Nivîsxane

– Nivîsên sîyasî nayên weşandin.
– Nivîskar ji nivîsa xwe, xwendekar ji xwendina xwe berpirs e.
– Her nivîs tê kontrolkirin û li gor weşanê tê redektekirin.
– Divê her nivîskar herî hindik mehê carekê nivîsekê bişîne.
– Nivîskar ku nivîsan neşîne hişyarî tê dayîn, ku nebe nivîs nayê rakirin lê cîyê nivîskar ji quncik tê rakirin.

Di zarokan de xwebawerî – 1

Xwebawerî hêmaneke kesayetiyê ye ku ji bo jiyaneke bextewar û serketî pêdiviya mirov pê heye. Kesên bi xwebawerî kêm in, ditirsin ku berpirsiyariyê hilgirin ji ber ku bi xwe bawer nakin, hewl didin ku ji tiştên ku divê bikin birevin û ger ku nikaribin birevin, rewşa ku ew dikevin nav tengezariyeke mezin. Bê şik, xwebawerî hestek e ku ne tenê …

Bêhtir »

Zeynelabidîn Zinar: ”Edebiyata devkî ya kurdî pir dewlemend e, lê niha Edebiyana Kurdî ya nivîskî jî dewlemend bûye.”

Lokman Polat – Pirs : 1 – Birêz Zeynelabîdîn Zinar ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn? BERSIV: Zeynelabidin Zinar: Ez roja Çarê Sibata 1953an, li Bakûrê Kurdistanê gundek bi navê Hedhendkê  hatime dinyayê. Ew gund girêdayê bi navçeya Qubîna girêdayê bi parêzgeha Sêrtî ve bû, lê niha bi Batmanê ve girêdayî ye. Hedhedk gundekî eşîra Reşkotan …

Bêhtir »

Romana Semerqand – 7 (Amîn Me’lof)

Xeyam got: —Va ye Selçûqî wisanin. Hem bêwijdanên talanker in, hem jî fermanrewanên rewşenbîr yên welênin ku di nava xwe de hestên herî rezîl û herî bilind bi hev re mezin dikin. Bi teybetî Tûgrûl Beg, xwedî zanyarîyek welêbû ku dikariya împeretoriyekî ava bike. Dema Îsfexan standî, ez sê salî bûm. Dema Bexda standî, temenê min deh sal bû. Parastina …

Bêhtir »

Kurdjan Sorî Kî Ye?

Sala 1966an li Bohtanê li herema Mişarê di gundê Eynê ji dayîk bûye. Eynê navçeya Sêrtê Dihê ve girêdayî ye. Zarokatiya wî li Eynê derbasbûye. Dibîstana seretayî li gund xwendî ye. Di sala 1980yan li Kufra(Şîrvan) dest dibîstana navendî(lise) kirîye û 1983yan li Mereşê qedandî ye. Ji wê rojê pêde xwendekarî û karkerî bi hev re domandiye. Sala 1988an Zanîngeha …

Bêhtir »

Receb Dildar: ”Ziman wek şîrê dayikê ye. Tu bi wî şîrî têr dibî, dayik te mezin dike.”

Lokman Polat – Pirs : 1 – Birêz Receb Dildar ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn? Receb Dildar- Bersiv: 1-  Ez di sala 1958an de, li Bedulyê hatime dinyê. Bedulî gundekî navçeya Çinarê ya Dîyarbekir e. Kalê min ji navçeya Karazê bar kirîye û hatîye li gundên Çinarê yên wek Bedulî, Hemranî û Quwecixê maye. Ji …

Bêhtir »

Romana Semerqand – 6 (Amîn Me’lof)

Jinek û zelamek… Wênesazek ku navê wî nayê zanîn, ew li ber hev re dirêj kirine û li hev pêçayî xeyal kirin e. Cihikeke ji gulan û cûweke bi rengê zîv li ber lingên wan diherike daniye. Çiçikên xwedawenda Hindê yên girover, ji Cîhanê re layîq dîtine. Di desteke Emer de badînek mey û pê destê din, gulîya dildara xwe …

Bêhtir »

Saqoyê M. Uzun û romana kurdî

Ji nifşê salên 70’î ku endamên wê ji rêxistinên curbecur dihatin, bi çûyina Ewropayê re û bi dîtina serbestiya zimanê kurdî ya li wan welatên penaberiyê, nifşekî wêjeyî peyda bû. Vî nifşê nû, kurdî berî hertiştî weke qada terapiya xwe dît. Weke darên ku ji rehên xwe veqetiyayî, hemûyan xwe li zimanê kurdî girt. Komele, weşanxane, rojname û sazî û …

Bêhtir »

Qeyrana ziman û wêjeya kurdî

Civatên ku bi zimanekî bindest dipeyivin ku ji qedexeyên giran derbas bûye, ji zimanê xwe direvin û wî kêm dibînin. Mejî û hişên dagirkirî endamên civakê ji mirovahiya wan bi dûr dixe, wan bê nasname dihêle, lewre gava ku nasnameya xweser ji destê mirov tê stendin, û heger mirov li hember zexta ziman û çanda serdest li ber xwe nede, …

Bêhtir »

Kamiliya vegotina romanê

Pirsa pêşîn ku di vegotinê de tê kirin ew e ka gelo kî di nava deqeke wêjeyî de çîrokê dibêje. Ew kesê ku em jê re dibêjin vebêjer, gelo di nava çîrokê de lehengek e an kesekî derveyîn e? Mesafeya di navbera çîrokê û vebêjerê wê de bivê nevê dê awayê vegotina çîrokê û belkî tevna wê jî biguherîne. Lewre …

Bêhtir »

Mehmet Akar: “Wêjeya Kurdî her roj xwe bi heterî dicivîrîne ku berhemên nu derkevin”

Lokman Polat – Birêz Mehmet Akar  ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn? Mehmet Akar – Ez di sala 1945an li bajarê Semsûrê, gundê Qaricixê ji dayîka xwe bûme. Min ji piştî xwandina dibistana seretayî û dibistana mamostetiyî şûnde hejdeh salan mamostetî kir. Bi bîryara 12 Îlone ji kar hatim derxistim. Min debara xwe bi karên curbecûr …

Bêhtir »