanî kengî me aboriya mîrasê xistiye jiyana xwe? Di kîjan serdemê de me parkirina ku Xwedê di Qur’anê de li me par kiriye daye hev? An em para mîrasê li gorî tore, orf û edetan nadin yên qels û jinan an jî em li ser mîrasê …

  • 1 Tîrmeh

    Perwerdeya Taybet

    Perwerdeya taybet; ew kesên hewcedarê perwerdeyeke ji rêzê cuda, li gor kanîn û kêrdariyê ji bo têrkirina pêşveçûneke kesayetî û civakî, perwerdeya stendina bi personelên taybet e. Di vê warê de nasîna perwerdeya taybet ji sê beşan pêk tê. Kesên hewcedar, perwerdeyeke ne ji rêzê û personelên taybet. Kesên hewcedar; di jiyana civakî û kesayetî de yên nikarin pêdiviyên xwe …

  • 1 Tîrmeh

    Zerya (Helbest)

    Zerya sîya te, xwe li çavên min dike mêvan  gewdeyê min dihejîne!.. bi pêşna meşa te a awarte  serê min xwe dihejîne .. wekî serxweşekî .. di daristanên porê te de .. xwe didizim .. û vedişêrim .. jibo kulîlkên di çavên te de neçilmisin .. awarte ye hemû tevgera min  Zerya !.. ditirsim ku te nebînim  destê xwe li …

Hezîran, 2020

  • 29 Hezîran

    TEZEKE HÊJA: BERAWIRDÎYEK LI SER DESTANA MEMÊ ALAN Û MEM Û ZÎN

      (Teza Lîsansa Bilind) BERAWIRDÎYEK LI SER DESTANA MEMÊ ALAN Û MEM Û ZÎNA EHMEDÊ XANÎ JI ALÎYÊ BINYAD Û HONAKÊ VE   PÊŞGOTIN Destana Memê Alan yek ji destanên navdar ên folklora kurdî ye. Li gelek herêmên kurdan belav bûye û heta roja me hatiye. Li ser vê destanê gelek lêkolîn hatine kirin û ev destan ji hêla gelek …

  • 28 Hezîran

    Rûpelek ji Dîroka Devikî: Cemîlê Seyda

    Cemîlê Seyda; ev ê bi nav û deng, yê ku di sala 1925an de beşdarî di şoreşa Şêx Saîd kir û piştî beravêtina şoreşê, wek gelek hevalên xwe, xwe li nav kurdên Binxetê girt.. Fransîzên ku di Sûriyê de desthilat bûn ew jî, wek pirraniya welatpêrêzan kurdan li Sûriyê, dûrî sînorê Tirkiyê kirin û li Şamê ew kirin bin rûniştina …

  • 28 Hezîran

    XWEŞÎ Û VEGOTİNA ÇÎRÇÎROKÊ

    Çîrok an çîrçîrok (li gor min çîrçîrok xweştir û baştir e) qesta min çîrokên folklorik yên di nava gel de têgotin. Hûn çi dibêjin bibêjin çîrçîrok ji kalanên me gîhîştine kal, pîr, dê û bavê me. Kal û pîrên me tev çîrçîrokan zanibûn. Kêm-zêde çîrçîrok zîndiya xwe hê jî di nav gel de berdewam dike. Ferqa çîrok û çîrçîrokê mijarekî …

  • 28 Hezîran

    Mêrê Bi Sed Mêran Ya Arîn Zîn

    1-Min dixwast bi hemû hebûna xwe ve ne tenê biçim, com jî bibim. Lê nedibû, tim êş û eşîra min li ber min, li ser çûyîna min bû. Destûra dawî ji destên min derketibû. Xwîna yên din tevê xwîna min bûbû. Xwîna yên din xwîna min a sor, reş kiribû. Jîyanê konekî tarî di ser min de vegirtibû, mîna ewrên …

  • 25 Hezîran

    Bêhenek re Hevpeyvîn

    “Lê roja ku em di lîstikan de nêrîna  jinê bibînin, gotinên jinê bibîhisin em ê bikaribin bêjin ku jin di şanoyê de ciyêkî xurt girtine.” Bêhenek-  Gulbîn Bozan û Rabîa Heybetoglu Hevpeyvîn: Rojbîn Ozkan Ew demek dirêje ku herdu şanogêrên hêja; Gulbîn Bozan û Rabîa Heybetoglu bi listika navê “Bêhenek” li ser You tube derdikevin pêşberên temaşevanên Kurd. Me bi …

  • 25 Hezîran

    “Kujerên” çand û zimanê kurdî kî ne?

    Ez vê kurtegotarê pêşkêşî zanistê navdar Dr. İsmail Beşikçi û hinek heval, rêheval (=hawrê) û nasên xwe dikim. Rewş (=baredox) û derûniya Kurdên Bakurî (=Bakurî) heta roja me ne hatiye vekolandin. Pir(r)aniya Bakuriya di nava 30-40 salî da dev ji çand û zimanê xwe berda ye! Ev rewşeke giran, tracêdî û matmayî ye! Hokarên (=sedemên) vê baredoxa manûnemana Kurdiya Bakur …

  • 23 Hezîran

    Herêma Lêfê

    Herêma Lêfê herêma herî piçûk e. Di navbera Toristanê, Basa û Sêrtê de dimîne. Lêfê çend Gundê Kerboranê (Bajarokê Mêrdînê) jî dikevin nav de. Kesê Herêma Lêfê nizanîbe , dibêjin wir Herêma Toristanê. Herêma Lêfê bi navê Berava jî tê nasîn. Herêma Lêfê bi kevirên xwe navdar e. Û ji deh peyva zêdetir navan li keviran dikin. Li gor tê …