Nivîsxane

– Nivîsên sîyasî nayên weşandin.
– Nivîskar ji nivîsa xwe, xwendekar ji xwendina xwe berpirs e.
– Her nivîs tê kontrolkirin û li gor weşanê tê redektekirin.
– Divê her nivîskar herî hindik mehê carekê nivîsekê bişîne.
– Nivîskar ku nivîsan neşîne hişyarî tê dayîn, ku nebe nivîs nayê rakirin lê cîyê nivîskar ji quncik tê rakirin.

Secadeya Şîn

Her ku dem dibe esir, ez xwe li ser secadeyê kekê xwe dibînim. Kekê min, yanî bapîra min, bavê bavê min, lê malbata me her kesî jê re digot Keko. Çimkî ew kekê me her kesî bû, ji her kesî re kektî dikir. Ew serê malbata me bû. Navê wî Hûsê Memê Sanê bû. Payekî ji ser xwe re bû. …

Bêhtir »

Xewn û Xeyalên Min

Ez jî carna xewn dibînim. Xewnê ku ez dibînim, ji xwe kesekî din nabîne û xewneke weha, belkî qet nayê heş û eqilê kesekî din. Min xewnek dît, lê çi xewn bû?!.. Xewna min xewnê kî wisa xweş bû ku….. Xewn û xeyal mirov bextiyar dikin. Jiyan bê xewn û xeyalan nabe. Carna xewn û xeyalên mirov dibine rastîn. Min …

Bêhtir »

Govenda Sî û Çar Miriyên Roboskîyê

Her ku 28ê Berfenbarê dibe, dilê min bi êşa Roboskîyê radiwesta, siziyên sar canê min radipêçin. Bombe dibarin di ser min de. Gerê erdê dibim bêziman. Di bin bombeyan de, di bin berfê de, di bin tarîyê şevê de hîn bêkes dibim, hîn feqîr dibim, hîn bêxwedan dimînim.   Her ku 28ê Berfanbarê dibe, dikevim riya bêveger, bi xewn û …

Bêhtir »

Rêzehevpeyvînê Jina (22) – Rûkîye Ozmen

1- Dema mirov li masmedia kurdî û li pirtûkxana kurdî dinêre, di nav kedkarên edebiyata kurdî de rastê navê nivîskara/helbestvana jin Rukiye Ozmen tê. Di pirtûkxana kurdî de pirtûkên Rukiye Ozmen hene. Gelo Rukiye Ozmen kêye? Ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn? Rûkiye Ozmen – Ez li gundekê bi navê Emerîn girêdayê Cizîra Botan ji dayîk …

Bêhtir »

MAYÎNA DI HEFT SALÎ DE

Bêwext û bêxeber tu çûyî daye Her tişt di çavên min de ma wê gavê Di kaniyên çavên min de miçiqî rehma te Tu çûyî daye şikestin hemû mayînên te di bîbikên çavên min de Serdanpê bêmana bû dinya Ez bûm birînekê girêknegirtî Ez bûm xewnerojkekê çavvekirî Ez bûm têkçûnekê çarmêrkî   Bêkes û bêdeng tu çûyî daye Di heft …

Bêhtir »

Romanekê Herikandina Hiş: ZÊRO

Nasnameya helbestvaniya Ezîz Xemcivîn di romana wî de derdikeve pêş û em/xwendevan rastî vegotineke helbestî û herikbar tên. ………………………………………………………………. Min digot qey birêz Ezîz Xemcivîn tenê şaîre/helbestvan e, lê paşê min bihîst ku ew roman jî dinivîse. Romana wî a bi nave Zêro di sala 2012an de li bajarê Hesekê/Rojavayê Kurdistanê hatiye nivîsîn  û di sala 2019 de li Almanyayê …

Bêhtir »

Divê em navên xweş û bi wate bidin zarokan

Nav ji bo zarok pir girîng e, divê em li ser navê wan baldar bin. Li hin beşên civaka me, navên zarokan bi rihspiyên rêzdar têne danîn. Bi vî rengî, zarok têne teşwîq kirin ku mîna kesên ku navê wan lê hatine kirin tevbigerin û bi gelemperî taybetmendiyên wî kesî qebûl dikin. Lê îro, malbat gelek caran ferhengan tevlihev dikin …

Bêhtir »

Dema ku zarok zikê dayikê de bin

Pêşveçûna pergala rehikan ya fetusê di dema ducaniya dayikê de çêtir an xirabtir dibe. ☆ Bikaranîna cixare, alkol û narkotîkê ya dayikê bandorek neyînî li pêşkeftina mêjiyê fetusê dike. Zarokên bi vî rengî di pêşerojê de xwedan metirsiya dijwariyên hînbûnê û pirsgirêkên jiyanê de ne. ☆ Pêdivî ye ku di dema ducaniyê de parêzek tendurist û hevseng bişopînin. Rûnê Omega-3 …

Bêhtir »

Qertalê Kurdistanê YADO

Yado (Yadîn Paşa / Yadîn Mahmûd Ebas) lehengekî (Qahramanekî) kurd e. Ew beşdarê serîhildana Şêx Seîdê nemir bûbû. Qumandarê enîya -cepha- Xarpêtê bû. Di bin fermandariya wî û Şêx Şerîf  de, hêzên çekdar ên serhildanê avêtin ser bajarê Xarpêtê û bajar ji destê dagirkerên tirk rizgar kirin. Nav û dengê Yado, mêrxasiya wî li Kurdistanê belav bûbû. Mêrxasî û qahramaniya …

Bêhtir »