Forum

Hezîran, 2020

  • 29 Hezîran

    Derî û Dil

    Di ‘Derî’ de kirde şa’r bi xwe ye. Lê di bin risteyan de kirdeyek veşartî heye, bi min kirdeya veşartî jî bav e. Şa’r behsa xwe ya heft salî dike, meşek dide destpêkirin bo vegerina zaroktiya xwe, di çavên zarokbûna xwe de nêrînek bi gazîn tîne ser ziman, bi kirdeya veşartî re hesabek, hesretek, hêviyek li ber çavên me radixe. …

  • 28 Hezîran

    Rewşa Medyaya Kurdî Çawa ye? (Hevpeyvîn)

    Di pêvajoya 2020an de medyaya Kurdî hem di aliyê tewrî de û  hem di aliyê teknîkî de pêşketinên ber bi çav bi xwe re anîn, ji gelek dewletên cîhanê re bû çavkanî, lê mixabin negihaşte medyaya neteweyî, heta negihaşt asta serxwebûnê jî. Di encamê de di bin banên partî û aliyên ku destekê didin medyayê. Êdî mirov digihêje wê baweriyê …

  • 28 Hezîran

    PİLPİLÎNG Û ŞEWAT

    Çar heb hevalên pilpilîng bi hev re digeriyan geh li ser gova gulê vediniştin difiriyan geh li ser kulîlka vediniştin;  difiriyan û direqisiyan. Rojekî dîsa di seyranê de ar dibînin lê nizanin ku ar çi ye. Dixwazin ku ar nasbikin. Pilpilînga yekem hindikî nêzê ar bûye, dîtiye ku ser, der û dorê wê ronî dike û vegeriya cem hevalan, got: …

  • 28 Hezîran

    ÇAVÊN DERYAYÎ

    Di germaya çavan da dibînim, evîndariya rastî Ku ew awir tunebin, Baskê min şikestîne Gulên bihara min wendayîne Balîndeyên difirrin bala min nakişîne Û evîndariya qumriyan jî Ku tu nebî; Xemla ezmanê min bi ewr in, ne sayîne Gulên bihara min na bişkuvin, ne xuyanîne Jiyana min dibe payîza paşîn, Dara min pelan diweşîne Heger  dilgermî  hebe hest  difûrin Xuyanî, …

  • 27 Hezîran

    Wergera Berhemên Kurdî

    Li ser girîngiya wergerê çiqas gotin bê gotin, çiqas nivîs bê nivîsîn jî têr nake. Ev mijar wisan mijareke girîng e ku divê bi her hawayî li ser bê rawestandin. Berhemên edebî piştê ku tên weşandin, dibin malê mirovahiyê, dibin malê temamê gelên cîhanê. Berhemên edebî hem netewî ne, hem jî gerdûnî ne. Ew sînor nas nakin. Bi saya wergerê …

  • 26 Hezîran

    STÊRA KARWANKUJ Û SERPÊHATIYA WÊ

    Bêguman gelek stêr li asîmanê banî hene. Navê piraniyan wan bi kurdiya kurmancî heye. Lê mixabin piştî rûxandina pênc hezar gundên Bakûrê Kurdistanê û heşifandina ciwanîn Kurd li gund û bajaran ji aliyê Kemalîzmê ve, ew nav jî êdî wenda dibin û wendabûne. Berê gundî, xasma jî şivanên gundan û karwanvanî, navê hemû stêran dizanibûn. Lê niha şivantî jî daketiye …

  • 25 Hezîran

    Romatoîd Artrît

    Romatoîd Artrît, nexweşiyeke bi kulbûnê xwe dide der. Ev nexweşî domdar e û sedemên wê nayên zanîn. Herî zêde bandorê li movikan dike lê di hinav û gelek lebatên mirov da jî dibe sedema kulbûnê. Kes vê nexweşiyê ji kesî venagire. Romatoîd, ji peyva “rheumatos” û ji paşgira “oid” pêk tê. Ev bêje wateya “wekî ba/romatîzma” dide. Artrît/arthritis jî “kulbûna …

  • 24 Hezîran

    Gotinek di 35 saliya oxirkirina bavê min de

    Di roja (24/12/2020)an de, (35) sal di ser roja koçkirina bavê min (Osmanê Evdo) re derbas dibe. Sed mixabin, wî encamê ked û westandina xwe ne dît.. Dayika min li şûn mabû û berî dor salekê, wê jî daye pey.. Car caran wê di ber xwe de ji me re dibêje: Xwezî bavê we sax ba.. wê çendî kêfa wî …

  • 24 Hezîran

    Ji Bo Seydayê Gurdilî çend gotin

    Seydayê giranbiha Seyda Gurdilî (Mele Amaddettin Yetîz) di 02.12.2020 an de çû ser dilovanîya xwe. Seydayê Gurdilî bi xwe ji xelkê gundê Kirîva li navçeya Misircê (Kurtalan) ya Sertê bû û di sala 1936an de hatîye dinyayê. Li medreseyên Kurdistanê ji alimên Kurd ders wergirtîye. Yek j iwan Melle Evdilayê Sergewra ye.  Li Bismilê, li gundê Aquba nezîkê 20 sal …

  • 22 Hezîran

    BUDDHA, HER ÇAR RASTÎYÊN PÎROZ Û RÊYA HEYŞTHÊLÎ

    Buddha ne Xweda bû. Ew fena gellek mirovan yekî asayî bû. Mîna gellek mirovan jîya, bi derd û êşên jîyan û dinyayê hisîya; xwest wan fam bike, bide famkirin û veguherîne û bi vî şêweyî jî barê mirovatîyê siviktir bike. Çil û pênc salan bêwestan weiz dan û digot: ”Êşa di dilê te de dihêle ku tu bikevî di dilê …