Sêşem , Sermawêz 12 2019
Destpêk / Forum / Nivîsxane (pel 20)

Nivîsxane

Rovî û Pirê

Hebû nebû carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran. Di zemanên berê de pîrejinek hebû. Mehekê pîrê têr şîr hebû. Piştî ku pîrê şîr didoht dixiste sîtilê û didanî berban. Bi şev roviyek dihat şîr vedixwar û diçû. Ev buyer her şev wilo derbas dibû. Şevekê pîre li ber şîrê xwe nobet girt. Dema ku rovî …

Bêhtir Bixwîne »

Di 103 Salîya Komkujîya Ermenîyan de, Nimûneyek ji Pêwemdîyên Ermenîyên Bişêrîyê û Eşîra Rema

Gelekan li dor pewendîyên Kurd û Ermenan nivîsandine, gazin û lome ji Kurdan kirine û Kurd bi tawana kuştina ermenan gunehbar kirine.. Ez bawerim tiştek ji vê yekê heye, ew jî sedemên xwe hene; rewşa Kurdistanê a cîyopolîtîkî, perçebûn û dagirkirina wê, qedexebûna zimanê Kurdî û dawî qedexebûna lêkolînên rast û durist li dor kêşeya gelê Kurd û zimanê Kurdî.. …

Bêhtir Bixwîne »

Nameyek Derengmayî

Belê rast e çi bê gotin bê feyde ye û çi bê gotin bê wate ye. Her tişt di cihê xwe de û di wextê xwe de xweş e. Her demek, her kêlîkek, her hevalek û her fikir û raman pîroz in. Her yek ji wana rêça jîyana me diguherînin.  Bi saya wan, an em serdikevin an jî em bindikevin. …

Bêhtir Bixwîne »

Di Gotinên Pêşîyan De Jin -2

Folklora me geh pesnê jinê dide û wê derdixînê asta herî bilind û geh wê ji asta jor tînê û li erdê dixîne. De ka em binêrin yên berê çi gotine. Jina paşîn mînapînê berovajî ye. Jina xirab ne tê kuştin û ne jî tê berdan. Jina şermîn bi milletekî, mêrê şermîn bi kirasekî. Jina qenc e, jina xirab seyd …

Bêhtir Bixwîne »

Mîr Abdulrezaq Bedirxan û Kovara Kurdistan

Di 120 Saliya Rojnemegeriya Kurdî de; Mîr Abdulrezaq Bedirxan û Kovara Kurdistan Konê Reş Mîr Abdulrezaq Bedirxan kurê mîr Mihemed Necîb Paşa Bedirxan e. Mîr Abdulrezaq tê naskirin ji pêşengên dîplomatên kurd û yek ji rewşenbîrên bejin bilind di împeratoriya Osmanî de. Di sala 1906an de, digel mamê xwe mîr Alî Şamîl Paşa, Mihemed Axa, (Bavê Simko axayê Şikakî) û …

Bêhtir Bixwîne »

Sed Gotinên Pêşiyan-3

Ev gotînên pêşîyan ji devera gundê min ê Qerto(Girêdayê Çêrmûga Diyarbekirê) hatiye berhevkirin. Aqil ji aqil zêdetir e Aqilê sivik barê giran Aya vê destê ji deste din re namîne Bayê kûr erdê dike çekûr Bela li ber nigê wî be (nifir) Berf xezîneya erdê ye Bext, bexta ewûl Bi tir û fisan hindir germ nabe Bigre kala, bixwe mala …

Bêhtir Bixwîne »

Rojnameya Kurdistanê

DI 120 SALIYA ROJA ROJNAMEGERÎYA KURDÎ DE MÎR MIQDAT MEDHAT BEDIRXAN Û ROJNAMEYA KURDISTANÊ (Gelî mîr Axa û Paşano! Ez ji we dipirsim, kê ji we heta niho ji wetenê xwe re çi kiriye, da em bizaninhun hez wetenê xwe dikin, hezkirina weten ewe ku mirov nehêle dijminê mirov bikeve nîv wetenê mirov de. Hezkirina weten ewe ku mirov wetenê …

Bêhtir Bixwîne »

Yekemîn Romana Polîsiye bi Kurdî

Romana Osman Geylanî ”Tevn” di nav weşanên ”Nûbihar”ê de derketiye. Roman 212 rûpele û ji 14 beşan pêk hatiye. Li ser berga pêşî a romanê nivîsîn e ku ”yekemîn romana polîsiye bi kurdî”ye. Ez ji xwendina romanên polîsiye hez dikim. Min gelek romanên polîsiye yên nivîskarên ewropî, bi taybetî jî ên nivîskarên swêdî û nivîskarên tirk xwendibû. Lewre jî min …

Bêhtir Bixwîne »

Xwendekarên Kurdî Divê Dilnizm bin

Gava beşa Kurdî li zaningehên welatê me vebûn, ez bi kelecanî beşdarî dersên wan bûm. Ji bo beşdarî dersan bibim, ez wekî mêvanek dihatim qabûlkirin. Her sal xwendekarên nû dihatin û ev tişt jî fersenda zêrîn dida min, da ku ez li ser hinek mijaran çavdêriyê li wan xwendekaran bikim. Ji ber ku dersên lîsansa bilind bû, gelek kesên ku …

Bêhtir Bixwîne »

Di Gotinên Pêşîyan de Jin-1

Jin gîyanê jîyanê ye. Çavkanîya hertiştî ye û her tişt bi saya wê çê dibe. Jin  heval e, jin yar e, jin dayîk e, jin şoreş e, jin çand e, jin kilam e, jin hemû rengê jîyanê ye. Mixabin benîinsan (min nexwest “benîadem” bikarbînim) ji axê hatine çêkirin û ax herî bi xwe ye. Benîinsan dest biavêjin çi xweşîyê ew …

Bêhtir Bixwîne »