Forum

Îlon, 2020

  • 1 Îlon

    PIRTÛKEKA NÛH: GULÎZAR

    Malbat bela-wela ne û evîndar ji hevûdu dûr dikevin, lê evîn zora her tiştî dibe. Di Gulîzarê de, tiştê ku herî pêşîn bala me dikişîne, warê hunera edebî û teknîka raxistina tema kurteçîrokan e. Zimanê nivîskarî, zimanê rojane, nerm-nerm diherike. Gulîzar ji alîyê Weşanxaneya Helwestê ve hat weşandin.  Nivîskarê Gulîzarê Lokman Polat e.   Di berga pêşîn de wêneyeke çekdarekî/pêşmergeyekî, ku …

  • 1 Îlon

    Li Emerîkayê Perwerdehiya Taybet

    Her çiqas beş û cûreyên nekanyariyê hebin jî perwerdeya taybet bêtir li ser zarokên nekanyar ên hişmendî rawestiyaye. Ji ber ku zarokên nekanyar ên hişmendî di jiyana civak û kesayetî de pirsgirêkên mezin derdixistin holê. Ji ber vê hawê pêşî pêşî li ser beşa nekanyariyê rêzik û zagon hatine amadekirin. Di vê warê de ji bo fêmkirina perwerdeya taybet, teqez …

Tebax, 2020

  • 31 Tebax

    Bi rastî jî 50 hezar gotinên pêşiyan ên kurdan hene?

    Pirs zelal e; “Bi rastî jî 50 hezar Gotinên Pêşiyan ên kurdan hene, yan hema her tiştî em li ser navê gotinên pêşiyan qeyd dikin?” Niha xebateke nû bû sedem ku em vê pirsê bikin û bikevin dû bersivê. Em ketin dû, me lêkolîn kir û me ji pisporan jî pirsî. Weşanxaneya Sîtavê li Wanê weşana bi kurdî dike. Heta …

  • 31 Tebax

    Salah Saadellah: (1930 – 2007) Zavayê Mîr Celadet Bedirxan

    Wek ku diyar e, piştî ku Mîr Bedirxan di sala 1847an de sirgûnî Stenbolê bûye, neferên malbata wî di çar kenarên dinyayê de belav bûne. Di wê mişextiyê de keçên xwe dane gelek mirovan. Ew keçên ku dane jî, bi rêk, pêk û şêwir dane û wiha gelek zavayên wan ji malbatên naskirî hene wek. Malbata qeralê Ûrdunê, malbata Elsulih …

  • 29 Tebax

    Dêre Sorê Piçûkê

    Min di twîteke xwe ya roja 14/8 2020 an de bala xwendevan û şopînerên xwe kişande ser mijara peyva dêre û kilama Dêre Sorê Piçûkê ku cara yekem ji aliyê hunermenda kurd Zadîna Şekir de hatiye gotin. Kilam di nav kurdan de bûye yek ji wan kilamên here hezkirî. Peyva dêre li Serhedê bo kincên jina (fîstan, kiras, entarî) tê …

  • 27 Tebax

    Wîjdan

    Li eyaleta ku nivîskar lê dimîne dîsa fuarek heye, fuara kîtaban. Digel ku nivîskar îro xwe rihet hîs nake û nexweş e jî, wîjdana wî, wî rehet nahêle. Lewra karker û mesûlên weşanxaneyê cî veqetandine, lê kes nehatiye. Bi vî awayî kîtab û fuar li ser wîjdana nivîskar mane. Seet 14,00an de ew radibe, li erebeya xwe sîwar dibe û …

  • 25 Tebax

    Hannah Arendt, xwendin û em

    Çima gelê Kurd di ewqas hêlan de ji gelên din şûndatir maye? Kêmbûna hizra neteweyî? Nebûna rûmetê – rûmeteke gelemperî û neteweyî? Rola zanînê? Elbet ev tev sebeb in, lê dîsa jî dilê min rûnanê. Çima hejmara Kurdên çardeh salî yên Ehmedê Xanî dixwînin ji yên ku Goethe, Hegel, Nietzsche dixwînin, kêmtir e? Erê, deng tê min, dengê te. Bêdewletbûn.. …

  • 23 Tebax

    Medya Kurdî: Dagirkerên ji malê!

    Rêxistin û partîyên Kurdan rê li ber medyayeke azad û bi vê va girêdayî jî li ber dînamîzma fikrê girtine ku herdu jî bingeha civateke sîvîl û pêşdeçûyî ne! Di nivîsa xwe ya di bin sernavê „Lâl olma halî ve Kürtler“ da ez li ser du xalên ku herî zêde milletê me eleqeder dike, sekinîm û ji ber ku mijar …

  • 22 Tebax

    Rewşenbîrîya Kurdî û oto-Oryentalîzm

    Lê gava nivîskarekî Kurd rabe, di sedsala 21an da di jinikeke nixumandî da tenê ‘gagoleke rêxê’ bibîne, meriv dê vê ‘xebata ronakbîrî’ çawa îzah bike? Gelo ‘gagoleke rêxê’ çîroka ‘Çarşef’ bixwîne, dê di rihê wê da çi bêje? Ma heqê kê heye, ku metaforeke bi vî rengî di serê xwendevanên xwe da bi cî bike? Ma wîjdana nivîskarekî çawa munasib …

  • 21 Tebax

    Sînor, Edebiyat û Mueyed Teyib

    Gava mirov ji kitêbekê, ji şiîrekê, ji fîlmekî, ji stranekê zewq girt, wê demê ew dibin sedem ku meriv ji wî zimanî jî zewqê bigre. Berhemên Teyib ji vê hêlê ve jî têr û tije ne, kûrahîya her metnekê bi mecaz, alegorî, îroniyan bi serê xwe heye. Zimanê şiîra Teyib, ne zimanekî çêkiriye. Zimanê wî zimanekî otantîk û resen ê …