Pêncşem , Nîsan 18 2019
Destpêk / Forum / Nivîsxane (pel 52)

Nivîsxane

‘KURDIYEK BÊMIŞK’ – Ömer Faruk Özcan

Min nivîsa xwe yê yekem de jî gotibû ku ‘Kurdî huner e’. Lê mixabin îro gelek Kurd ji ber bişavtinê rast axivîna zimanên xwe wenda kirine û peyva ‘mişkirin’ tevê zimanên xwe kirine. Ez bi xwe di nav axaftinan de vê peyvê (mişkirin) gelek caran dibînim. Ev peyv li gor min bandora herî mezin a bişavtinê ye. Kurdî bi qasî …

Bêhtir Bixwîne »

Dews

(Em ê bi helbestekê dest bi nivîsên xwe bikin) Rebena diya min Her roj Bi berbanga Sibê re Bi êş û kulan Dimeyand Zarokatîya min. Ji bo  Emrekî saleh û Jiyaneneke bextewar Nivişt û ayetên Quranê girêdidan Bi dergûşa min ve Her êvara înê Sê nanê pisî  Ku bi hevîrtirşê îmana qewîn Hatibûn çêkirin Bi dîwarê mezelê ve didaleqandin. Lê …

Bêhtir Bixwîne »

Çend Dilopê Dilê Min-Ömer Faruk ÖZCAN

NIKARIM Ne dikarim xatireke bi hêsan bixwazim Ne jî dikarim bîranînan bîr bikim yê min ne lîstikbû ne jî xapînok Evînbû carekbû dil ji pê birîndar bû..   ÇAVÊN TE Belê Em dest dan bi hev Çavên te bû evîn Dibe ku ez bûm Mem tu bûyî Zîn..   EMR DİÇE Her roj Bi xiroşekî nû ve Dilekî bi evîn …

Bêhtir Bixwîne »

Kurmanc Tenê Di Bêhesêb in – Yusuf Agah

“Da xelq nebêjitin ku Ekrad Bême’rîfet in, bê’esl û bunyad Enwa’ê milet xwedankitêb in Kurmanc tenê di bêhesêb in” Ehmedê Xanî, di destpêka berhema xwe yê meşhûr “Mem û Zîn”ê de, sebebê ku wî bi Kurdî nivîsandiye bi vî aweyî aniye ziman. Seyda gotiye; Belê min vî berhemî, vî pirtûkî bi Kurdî nivîsand, ji bo ku xelqên din nebêjin “Ekrad” …

Bêhtir Bixwîne »

Çiroka Pisik û Kêrguh (1)

Li nav bajarekî qirêj de kêrguhekî bi berçavk hebû. Ew bajar her çikas qirêj bejî, bandora xwe hin ne gîhiştibû dilê kêrguh û dilê kêrguh wekî rûyê xwe hîn pakuj mabu. Jiyan li paş berçavkên kêrguh de xweş xuya nedibû. Kêrguh, her çiqas bextiyar nebejî , wekî her ajalan dijîya… Rojek li rojan berçavkên wê ket erdê , hurbû. Êdî …

Bêhtir Bixwîne »

Dil û Dîrok Dişewite

Halê kurdan û kurdistanê xerabmalî ye. Ji lew dil û dîrok dîsa dişewite. Kezeba mirovahiyê diperite… Şerekî dijwar û qirêj li kurdistanê didome. Kes baş nizane bê kî çi dike. Herdu alî jî gumanbar û sûcdar in. Bawerî bi herduyan jî nayê. Di şerekî qirêj û bêwate de, mala kurdan digel kuçe û kolanên wan xerab dibe. Gelek caran bi …

Bêhtir Bixwîne »

Çîrokên Civakî “ERD”

Serkêşiya çîroknivîsîna nûjen a kurdî /kurmancî kurdên li Swêdê kişandin. Kurdên ku ji herçar parçeyên Kurdistanê hatin Swêdê û weke penaber jiyan, di hêla xebata çandî, edebî, ziman, dîrok û lêkolînê de kar û xebatên hêja pêk anîn û ew xebatên xwe hêj jî didomînin. Berpirsiyar û birêvebirê weşanxaneya Sara Goran Candan (ku nasnavê Bavê Barzan jî bikar tine) yek …

Bêhtir Bixwîne »

Li Tirkiyeyê Çapemeniya Kurd-2

Beriya ku em derbasî kovar û rojnameyên Kurdî  nebûne em ê li dinyayê û di nava Tirkan de çend mînakan ji çapemeniyê bidin. LI DINYAYÊ ROJNAMEYÊN YEKEM Ji B.Z. nê di sala 59an de Romayiyan ji ber ku gel bi encamên pêşbirkên gladyatoran bizanibe ( gladyator bi serketine an jî têk çûne) bi rojane, nûçeyên rojane bi navê Akta Diura …

Bêhtir Bixwîne »

Zelam, tarîtiye; nûr, ronahiye- Yusuf AGAH

“Însan bi xwe hem zelam e hem nûr Adem ji Te hem qerîb e hem dûr.” Ehmedê Xanî Zelam, tarîtiye; nûr, ronahiye… Ev beyta jor di “Mem û Zîn”a Ehmedê Xanî de, di beşa “Pesnê Xwedê” de derbas dibe. Seyda di vir de wek ku ‘adet e ‘ewil bi hemd û pesnê Xwedê dest bi berhema xwe dike, piştra pesnê …

Bêhtir Bixwîne »

Çi Bûye Ji Me?

Çi Bûye Ji Me? Berê ku yek dimir, şîna wî dihat girtin. Yê pê dihesiyan li ser wê mirinê, hiş dibûn, difikirîn. Televizyon nedihat vekirin, eşkere kêf û şahî nedibû. Tenê ji bo xizm û nasên mirî sersaxî û sebir dihat xwestin. Hesabên din nedihatin kirin. Lê îro? Îro, mirin bûye bûyereke besît û ji rêzê. Ma mirin tenê? Kuştin …

Bêhtir Bixwîne »