Nivîsxane

– Nivîsên sîyasî nayên weşandin.
– Nivîskar ji nivîsa xwe, xwendekar ji xwendina xwe berpirs e.
– Her nivîs tê kontrolkirin û li gor weşanê tê redektekirin.
– Divê her nivîskar herî hindik mehê carekê nivîsekê bişîne.
– Nivîskar ku nivîsan neşîne hişyarî tê dayîn, ku nebe nivîs nayê rakirin lê cîyê nivîskar ji quncik tê rakirin.

Beriya Mêrdînê û Dengbêjî

Were domam, were doman, tuyî serê gazin û loman! Ava çemê me bi xulxul tê, pêlek şîr tê yek şekir tê Dilketina qîz û xortan, ji kambaxa gund, ji eşq û dil tê Dilketina min û vê zalimê, mektûbreşê ji nav gawir tê.. Tevî qedexebûna Zimanê Kurdî ji rex desthilatê ve, tevî asteng û problemên ku di nav civata xelkên …

Bêhtir »

Ehmed Qeya kî ye? 

Di 28ê Cotmeha 1957an de li Meletiyê hatiye dinê. Bavê wî kurdekî ji Semsûrê ye û diya wî jî tirkeke ji Erziromê ye. Malbata wî, ji bo xebatê ji Semsûrê koçî Meletiyê kiriye. Ehmed Qeya di malbata xwe de zarokê pêncemîn e. 1. Bavî wî di Bankeya Sûmerê de karker bûye. Hîn 6 salî ye bavê wî jê re sazekê …

Bêhtir »

7’Min Filmefestîvala Duhokê; çûn, dîtin û ger

(7. Duhok Internatiyonal Film Festival) -1- Filmefestîvala Duhokê ya Navdewletî ji me Kurdan re, gavek nû ye ber bi şaristaniya moderin ve. Ji sînemakar, derhêner, nivîskar û hunermendên Kurd û biyanî re derfeteke baş e ji bo pêşketinê. Nexasim ku li Kurdistanê, bajarê Duhokê hev dibînin, hev nas dikin û di nav re serwextî proje û pilanên çêkirina fîlmên hev …

Bêhtir »

Bi Konê Reş re gerek li Beriya Mêrdînê

Beriya Mêrdînê (Romana Heyamên Derbasbûyî) Dawî berhemên nivîskar û helbestvan Konê Reş romana Beriya Mêrdînê (Romana Heyamên Derbasbûyî) ye. Dema mirov çav li navnîşana vê pirtûkê dikeve, pêşbînî dike ku wê çi di nav herdu qapên wê de be, bi taybet dema ku ev pirtûk ji aliyê nivîskarekî mîna Konê Reş hatibe nivîsandin, çinku vî ciwamêrî temenê xwe terxan kiriye …

Bêhtir »

Welato!

Welato! Êdî bes e; bes pirsa evînê û helbestên evînê ji min bike! Çax û demên min ji dilgirtin, girnijandin û hevdîtinê re nînin..! Li min bibore Welato! Êdi nema strana (Keçka Simoqî û Bavê Seyro) giyanê min dihejînin.. Êdî nema xewin û xeyal karin bi dil ku dil bijenînin.. Dil, di nav xaka Binxetê û Beriya Mêrdînê de perçe-perçe …

Bêhtir »

Mîtra, Mîtolojîya Aryanî / Maruf Yilmaz

Navê Mîtra bi latînî, yûnanî ”Miopac” e (Boyce, Meryern, Grenet, Frantz 1975). Peyva Mitra´yê di pirtûka Xenophonî de jî derbas dibe. Xenophon pirtûka xwe 400 sal BZ nivîsîye û têde qala Mitra´yê dike. Peyva Mîth´ê di Avesta zerdeştî de jî heye. Berî Zardeştî di Rigwedayê de jî derbas dibe û li wir Mîthra´yê “îlahî” bi xwe ye. Bi zimanê Sanskrîtî, …

Bêhtir »

Em dê çawan dîtinên xwe bicerbînin? – Maruf Yilmaz

Ziman wekî sîstemekê ye û ew li ser kesî (indîvîdî)ye. Ziman di ser kesî re ye û li her cîhî jê zêdetir rola xwe dileyîze. Lê di vî warî de Aristoteles civakê wekî organîzmekê dibîne, li wir ferd (îndîvîd) bi tevahîyê re girêdayî ye. Elementa bingehîn a sîstema zimanî peyv, bêje û ferheng e. Tîp (herf) perçeyên herî piçûk, atomên …

Bêhtir »

Pirtûka Şems Qemer: Mêzîn

Mêzîn navê kurteromana nivîskarê kurd Şems Qemer e. Mêzîn 89 rûpel e û di nav weşanên “Na“ de, li bajarê Îzmîrê derketiye. Edîtoriya wê H. Kovan Baqî, redaktorîyê Receb Dildar, mîzanpajê “Na“ û berga wê Berfo Barî çêkiriye. Mêzîn, dema mirov peyva mêzînê dibîne wezin, weznandin û mêzîna xêr û gunan û mêzîna dadî/adlayî dikeve bîra mirov. Û dema mirov …

Bêhtir »

Rojnameya Dîplomat!

Ji çend salan ve ez rojnameya Dîplomat dişopînim û di van çend salên dawî de, hin caran berhemên min têde hatine weşandin.  Dîplomat; rojnameyeke hefename civakê û siyasî ye. Weşana xwe bi sê-çar zimanan dike; kurdî, Azerî, Tirkî û Rûsî. Cihê weşana wê li Azerbêcan, bajarê Bako ye, xwedî û berpirsyarê wê mamoste Tahir Silêman e. Hejmara pêşî (1) di …

Bêhtir »