Nivîsxane

– Nivîsên sîyasî nayên weşandin.
– Nivîskar ji nivîsa xwe, xwendekar ji xwendina xwe berpirs e.
– Her nivîs tê kontrolkirin û li gor weşanê tê redektekirin.
– Divê her nivîskar herî hindik mehê carekê nivîsekê bişîne.
– Nivîskar ku nivîsan neşîne hişyarî tê dayîn, ku nebe nivîs nayê rakirin lê cîyê nivîskar ji quncik tê rakirin.

Romana Semerqand – 47 (Amîn Me’lof)

Cherborg, 10ê Avrêla 1912ê. Li pêşberî min Deryaya Manşê ya bê serî û bê binî, bi ava xwe ya zîvîn ve weke mehfûrekî ya Îranê dirêj dibûya. Li rex tenişta min: Şêrîn. Di baholên me de: Destnivîs. Li derdora me qelebalixek belav û tev Rojhilatî! Behsa gelek kesên navdar yên li Tîtanîkê siwarbûyîn hat kirin, lê hat ji bîrkirin ku …

Bêhtir »

KORÎDOR (Romana Efrînê)

Jan Dost romannivîseke berhemdar e. Romanên wî yên bi kurdî ji dehan bihurî. Hinek romanên wî li bakurê Kurdistanê hatine weşandin, lê gelek romanên wî hêj li bakur nehatine weşandin. Romana wî a bi navê ”Korîdor = Romaa Efrînê” li Almanyayê di nav weşanên ”Sersera” de hatiye weşandin. Roman 152 rûpel e. Berga romanê rengîn e û bergek hunerî ye. …

Bêhtir »

Xeyal dikim…

Xeyal dikim ez te li wî bajarî di vî kolanî de .. dinav qerebalixîya sûkê de her wekî kes kesî nasnake kes ji kesî heznake ji xeynî min û te.. dibêjim qey ez û tu tenê jihev hezdikin ez û tu tenê bihevra dikenin bajarû sûk jî bimera dikenin kesên di sûkê de jî, wekî me jihev hezdikin lê ez …

Bêhtir »

Ez û Dilbikul Cizîrî Helbestvanê Cizîra Botan

Ji mêj ve, min divîbû şarê Cizîra Botan bibînim. Ne tenê dîtin, lê belê ku çend rojan jî lê bimînim, lê razêm û çarşiyên wê ji nêzîk ve bibînim, bi xelkên wê re biaxifim.. Jixwe serdana gora Mem û Zîn, Melayê Cizîrî, Medreseya Sor, Birca Belek, gora Nebî Nûh xewnek ji xewnên min bû. Ev navên ku ji mêj ve …

Bêhtir »

QUNCIKÊ ŞIKEFTA TARÎ DE

Heyva adarê rojên taybet pîroz in, Çavên miletê mafê jiyanê derdestî bûnin, Bi dilgermî hêviya bîstûyekê adarê ne, Germa newrozê rih dike xweza jiyan xweş dibe.   Pir zor e ew bihara ku tu li bendêyî û terîfa wê germê dikî. Tu ketî quncikê ada xwe, û biliyê fikrên xwe bûyî. Qey te nizanîbû mêjî qirêjan re bûye xû, te …

Bêhtir »

Romana Semerqand – 46 (Amîn Me’lof)

Di parlementoyê de heftê û şeş parlementer, li benda wî bûn. Hin bi şaşik, hin bi fes, an bi kum bûn. Ji Benîademan yên rapir, weke Ewropiyan xwe pêçabûn. Serokwezîr saet yazdehan, wek çawa herê ser kursiyê sêdarê, welê çû ser kursiyê parlementoyê. Ultimatoma ji alê Londonê ve jî hatî pesendkirin, bi dengeke nivz xwend û biryara hikumetê ragihand: Yê …

Bêhtir »

“SERPÊHATIYÊN ZANA Û HIN ÇÎROKÊN BI QAFIYE”

Di xortaniya xwe de min nave Mele Xalit wek kurdekî welatparêz bihîstibû. Wê demê ji xelkê hineka ji bo kurdên siyasî, yên ku doza netewa kurd diparêzên re ”Kurdçî” digotin. Dema behsa kurdekî weha siyasî û welatparêz dihat kirin, digotin filankes Kurdçî ye. Mele Xalitê Licî jî yek ji wan welatparêzên kurdçî bû. Navçeya Licê ji dema serîhildana Şêx Saîd …

Bêhtir »

Romana Semerqand – 45 (Amîn Me’lof)

Sala 1911ê li Îranê her kesî digot: “Emerîkî û hey Emerîkî!”. Heke ez bêjim wê salê, li Îranê di nava berpirsyaran de kesê herî dihat heskirin û herî xurt Morgan bû, yê ne pirole bê. Tiştên dixwestin bike bi rojnamegeran re parve dikirin û heta ji ber ku mijarên asê de fikrên wan jî werdigirtin desteka rojnameyan jî pirbû. Bi …

Bêhtir »

Romana Semerqand – 44 (Amîn Me’lof)

Fazil, agahiya du derhozeyan da. Bi pispisandin diaxiviya, lê dilşad bû. -Ka li wî binêre! Min ji te re negotibû yê bişihubê Baskervîlle? Kesê behsê dikir, Morgan Shuster bû. Xeznedarê Giştî yê Îranê yê nû, li ba me ve dihat. Em çûbûn ser rêya Qezwînê pêşwaziya wî. Ew û kesên li rex, bi erebeyek a xurde ya postê ya hespên …

Bêhtir »