Mirov bi dîmenên filîmê ‘iki dil bir bavul’ re, gellekî li ber xwe û li ber neçariya xwe dikeve. Ya rast, mamosteyekî paqij û îdealîst û bi tenê heye ku ji cîhaneke din hatiye gundekî kurd. Mamoste tirk e û bi zimanê kurdî nizane. Zarok jî, ji bilî çendakên ku li dibistanê fêr bûne, bi tirkî nizanin. Çîroka filîm ew …
Bêhtir »Adarê! Dêmê Qamişlo..
Adarê! Di pencereyan re Xuya dike Di nav lihevketina pêlan de Bi ser me de Dibare Di çîrokên bahoz û xemgîniya demê de Şil dibe, Bêrîkirin jê di fûre.. Û Çepel û megrûdî jî Hewil didin ku Canê xwe ji Netebitîbûnê aram bikin û Xwe ji şewatê bi parêzin..! Adarê! Di sibehên te de Dêmê Qamişlo Di kolan û sikakan …
Bêhtir »Sînem – Evîna Feqiyê Teyran û Sînemê
Dema ez navekî nivîskarek jin li ser pirtûkek kurdî dibînim gelek keyfa min tê. Bi taybetî jî nivîskarên jin ên ku roman dinivîsin hîn pirtir bala min dikşînin. Hetanî niha çi romanên kurdî ên romannivîserên jin derketine min kiriye, xwendiye û li ser gelekan gotar nivîsiye, şîrove kiriye, nirxandiye. Dema min navê Xanim Gulîstan Çoban li ser romana bi navê …
Bêhtir »Di 33 Saliya Koçkirina Mihemed Şêxo de
Bi vê helkefta ku 33 sal di ser koçkirina Hunermend Mihemed Şêxo re derbas dibe, bi min xweş e ku ez rola wî di parastina ziman û pêşxitina muzîka kurdî de diyar bikim. Bêguman rola Mihemed Şêxo di parastina zimanê kurdî û pêşxitina muzîka kurdî de zor mezin e. Wî jî wek Aramê Dîkran, Seîd Yûsif û Mehmûd Ezîz zimanê …
Bêhtir »Hevaltiyê Kew û Ço û Tizbîyê
Em sê heval bûn. Omerê Mem Çolê, Îmamê Mastê Çuçê û Xalê Keçê. Me çi kir, çi ne kir! 80- 90 sal umir. Me çavên xwe li Çiyayê Qizildaxê vekir, paşê dewr û dewranê li Çiyayê Spî. Gava ku em ji dest û pîyan ketin, em dîsa vegeriyan cîhê destpêka jîyanê xwe, Qizildaxê şewitî. Em bi dest û lingên hevdu …
Bêhtir »Ez û Alî Gurdilî û Roja Felsefeya Kurdî
Ev nivîsa min ji berî çend salan ve ye. Ji dema ku mamoste Alî Gurdilî xwediyê malpera (Felsefevan), ji min xwest ez tiştekî li dor 9ê Adarê wek (Roja Felsefeya Kurdî), binivîsim.. Wê hingê çendî ponijîm, min nas nekir çima wî 9ê Adarê wek roja felsefeya Kurdî bijartiye?! Pêre pere jî, vê roja 9ê Adarê koça dawî a hunermendê kurd …
Bêhtir »Jina Kurd û Edebîyat
Edebîyata Îslamî û Jina Kurd Dîroka jina kurd wek gencînîyek weşartî maye. Taybet di warê edebîyatê de gelek kes wîsa dihesibîne, wekî ku qet muhedis, helbestvan romanûs û zimanzanên jin tune ye. Di vê nivîsê de min xwest ez li gor zanebûna xwe bersiva pirsa gelo jina kurd ji dîrokê heta niha di warê edebiyatê çi xebat kiriye” bidim. Jinên …
Bêhtir »Nivîskarekî Swêdî ê Xelatgirê Nobelê Per Lagerkvist (1891 – 1974)
Nivîskarê navdar ê swêdî û herweha xelatgirê Nobelê Per Lagerkvist li başûrê Swêd – Vexjö- ji dayik bû. Di Universîta Uppsalayê de salek xwend û paşê çû Parîsê. Demekî dirêj li Ewrûpayê geriya. Wexta vegeriya welatê xwe Swêdê, dest bi nivîsandina helbest û tiyatroyê -şanoyê- kir. Per Lagerkvist digel roman û çîrok, çend pirtûkên helbestan jî nivîsiye û weşandiye. Pirtûkên …
Bêhtir »Kozika Min
Niha li ser xaniyê me yî kevn im, di kozika xwe de van ristan lê dikim. Di kûrahiya dilê min de sitrana Omer Dizeyî: Birîndar im. Ev mala me yê berê ye. Niha bûye xirabê; kes tê de nejî. Xencî kavil e; nema pêjna kesî Me koçê perî gund kir. Lê dilê me gîşkan hîna jî li vir e. Dilê …
Bêhtir »Kalepîrê Ku Romanên Evînî Dixwîne
Dema ez bibime kalepîr ez ê jî dê wekê kalepîrê lehengê romana Luîs Sepulvêda romanên evînî bixwînim. Romana wî ya bi navê “Kalepîrê ku romanên evînî dixwîne” gelek xelat wergirtiye û li gelek zimanên cîhanê hatiye wergerandin. Min wergêra wê ya bi tirkî û swêdî da berhev û xwend. Xwezî yekê vê pirtûkê wergerandana kurdî. Heger wexta min hebe, ez …
Bêhtir »