Nivîsxane

– Nivîsên sîyasî nayên weşandin.
– Nivîskar ji nivîsa xwe, xwendekar ji xwendina xwe berpirs e.
– Her nivîs tê kontrolkirin û li gor weşanê tê redektekirin.
– Divê her nivîskar herî hindik mehê carekê nivîsekê bişîne.
– Nivîskar ku nivîsan neşîne hişyarî tê dayîn, ku nebe nivîs nayê rakirin lê cîyê nivîskar ji quncik tê rakirin.

Şanoya Antîk a Yewnanê

Welatê Yewnanê navend û destpêka şanoyê ye. BÎ (Berîya Îsa) 550PÎ (Piştî Îsa) 220 de dema zêrîn a Şanoya Antîk bû. Payîtext Atîna bi şano û şanogehên we cihê herî navdar bû Helbestvan Thespîs şanogerê yekemîn e. (Koro-Bersiv) Lîstîna şanoyê ji jinan re qedexe bû. Karekterên jin ji alîyê zilamên ciwan yên bê simbêl ve dihatlîstin. Feqîra nedikarî lîstikvanî bikira. …

Bêhtir »

Rêzehevpeyvînê Jina (26) – Evîn Çîçek (2)

  Beş – 2   Lokman Polat – 6) Edebiyata kurdî bi tevahî çawa dikare pêş bikeve û dewlemend bibe? Evîn Çîçek: Niviskarî bibe karek(şixulek) profesyonel. Ne bi amatorî pênus verin şixulandin. Niviskar serî de nebin kopyaker, texlîdkerên hin kesên din. Bi têybetîya, cûdatîya xwe werin naskirin. Mihra xwe li demê bixînin. Bibin mînak. Berhemên wer binivsînin ku zu bi zu …

Bêhtir »

Şîr û Şerav

Şîrbirako, min di dojeha te de têkçûna kurikiya me dît, nizanim te di çavên min de bêhna bihûştê hilgirt an hilnegirt. Tu bêxatir û bêdestûr çûyî û te li paş xwe mêze nekir. Şîrê me diçelqî û herîmandin ne dûr bû. Tu bi qurçikan ketibû can û bedena xwe, birayê min di riya te de winda bûbû. Min berîya şîra …

Bêhtir »

Pêlavên Dirîyayî

Lokman Polat Hinek pirtûk hene mirov dike nake nikare bi tevahî bixwîne, xwendina xwe nivî de dihêle. Heta hinek nivîskar hene mirov hinek pirtûkên wan bi tevahî dixwîne û diecibîne, lê hinek pirtûkên wî/wê jî nîvco dihêle, naecibîne. Ez bi rastî û duristî bibêjim ku; min pirtûkên bi taybetî jî romanên kurdên Kafkasyayê bi tevahî ecibandiye, hetanî dawî xwendiye û …

Bêhtir »

Gola Kurikiyê

Li cîhê gola kurikiyê xwe me, li gola kurikiya xwe digerim, lê nabînim. Va çend roj in li golê digerim, na, nabînim. Niha van ristan li tala golê dinivîsim. Gol li van deran, li derekê bû, lê li ku derê bû? Nizanim. Yanî gelek hatine guherandin cîh û warên kurikiyê min. Niha kurik li ber çem dilêyzin, lê haya wan …

Bêhtir »

Rêzehevpeyvînê Jina (25) – Evîn Çîçek

    Beş – 1     Lokman Polat; Dema mirov li masmedia kurdî û li pirtûkxana kurdî dinêre, di nav kedkarên edebiyata kurdî de rastê navê nivîskara/helbestvana jin Evîn Çîçekê tê. Di kovar û malperên kurdî de gelek nivîsên bi kurdî û tirkî û herweha di pirtûkxana kurdî û tirkî de gelek pirtûkên Evîn Çîçekê hene. Gelo Evîn Çîçek kêye? …

Bêhtir »

Dara Selwayê

Darekê din li ber çavên min hilweşiya. Darekê 90 salî. Vê carê navê darê Selwa bû. Rûyê min ber bi roja diçe ava, pişta min li dara gewijê ye. Li alîyê min a rastê de dara Selwa yê hildiweşe, li alîyê min a çepê riya gundên bêmahr dimînin. Guh didim gundîyan. Li ser kavil û mohra Ermeniyan Gûrcî tiştekî dibêjin, …

Bêhtir »

Çîrok: ”Allerleîrauh”

Tacîz meseleyek girîng e û mixabin di nava civakê de jî pir diqewime. Ji bo em zarokên xwe biparêzin û wan hişyar bikin rasterast em nikarin ji wan re vê meseleyê vebêjin. Lê bi saya çîrokan meriv dikare bala zarokan bikşîne ser meseleya tacîzê û dîsa bi saya çîrokan meriv dikare zarokan hişyar bike. Di nava çîrokên cîhanê de li …

Bêhtir »

Romaneke Naturalîst/Xwezayî “BERXIKÊ KESK”

Romana Azad Ehmed Elî a bi navê ”Berxikê Kesk” di nav ”Weşanxaneya Hîro” de, bi alîkarîya dezgeha ”Semakurd” hatîye weşandin. Pirtûk 170 rûpel e. Romannivîser Azad Ehmed Elî romanê di navbera salên 1992’an – 1994’an de li Qamişlo nivîsîye û wek pirtûk di sala 2008’an de hatîye weşandin. Di pirtûkê de li ser nivîskarî agahdarî tunene. Herweha li ser ”Weşanxaneya …

Bêhtir »