Nivîsxane

– Nivîsên sîyasî nayên weşandin.
– Nivîskar ji nivîsa xwe, xwendekar ji xwendina xwe berpirs e.
– Her nivîs tê kontrolkirin û li gor weşanê tê redektekirin.
– Divê her nivîskar herî hindik mehê carekê nivîsekê bişîne.
– Nivîskar ku nivîsan neşîne hişyarî tê dayîn, ku nebe nivîs nayê rakirin lê cîyê nivîskar ji quncik tê rakirin.

Berhemkarî-Afirînerî

Min di kovara çandî, edebî û hunerî “Berfîn Bahar”ê de xwend. Nivîskar Muzafer Îzgu 86 pirtûk nivîsîye û weşandîye. Ji van 86 pirtûkan 7 roman, 24 kurteçîrok û 55 pirtûk jî ji bo zarokan e. Piştê xwendina vê nivîsê ez li ser nivîskarên Kurd fikirîm. Tu nivîskarekî Kurd hetanî nûha 50 – 60 pirtûk nenivîsandîye. Di nav nivîskarên Kurd de, …

Bêhtir »

Sersaxîyek ji bo Prof. Ezîzê Zîyo Bedirxan Prof. Ezîzê Zîyo Bedirxan!

Sersaxîyek ji bo Prof. Ezîzê Zîyo Bedirxan Prof. Ezîzê Zîyo Bedirxan! Civaka kurdan ya Kazaxistanê! Hêjano! Bi mixabinî û dilekî şikestî me li Qamişlo, nûçeya koçkirina xatûna kurdên Kazaxistanê (Gulistana Hemo Bedirxan: 1925-2020), li bajarê Amata bihîst.. Eva ku ji ber qencî, dilovanî û rehma wê li ser hejar, belengaz û feqîran di nav civaka kurdên Qafqasayê de bi navê …

Bêhtir »

Salên Mûnixê yên biraderên Celadet û Kamiran Bedirxan

Salên Mûnixê yên biraderan Celadet û Kamiran Bedirxan Dr. Bîrgît Ammann Wergera ji elmanî: Sîrwan Hecî Berko Celadet û Kamiran Bedirxan li gel biraderê xwe Sureya wekî navdartirîn dilxwazên neteweperweriya (nasyonalîzim) kurdî yên dema wan têne naskirin. Ew di 1897 û 1895ê de, dora 25 salan piştî mirina bapîrê wan ê navdar, mîrê Botan ê dawî, ji dayik bûn. Bavê …

Bêhtir »

Romanên Derûnî/Psîkolojîk

Romana kurdî hêj nekemiliye, lêbelê ber bi kemilandinê ve diçe. Di nav romanên kurdî de gelek cureyên romanan hene, lê hinek cure roman jî qet tunin û hinek cure jî pir qels mane. Di edebiyatê/wêjeyê de psîkolojî –derûnî- û berhemên edebî yên psîkolojîk ciheke girîng digre. Romanên Dostoyevskî ji hêla psîkolojiyê ve derya ne, dewlemendiya edebiyatê ne. Di hinek kurteçîrokên …

Bêhtir »

ARMANCÊN PERWERDEYA TAYBET

Perwerdeya taybet wekî perwerdeya gelemper xwedî esas û bingehê ye. Xwedî armancên  kin û dirêj û li gor van armancan perwerdeyê disazîne. Û li dû vê perwerdeyê pêvajo û serkeftinê dinirxîne. Li gor van nirxandinan xwe serast dike û nûjen dike. Her wuha di hemî pêvajoyê de xwendekar, sermijar e. Li gor kanîn û nekanîna xwendekaran tevdigere. Plan û bernameyan …

Bêhtir »

Mîr Celadet Bedirxan; di Oxirkirina 69 Salî de

Konê Reş Çendî em li dor Mîr Celadet Bedirxan û hevalên wî binivîsin û wan bi nifşê nûhatî bidin naskirin baş e.. Çendî em navdarên xwe bibîr bînin, em qenciyê li xwe dikin.. Ku ez û we wan bibîr neyînin, ma wê kî wan bibîr bîne..? Bi helkeftina ku di roja 15/7/2020an de 69 sal di ser koçkirina Mîr Celadet …

Bêhtir »

DERBARÊ ROMANAN DE ÇEND GOTINÊN GELEMPERÎ

Bîst salin ku ez derbarê romanên  kurdî de û bi gelemperî derbarê hunera romanê de  dinivîsim. Nivîsên min ên derbarê romanên kurdî de nivîsên danasînê, nirxandinê, analîz û şîrove ne. Digel van nivîsan nivîsên derheqê teorîya hunera zanîstîya romanê de jî dinivîsim. Sê pirtûkên min ên derbarê romanên kurdî de hatine weşandinê.. Pirtûkek min jî li ser zanîstîya hunera romanê …

Bêhtir »

Surgun – Rojbîn Ozkan

Min di jîyana xwe de peyva “Surgun” ê 5-6 salîya xwe bîhîst. Bes hingê min nedizanî “Surgun” çîye? Ez çar benç salî bûm. Mala me li gundekê Gimgimê bû. Rojek ez li dayika xwe ya rehmetî guhdarbûm. Bi jinên gundî re dipeyivî digot: “Mixabin Seyda surgun kirine emê herin Wanê” Min nepirsî em ê herin gund an bajêr. Hema min …

Bêhtir »

Dînê Şipya û Zindî

Ne ku Dînê me kêrî me nayê, em nahêlin ku Îslam kêrî me were. Kanî kengî me aboriya mîrasê xistiye jiyana xwe? Di kîjan serdemê de me parkirina ku Xwedê di Qur’anê de li me par kiriye daye hev? An em para mîrasê li gorî tore, orf û edetan nadin yên qels û jinan an jî em li ser mîrasê …

Bêhtir »

Perwerdeya Taybet

Perwerdeya taybet; ew kesên hewcedarê perwerdeyeke ji rêzê cuda, li gor kanîn û kêrdariyê ji bo têrkirina pêşveçûneke kesayetî û civakî, perwerdeya stendina bi personelên taybet e. Di vê warê de nasîna perwerdeya taybet ji sê beşan pêk tê. Kesên hewcedar, perwerdeyeke ne ji rêzê û personelên taybet. Kesên hewcedar; di jiyana civakî û kesayetî de yên nikarin pêdiviyên xwe …

Bêhtir »