Nivîsxane

– Nivîsên sîyasî nayên weşandin.
– Nivîskar ji nivîsa xwe, xwendekar ji xwendina xwe berpirs e.
– Her nivîs tê kontrolkirin û li gor weşanê tê redektekirin.
– Divê her nivîskar herî hindik mehê carekê nivîsekê bişîne.
– Nivîskar ku nivîsan neşîne hişyarî tê dayîn, ku nebe nivîs nayê rakirin lê cîyê nivîskar ji quncik tê rakirin.

Rêzehevpeyvînê Jina (19) – Hinara Tajdîn

Ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn? Hinara Tajdîn – Ez li dewleta Êrmenîstanê ji dayîkê hatime rû dinê.   Te kîngê û çima dest bi nivîsa kurdî kir? Hinara Tajdîn – 13-14 salîya xweda min dest bi nivîsandinê kirîye lêbelê bi tîpên ermenî, lê fikir û mitalên min bi kurmancîbû, ez zû derbasî ser alfabêya zimanê …

Bêhtir »

Ji Evîna Rojên Kevin Dengbêj (Mirtib)

Were domam, were doman, tu yî serê gazin û loman! Ava çemê me bi xulxul tê, pêlek şîr tê yek şekir tê.. Dilketina qîz û xortan, ji kambaxa gund, ji eşq û dil tê.. Dilketina min û vê zalimê, mektûbreşê, ji nav gawir tê.. Ezbenî! Tevî asteng û problemên ku di civaka xelkên beriya Mêrdînê de hebûn; ji berberî, şerê …

Bêhtir »

Hespa Şîn

Mêrikek hebû û ji hespa gelek hez dikir. Pir caran xwe mîna Centaûeran hîs dikir: Jorê wî însan, jêrê wî hesp. Li jorê xwe Boraq, li jêrê xwe Pegasûs bû. Tim bi xwe, xwe re digot: Heke ku ez nebûma însan, ez ê hesp bibûma. Wî mêrikî hespa di hundirê xwe de kifş kiribû. Ji Xwedê daxwazekê wî tenê hebû: …

Bêhtir »

Pirtûka Bîranînên Serokê Şaredariya Tatwanê yê Berê ‘‘Lepên Tarî’’

Pirtûka serokê şaredariya Tatwanê ê berê birêz Mehmet Ozalp a bi nave “Lepên Tarî” di nav weşanên ”Doz” de, di meha Gulana 2021ê de li Stenbolê derketiye. Pirtûk 318 rûpel e, lê bi wêneyên li dawiya pirtûkê ve 336 rûpel e. Berga wê rengîn e. Di berga pêşîn de wêneyeke bajarê Tatwanê heye, di berga paşîn de jî wêneya nivîskar …

Bêhtir »

Derfetên zimên û vegotina wêjeyî

Ziman wêneyê hişê mirov nîşan dide. Mirov dunyayê li cem xwe çawa bisewirîne, tiştan û alav û bûyer û kesan çawa binirxîne, şopa vê şiyana wî ya dîtin û nirxandin an têgihîştina tiştan jî xwe di zimanê wî re dide der. Zimanê axavtinê û yê nivîsê, bivê nevê, ji hevdu cuda ne. Zimanên ku di nivîsê de gelekî hatine bikaranîn …

Bêhtir »

Romana lehengên kurd ên Serhedê

Pirtûka birêz Welî Sebrî di nav weşanên “Roşna” de li Diyarbekir derketiye. Pirtûk 239 rûpel e û cîlda yekem e. Berga pirtûkê bergeke hunerî ye.  “Şemal Medya” yê bergê amade kiriye. Wêneya bergê hunermend Luqman Ehmed bi dest çêkiriye. Wêneya di bergê de ye siwarê hespekê ye. Lê di wêneyê de serûrûyê siwarê hespê beylu nîn e ka kî ye? …

Bêhtir »

Rêwîyê Sipî A Çiyayê Sipî

Bayê sibê rûyê min dialêse, bi tiliyên nermik û sivik, bi rabirdû û xatiretên berê, bi deng û awazên xemgîn. Bayê sibê xeberê ji deverên dûr ji min re tîne. Aqilê min ne li serê mine; dilê min ketiye dû sitranê xeribîyê. Yanî dîsa xerîb im û bîra çiyayê xwe dikim.   Nizanim çiyayê we heye. Însanên bê çiya çawa …

Bêhtir »

DESTPÊKEK JI EVÎNA ROJÊN KEVIN

Gundî bû. Zaroktiya xwe li gund derbas dikir…Şaristanî nedêtibû… Bajar nedîtibûn.. Navê Qamişlokê, Amûdê, Nisêbînê û Mêrdînê ji mezinan dibihîst… Di wê zaroktiyê de jiyana xwe di çarçova gund de derbas dikir.. Li gor her çar werzên salê, alîkariya malê bi bav û diya xwe dikir.. Rojên xwe li ber siya dîwarên gund bi heval û hogirên xwe re derbas …

Bêhtir »

Gotarên Yê Li Dûr

Pirtûka dostê min ê hêja, birêz Faîk Ocal di nav weşanên “Az Kitap”ê de derket. Pirtûk tirkî ye û nave wê “Uzaktakî / Yê Li Dûr”  e. Pirtûk pirtûka ceribandinê ye. Tê de li ser evînê, dûrbûniyê, hesreta hevûdudîtinê bîst/20 gotarên ceribandinê hene. Herçiqas ev pirtûka wî bi tirkiye jî, ew bi kurdî jî dinivîse. Ji xwe pirtûkek wî a …

Bêhtir »