Nivîsxane

– Nivîsên sîyasî nayên weşandin.
– Nivîskar ji nivîsa xwe, xwendekar ji xwendina xwe berpirs e.
– Her nivîs tê kontrolkirin û li gor weşanê tê redektekirin.
– Divê her nivîskar herî hindik mehê carekê nivîsekê bişîne.
– Nivîskar ku nivîsan neşîne hişyarî tê dayîn, ku nebe nivîs nayê rakirin lê cîyê nivîskar ji quncik tê rakirin.

Pirtûkek Teorîk û Akademîk Derbarê Roman û Gotarê de

Pirtûka birêz Umran Aran a bi navê “Roman û Gotar – Mîxaîl Baxtîn û Romana Kurdî“ pirtûkek teorîk û akademîke ku tê de analîzên curbecur derbarê roman û gotarê û herweha derheqê romana kurdî de hene. Pirtûk di nav weşanên “Peymend“de derketiye. Pirtûk 144 rûpel e. Di dawiya pirtûkê de “term û çemkên girîng ên xebatê“ û “çavkanî“ heye. Ji …

Bêhtir »

Sersala Kurmancî, Cejna Batizmê û Dam û Dinhê

Sersala Kurmancî: Eva ku piştî sersala Zayînê ye bi 13 rojan, anku 13 meha kanûna duyemîn e. Berê, pêşwaziya vê Sersala Kurmancî, di nav gundên Cizîrê û Beriya Mêrdînê de dihat kirin. Min bixwe jî, di zaroktiy xwe de pêşwazî û beşdariya wê kiriye. Li gundê me (Doda), di êvara Sersala Kurmancî de, xortên gund, xwe didan hev, yek ji …

Bêhtir »

Kurtilî

Li welatekî xerîb jin û zilamekî belengaz û feqîr hebûn. Heft kurên wan hebûn û her yek ji yên din kurttir bû. Zarokê herî biçûk jî qama wî bi qasî tiliyê bû. Navê lawik danîbûn Kurtilî. Li welatê wan xela destpêkiribû. Kesî xwarin nedidît. Dê û bavan wan heyîrî mabûn wê çawa heft kura têr bikin. Bi hev dişêwirin û …

Bêhtir »

Mîrê Pisîkan û Mîrê Mişkan

Li welatekî ji çavan dûr pisîk û mişkên bi aqil hebûn. Pisîka dikir nedikir nedikarî mişkan bigrin û wan bixwin. Rojekê mîrê pisîkan gazî mîrê mişkan dike û dibêje: “Em pisîk em ê herin hecê û em dixwazin li hev bikin. Em dixwazim di navbera pisîk û mişkan de aşîtiyê ava bikin.” Mîrê Mişkan: “Ez ê bi aqilmendên me re …

Bêhtir »

Rêzehevpeyvînê Jina (23) – Yildiz Çakar

Lokman Polat – Pirs : 1 – Dema mirov li masmedia kurdî û li pirtûkxana kurdî dinêre, di nav kedkarên edebiyata kurdî de rastê navê helbestvana jin Yildiz Çakarê tê. Di kovarên kurdî de gelek nivîsên bi kurdî û di pirtûkxana kurdî de pirtûka helbestan ”Goristana Stêran” heye. Lê, di derbarê jîyan û xebata nivîskar ya edebî de tu agahdarî …

Bêhtir »

Secadeya Şîn

Her ku dem dibe esir, ez xwe li ser secadeyê kekê xwe dibînim. Kekê min, yanî bapîra min, bavê bavê min, lê malbata me her kesî jê re digot Keko. Çimkî ew kekê me her kesî bû, ji her kesî re kektî dikir. Ew serê malbata me bû. Navê wî Hûsê Memê Sanê bû. Payekî ji ser xwe re bû. …

Bêhtir »

Xewn û Xeyalên Min

Ez jî carna xewn dibînim. Xewnê ku ez dibînim, ji xwe kesekî din nabîne û xewneke weha, belkî qet nayê heş û eqilê kesekî din. Min xewnek dît, lê çi xewn bû?!.. Xewna min xewnê kî wisa xweş bû ku….. Xewn û xeyal mirov bextiyar dikin. Jiyan bê xewn û xeyalan nabe. Carna xewn û xeyalên mirov dibine rastîn. Min …

Bêhtir »

Govenda Sî û Çar Miriyên Roboskîyê

Her ku 28ê Berfenbarê dibe, dilê min bi êşa Roboskîyê radiwesta, siziyên sar canê min radipêçin. Bombe dibarin di ser min de. Gerê erdê dibim bêziman. Di bin bombeyan de, di bin berfê de, di bin tarîyê şevê de hîn bêkes dibim, hîn feqîr dibim, hîn bêxwedan dimînim.   Her ku 28ê Berfanbarê dibe, dikevim riya bêveger, bi xewn û …

Bêhtir »

Rêzehevpeyvînê Jina (22) – Rûkîye Ozmen

1- Dema mirov li masmedia kurdî û li pirtûkxana kurdî dinêre, di nav kedkarên edebiyata kurdî de rastê navê nivîskara/helbestvana jin Rukiye Ozmen tê. Di pirtûkxana kurdî de pirtûkên Rukiye Ozmen hene. Gelo Rukiye Ozmen kêye? Ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn? Rûkiye Ozmen – Ez li gundekê bi navê Emerîn girêdayê Cizîra Botan ji dayîk …

Bêhtir »