Forum

Hezîran, 2020

  • 3 Hezîran

    Beşek ji pêşgotina vê pirtûka min; Bajarê Cizîra Botan û Hunera Mîr Bedirxan

    Cizîra Botan bajarekî gelekî kevnar e, mirovahiyê mora xwe li gelek perestgeh, mizgeft, keleh, qesir, pir, sûr, burc û gelek avahiyên wê yên cur bi cur xistiye. Gelek şaristanî têre derbas bûne û her şaristaniyekê bermayê xwe, şop û şûna xwe lê hiştiye. Bajarê Cizîrê Botan ji kurdan re bajarekî pîroz e, ew jî mîna bajarê Qudsê ye (Orşelîm) e. …

  • 3 Hezîran

    EPÎLOGA HESENÊ METÊ

    Bêguman jiyan ji kesî ra nabe yar. Ew bayek bêxwedî, bêalî û bêdawiye. Em îro paşeroja xwe dizanin lê pêşerojê qet nizanin. Di navbera hebûn û hêviyan de hemû tişt mîna tayê pembo ye. Pir sihêl, pir sivik û nêzî qetandinê. Beriya pandemiyê dîsa me dikaribû hewkî tişta bavêjin navê, Lê êdî rêstina me vala ye. Jiyanê text û temaşaya …

  • 3 Hezîran

    Ji Folklora Kurdî Stranek: Eyşa Balê

    Li beri derdorên bajarê Rihayê bi navê “Terkoxlî” axayek hebû. Xulamekî wî jî hebû navê wî Balê bû. Lawekî Terkoxlî hebû navê wî Usif û keçek Balê jî hebû navê wê Eyşê bû. Balê temamê tehsîlat, danûstandin û tomarkirina malê axê dikir. Terkoxlî jî li cihê xwe rûniştî bû, serkab bû. Axayê eşîrê bû. Dem derbas bû, Xwedê Teala ku …

  • 3 Hezîran

    FEDÊYA KURD Û EFREDÎTEYA YUNANÊ

    Bêguman dema meriv dikeve nava lêkolînan, meriv li gelek tiştên girîng rast tê. Yek ji wan jî Fedêya Kurdistanê û Efrodîteya Yunanê ye ku herdu jî ji kefa behrê çêbûne. Efrodîteya ku di mitolojiya Yunanê de ye, xwedawendê evîn û bereketê bûye, li gor baweriya Yewnanan ji kefa Behrê çêbûye. Ew baweriya wan, ez birim dawiya salên 1950. Bavê min …

  • 2 Hezîran

    Çend gotin li ser ”Çîrokên Rengîn” û “Du Dilî ” ya Lokman Polat

    Di meha cotmehê de pirtûkek Lokman POLAT di weşanên çandnameyê de wek pdf derçû. Polat ji bo pêncî saliya xwe çîrokên ku di pîrtûkên wî yên cur be cur de derçûne kom kiriye û di sala 2007 de li weşanên Helwest forlagê de weşandiye.   Ez jî temenekî dirêj û tijje ji bo wî dixwazim. Polat bi zimanekî ji kompleksa …

  • 2 Hezîran

    Naçim

    Li pey te naçim Ne ji ber ku tu giyan û pergal sivikî, ez jî ji ber hilgirtina bîranînên tijî xem û kul û derdeseriyên meh û salan, bîr û govde giran im. Li pey te naçim Ne ji ber ku tu hêzdar î, ez jî weke dara ku bi deh caran hatiye maltin û mîna şiqinê zirav ji bêhêziyê …

  • 1 Hezîran

    PÎVAN Û BANDORA HELBESTÊ-2

    Helbestvan hêvî û nasnameya welatê xwe, remza egîd û comerdiyê ne. Xwediyê dilên pak û paqij in, xwe ji şêloliyan dûr digrin. Helbestvan hişmend in, dildar in, geh dibin balinde, carînan piling û şêr in Di payîzan da gulên lenesor in, di biharanda kulîlk û gulên sor in Hunermend bi formên hunerî xemilandîne, li gorî dem ê û jiyanê helwestên …

  • 1 Hezîran

    Êvara Perwaneyê Ya Bextiyar Elî

    Bi hukmê hêzên paşverû, mirovên tûnd û tarî li ser civakekê fişar û zextê bikin yê çi bibe? Behtir kî an jî kîjan komê zirarê bibîne? Xwedê her kes afirandiye û her kes serbest berdaye. Gelo hinek bi navê Xwedê li ser hinekên din qûral û qedexeyan danîn, dê çi bibe? Rastiyê her kesî cûda ye û ew jî ji …

  • 1 Hezîran

    DI SALNAMEYA KURDÎ DE ÇILE

    Di Salnameya Kurdî de 40 heye û ÇILE heye. Ev herdu çendî ku ji hevûdu dûrebar bin jî, lê hevbariya wan jî heye. Niha ÇILE, lê nivîsa li pey vê jî wê 40 bête weşandin. Di Salnameyê de, ji xeyn ”40”ê, du çile hene. Yek, di havînê de ye û yek di zivistanê de ye. DESTPÊKA ÇILEYÊ HAVÎNÊ: Roja Yekê …

Sermawêz, 2020

  • 30 Sermawêz

    MIRDÊSİYA MIN

    ji gorîstana jinên pîroz di ser pireya Genderê re derbas be biçe peytexta Antîqoz Arsemiyayê ax hawar!  ax ax! Mirdêsya min min çiqas dixwest ku bêjim ji bona hesret û kedera dilê min destpêka rêwitiya te bila Semsat be biçe deşta Mirdês warê Mîrên zelûl xwe bide ber bayê biharê yê ku rojhilat ve têt ji alîkî porê te yê …