Şemî , Sibat 23 2019
Destpêk / Forum / Nivîsxane (pel 43)

Nivîsxane

Ziman û Zarokên Me

Dibistan, zarokên me tenê hînî tirkî nakin. Hînî çand û dîroka tirkan jî dikin. Ev tenêbana baş bû. Zarokên me hînî ziman, çand û dîrokeke cuda dibûn. Em jî kêfxweş… Lê ne wisa ye. Digel hînkirina ziman, çand û dîrokê, telkîna ku ew tirk in jî tê kirin. Yanî ziman dibe deriyê tirkkirinê. Naxwe ziman destpêk e. Gava yekem û …

Bêhtir Bixwîne »

Rewşa me ya xwerû û tewandî

Di Roja Zimanê Zikmakî ya Cihanê De; Rewşa me ya xwerû û tewandî Îro 21ê Sibatê Roja Navneteweyî ya Zimanê Zikmakî Ya Cîhanê ye. Sal jî piştî zayînê ya 2016an Hê zimanê Kurdî ne fermî ye. Di nav netewan de zimanê Kurdî tuneye. “Zimanê nayê zanîn” tê hesibandin  û li gor wan Kurd tune.  Di mekteban de Kurdî nayê xwendin …

Bêhtir Bixwîne »

Reqsa Agir

Dengê çîrokên çiyayî dihatin, ferîştahên dilnazik di nav melodiya bilûrê de stranê ku nedihatin dîtin, nedihatin xwendin dilorandin, Dayikan weke ku dewatên dergûşên xwe de bireqisin, li serê govenda azadiyê direqisîn, zimanê wan yên ku ji mitolojiya medyayî, tîlîliyê sor û zer, bi keskahî li esmani zarokên xwe bevdikirin.. çîrok li şikevtên xeyalî de dipêjiyan, di hêlekî ve baran û …

Bêhtir Bixwîne »

Beriya Kurdî û Piştî Kurdî

Bi xwe dikarim bibêjim ku ev du sal in dest bi nivîsandina Kurdî kirime. Di demên serî de gelek kes bi şaşmayi û bi rexnegirî helwestên xwe didan. Ji ber ku  milet hê hînî bikaranîna Kurdî nebûye. Gelek sedemên vê pirsgirêkî heye û ev mijar gelek tevlihev e. Lê ez ne siyasetmedar im û ji ber vê yekê jî nakevim …

Bêhtir Bixwîne »

Bi Xêra Mîr Celadet Bedirxan

Bi xêra Mîr Celadet Bedirxan  Zimanê me ji axaftinê bûye zimanê nivîsandinê Erê Mîro! Bi xêra serhildan Botan giyanê Kurdperweriyê di hinavê bav û bapîrên me de hat çandin.. Erê mîr Celadet Bedirxan! Bi xêra ked û westa te, bi xêra Hawar û Ronahiya te, bingehê edeb û wêjeya kurdî a nûjen, bi tîpên latînî li ber me hat vekirin.. …

Bêhtir Bixwîne »

Pelên Rojê

Zelaltirîn hestên xwe wek xûnavê Ji pêlên rojê diherikînim hêdî hêdî Li ser belgên dara stûxwar Hesret û hêviyên min Li dora çerxa gerdûnî dizivire Ji tixûbên dorhêlek ne diyar Xwe li hev dialînin bêçare Mîna robaran hezar çepûçûran didim xwe Sirûşt bi her çar dêmên xwe ve bêdeng li me dinêrin Bîranînên serjêkirî ji te xelat Li defa singa …

Bêhtir Bixwîne »

Min Îman Bi Rebê Xwe û Pergala Wî Anî

Ez li ser şopa kalikê xwe Adem im û min îman bi Rebê xwe anî. Min bi pergala Rebê xwe jî îman anî. Wî pergalek ava kir û me jî kir endamên vê pergalê. Di vê pergalê de ez tiliya xwe bilind dikim û ez Rebê xwe yek didêrim. Li her aliyî mezinatiya wî xuya dibe. Di afirandina roj û …

Bêhtir Bixwîne »

Kupînos

Min teqnekî ji welatê xwe hez kir Û hîna dilê min bi ser ve ye Dixwazim ji kolanên wî lîska zarokan kêm nebe Bi hecê, bi şilê û bi vîncavînc bilîzin Çavên xwe bigrin bêjin kupî yên din bêjin nos yan balos Li ezmanê welatê min zilzilîk û tîtî hebin Bi adodeyan gundî kerengan rakin Beybûn û niklê dîk derdorê …

Bêhtir Bixwîne »

Bûlbûl  

Bûlbûl cihekî li ber pala Çêlê Nimîjan e. Li rojhilatê wê  Rezê Keniya Reş, li rojava Qelaçkê heye. Bûlbûlê qadeke fireh heye, li derdora wê zinar hene. Çawa ku mirov ji bo parastina xwe,  dora xwe ji beran  dike çeper, dora Bûlbûlê jî, zinar in û  dişibe çeperan. Navê wê ji bilbilan tê. Her dem bilbil li wir hene. Bi salan …

Bêhtir Bixwîne »

Romana dema Merwaniyên kurd ‘ÇIYAYÎ’

Niha li Tirkiyê romanên ku li ser bûyerên dîrokî hatine hunandin herî pir têne firotin. Li Kurdistanê rewş çawane ez baş nizanim, lêbelê diyare di nav xwendevanên kurd de jî balkêşiyeke li ser romanên ku mijara wan demeke dîroka kurdanin heye. Çend romanên nivîskarên kurd ku mijara wan bûyerên dîrokîne bala min dikşîne û ez bi dilxweşî dixwînim. Romannivîserê kurd …

Bêhtir Bixwîne »