Cemîlê Seyda; ev ê bi nav û deng, yê ku di sala 1925an de beşdarî di şoreşa Şêx Saîd kir û piştî beravêtina şoreşê, wek gelek hevalên xwe, xwe li nav kurdên Binxetê girt.. Fransîzên ku di Sûriyê de desthilat bûn ew jî, wek pirraniya welatpêrêzan kurdan li Sûriyê, dûrî sînorê Tirkiyê kirin û li Şamê ew kirin bin rûniştina …
Hezîran, 2020
-
28 Hezîran
XWEŞÎ Û VEGOTİNA ÇÎRÇÎROKÊ
Çîrok an çîrçîrok (li gor min çîrçîrok xweştir û baştir e) qesta min çîrokên folklorik yên di nava gel de têgotin. Hûn çi dibêjin bibêjin çîrçîrok ji kalanên me gîhîştine kal, pîr, dê û bavê me. Kal û pîrên me tev çîrçîrokan zanibûn. Kêm-zêde çîrçîrok zîndiya xwe hê jî di nav gel de berdewam dike. Ferqa çîrok û çîrçîrokê mijarekî …
-
28 Hezîran
Mêrê Bi Sed Mêran Ya Arîn Zîn
1-Min dixwast bi hemû hebûna xwe ve ne tenê biçim, com jî bibim. Lê nedibû, tim êş û eşîra min li ber min, li ser çûyîna min bû. Destûra dawî ji destên min derketibû. Xwîna yên din tevê xwîna min bûbû. Xwîna yên din xwîna min a sor, reş kiribû. Jîyanê konekî tarî di ser min de vegirtibû, mîna ewrên …
-
25 Hezîran
Bêhenek re Hevpeyvîn
“Lê roja ku em di lîstikan de nêrîna jinê bibînin, gotinên jinê bibîhisin em ê bikaribin bêjin ku jin di şanoyê de ciyêkî xurt girtine.” Bêhenek- Gulbîn Bozan û Rabîa Heybetoglu Hevpeyvîn: Rojbîn Ozkan Ew demek dirêje ku herdu şanogêrên hêja; Gulbîn Bozan û Rabîa Heybetoglu bi listika navê “Bêhenek” li ser You tube derdikevin pêşberên temaşevanên Kurd. Me bi …
-
25 Hezîran
“Kujerên” çand û zimanê kurdî kî ne?
Ez vê kurtegotarê pêşkêşî zanistê navdar Dr. İsmail Beşikçi û hinek heval, rêheval (=hawrê) û nasên xwe dikim. Rewş (=baredox) û derûniya Kurdên Bakurî (=Bakurî) heta roja me ne hatiye vekolandin. Pir(r)aniya Bakuriya di nava 30-40 salî da dev ji çand û zimanê xwe berda ye! Ev rewşeke giran, tracêdî û matmayî ye! Hokarên (=sedemên) vê baredoxa manûnemana Kurdiya Bakur …
-
23 Hezîran
Herêma Lêfê
Herêma Lêfê herêma herî piçûk e. Di navbera Toristanê, Basa û Sêrtê de dimîne. Lêfê çend Gundê Kerboranê (Bajarokê Mêrdînê) jî dikevin nav de. Kesê Herêma Lêfê nizanîbe , dibêjin wir Herêma Toristanê. Herêma Lêfê bi navê Berava jî tê nasîn. Herêma Lêfê bi kevirên xwe navdar e. Û ji deh peyva zêdetir navan li keviran dikin. Li gor tê …
-
22 Hezîran
Pirtûka Sêvdîn Mîrê Kela Rebetê Ya – Osman Özçelik
1-Tim navroj e, mela banga nimêja nîvro dike. Ez bi xemginîyeke kevnar ketime canê xwe. Di navbera dê û amojna xwe de mabûm. Sê peyv dikevin navbera min û banga azanê nîvro. Dayîka min bi çavên xwe dimizîce, bi destên xwe dipelîne, amojnaya min bi hemû bedena xwe ve dirahişe. Nîvro ye. Ez nexwazim kesek an tiştek têkeve navbera min …
-
18 Hezîran
MESELOK, A XOCE NISREDÎN E YAN A BEHLÛLÊ DÎWANE YE?
Bi dehê salan digotin ku ev meselok, a Xoce Nisredîn e. Lê derket holê ku ya Behlûlê Dîwane ye û li Dîwana Mîrê Kurd ê Amêdiya ku niha di nava sînorên Başûrê Kurdistanê de ye rûdaye. Behlûlê Dîwane, kekê Harûn Reşîdê xelîfeyê Îslamê bûye. Her kesî Behlûlî şêt dizanibû, lê belê ew kesekî pir zana û bîrewer bûye û hertim …
-
17 Hezîran
Bûnewerê Tirsdêr
Xwedê mirov afirand. Ew nas kir û şîyana (emanet) naskirina Xwe da wî. Bi vî awayî Xwedê û mirov ji nişke ve hatine hemberî hev. Xwedê ev mesafe da însan da ku însan Xwedê nas bike. Çawa ku jê re bêje “ez te dibînim, tu jî min dibînî?” Bi vî awayî gulaşeke dîrokî dest pê kir. Heta gulaşeke wisa ye …
-
15 Hezîran
Pirtûkek kurteçîrokan “Ji Qeraxên Dilan”
Di nav weşanên “Ar”ê de bi navê “Ji Qeraxên Dilan” pirtûkeke kurteçîrokan a nivîskarê kurd Mevlut Aykoç derket. Pirtûk 87 rûpele. Di pirtûkê de 43 kurteçîrok hene. Çîrokên ku di pirtûkê de ne bi rastî jî li gor navê xwe kurteçîrokin. Hinek kurteçîrok rûpelek, hinek du rûpel û ya herî dirêj jî sê rûpele. Pirtûk bi kurteçîroka sernavê “Keça Porzer” …