Nivîsxane

– Nivîsên sîyasî nayên weşandin.
– Nivîskar ji nivîsa xwe, xwendekar ji xwendina xwe berpirs e.
– Her nivîs tê kontrolkirin û li gor weşanê tê redektekirin.
– Divê her nivîskar herî hindik mehê carekê nivîsekê bişîne.
– Nivîskar ku nivîsan neşîne hişyarî tê dayîn, ku nebe nivîs nayê rakirin lê cîyê nivîskar ji quncik tê rakirin.

Ez û Încil Selçuk û Hezkirina Malbata Mîr Bedirxan

Belê xanima hêja (Incil Selçuk), wek min û te ye..! Mîr bûn.. Mîrên kurdan bûn, yên ku rêçika kurdewaryiê şanî me dene.. Mîr Bedirxanê Azîzî û zarok û neviyên xwe bûn.. Bi rastî, min ti malbat wek malbata wan nedîtiye ku, ji dil û can kar, xebat û bizav di ber gelê kurd de kiribin, tev malê xwe û canê …

Bêhtir »

Rola Jina Kurd di Beriya Mêrdînê de

Bi min xweş e ku di roja Cîhanî a Jinê de karibim ronahiyê berdim ser rola jinê di civaka Kurdên Beriya Mêrdînê de.  Erê mebesta min ku ez ronahiyê berdim ser rola jinê di Beriya Mêrdînê de, rola jinê di civaka Kurdî de, rola jinê di mala kurdî de û vê gotina ku bav û kalên me gotiye: (Jin stûna …

Bêhtir »

ÇÎROKÊN CIVAKÎ Û TOREYÊN KEVNEŞOPÎ

Kurdên binxetê ji berê ve alfabeya latînî-kurdî bi kar anîne. Ji bo kurdan û tevahiya Kurdistanê pirsgirêka standarkirina yekbûna alfabeyê di rojevê de ye û divê ji bo pêşerojê ev pirsgirêk ji niha ve were çareserkirin. Ji bo tevahiya – herçar parçeyên – Kurdistanê yek alfabeyeke pêwîste û ew jî alfabeya latînî-kurdî ye. Di du parçeyên Kurdistanê de alfaba latînî-kurdî …

Bêhtir »

Da Mêr Nebêjitin Ku Jin…

Da mêr nebêjitin ku jin Bê merîfet in Bê esil û binyad. Işqê ji xwe re qet nikarine armanc.   Wekî çawa bextê Romê, Ereb û Farisan tunne be bextê hin mêran jî qet nîn e. Carna ev her çar kirde mîna hev in. Mîna hev hov, mîna hev xedar, mîna hev kujer, mîna hev zalim, mîna hev … Bê …

Bêhtir »

Mezopotamiya!

Mezopotamiya.. Mezra Botan.. Bûka dinyayê! Îro Beriya Mêrdîna te, min di nav pencên xwe de kûr û dûr dibe! Gulîstana têr netew şilfîtazî maye..! Ez ê çilo û çawa xwe bidim ber pala Zinarê Mêrdînê?! Li ber bêdengiya wî Zinarî bisekinim?! Mezopotamiya! Xelkên te yên ku bi ava çemê Dicle, Firat û Xabûr şaristaniya Nînewa, Orkêş û Waşokanî ava kirin.. …

Bêhtir »

101 Gotinên Pêşiyan 101 Çîrok

Nivîskarê kurd birêz Mehmet Oncu nivîskarekî berhemdar û xebatkarekî wêjeya kurdî ye. Wî bi kurdî gelek berhemên edebî/wêjeyî afirandiye. Giraniya xebatên wî li ser folklora kurdî ye. Lêbelê wî romaneke hêja jî nivîsiye. Navê romana wî “Şihîna Hespên Azad“ e. Pirtûka wî a bi nave “101 gotinên pêşiyan 101 çîrok“ di nav weşanên “Nûbihar“ê de li Stenbolê derketiye. Pirtûk 204 …

Bêhtir »

Mîrza Seîd – Kurdê Yekem Li Swêdê (1893)

Ev lêkolîna jêrîn ji du beşan pêk tê. Di beşa yekem de jîyana Mîrza Seîd bi tevayî û di beşa duwem de mayîna wî ya li Swêdê tê nasandin. Wek sernivîsa vê lêkolînê jî nîşan dide armanca amadekirina vê xebatê zêdetir ronîkirina hatin û mayîna doxtorê kurd Mîrza Seîd (1863-1942) li Swêdê ye. Ew, dema di sala 1893an de tê …

Bêhtir »

Danasȋna Pirtûka Lokman Polat “Çil Romanên Kurdî”

Van paşwextiyan ronahȋ dȋt pirtȗka nivȋskar, lȇkolȋner ȗ xizmetkarȇ edebiyeta kurdȋ, Lokman Polat ya bi navȇ “Çil romanȇn kurdȋ”. Pirtȗk 191rȗpel e. Ew  ji aliyȇ weşanxana Sȋtav ȇ de ȗ bi dȋzaȋneke bȇqisȗr, hatiye çap kirin. Ev pirtȗk ya danasȋn, nirxandin ȗ şirovekirina çil romanȇn kurdȋ ye. Bi gotina nivȋskar sȇsedȋ zȇdetir romanȇn kurdȋ hene. Lȇ bi nȇrȋna nivȋskar, gava …

Bêhtir »

Zahidê Têkoşer

Divê kesên ku dilê wan di dinyayê de tinebe, bibin serekên dinyayê. Kesên ku bi nefsê xwe re têkoşîn kiribin û karibine bi xwe divê bibin rêveber. Çi zêde be ne li bal zahidê têkoşer e. Du malên wî nînin, du erebên wî nînin, zêr, zîv û pereyên wî yên ku dane ser hev û di benqe an jî di …

Bêhtir »