Duşem , Sermawez 19 2018
Home / Forum / Ceribandin

Ceribandin

Hey Feleka Bêbext! Ti Zê Destarî Gêrena, Erjîyayê Şarê Ma Tehnena

Azijî eslê xo yew lingê eşîrê Suweydîyan ê. Nizdîyê çar sê serrî cuwa ver mintiqayê Mistan-Botîyan ra bar kerdî, ameyî Çewlîgî. O wext de Çewlîg, destê Ehmed/Hemed Axayî de bi. Axayî destûr nêda azijan û eskerê xo şawit înan ser. Ê zî wedar bî şî wareyê Meneşkurdî, mîreyê Suweydîyan Silêman Begî ra destegirî waşt. Silêman Beg zî eşîrê Suweydîyan ra …

Read More »

Nêrînek li ser romanên Firat Cewerî

Nivîskarê kurd Firat Cewerî, di salên 80yî de berê xwe da Ewropayê. Di salên sirgûn û xerîbiyê de tîhniya bo welat û axa xwe, bi nivîsîna kurdî şikand. Li welatê Swêdê, di nav xebat û hewldanên nivîsîna zimanê dayikê de mijûl bû; werger kirin, kovara ‘Nûdem’ derxist, çîrok nivîsîn û pê re jî 4 roman li kitêbxaneya kurdî zêde kirin. …

Read More »

Geşbûna wêjeyî çi ye?

Ji sedsala 19an û vir ve, têgiha geşbûnê yek ji têgihên herî belav û naskirî ye. Dîroka peydabûna vê têgihê vedigere heman sedsalê. Sedsala 19an sedsala guherînên mezin bû. Di wê sedsalê de gelek tez û bîrdozî di hemû warên jiyan û zanînê de peyda bûn. Bi rastî ev têgih berdewamiya têgiha pêşketinê ye ku di sedsala 18an de bûbû …

Read More »

Pêwîstiya Tevgera Pirtûkên Klasîk

Rojekê pirseke wiha bi ber çavê min ket: “Divê em çima pirtûkên klasîk bixwînin?” Vê pirsê ev hevoka Italo Calvino anî bîra min: “Pirtûkên klasîk ew pirtûk in ku meriv jê re nabêje “ez wan dixwînim” dibêje ez wan “ji nû ve dixwînim.” Pê re jî ev hevok: “Pêwîst e di edebiyatê de berhemên herî kevn, lê di zanistê de …

Read More »

Zerzûr

Wesarê serra 1987î de ez, kek Filît û Elîyê dat Hesenê Hesî ma şî Kanîreş dewa Saxnîsî xebate. Dewe de mektebê mîyanîn viraştên. Muteahîtê înşatê mektebî Mehmed Bazencir bi. Dês û sîwax û mozaîqê ci dewê keyê xalanê mi Gazi ra Eşrefî û birayanê xwu gitewtbi. Ma zî şî înan het ke xwu rê bixebitîyê. Ma şî, ronayişê dêsê mektebî …

Read More »

Selîm Temo: “Tu Çêtir Dizanî”

Piştî her tiştî xeritandin tu dibêjî qey tiştek neqewimiye, nebûye û dê nebe bêdengiyekê daye nav welêt. Serdest her zalim bûn, lê vê carê hestek heye ku kes newêre bi dengê bilind navê wê hilde. Gava mirov di hinava serdemê de dimeşe, normal e ku behsa xwe jî bike. Ya/yê dimeşe tu yî. Lê çîroka asasî ne çîroka te ye. …

Read More »

Zilxana Keça Nemrûd

Nemrûd pir bi hêrs bû, Îbrahîm avêt zindanê. Qîza Nemrûd Zilxan, hevala herî nêz ya Îbrahîm bû, wek xwişk û bira bûn. Bes Zilxan bawerî pê anî ku Xweda yek e. Dema seh kir ku bavê wê Îbrahîm avêtiye zindanê, çû ber bavê xwe, çok danî ji bo wî, daxwaz û lava jê kir ku, bes ji bo xatirê wê …

Read More »

Ahmet Umît: Navê Min Hatun e

Nizanim ji kengê ve ye ku li vê derê ye. Wext ji hişê min çûye. Ji berêvareka bi rengê hingivî ber bi tarîtîyeka bêdawî… Qêrevêrek di serê min de ye, laş ji hal ketiye lê ew girêka veşartî li gewriyê çênebûye. Valahiyek, bi tenê valahiyeka mezin di rihê min de mezin dibe. Dengê vekirina kilîlê tê, du dengên pey hev, …

Read More »

Salihê Kevirbirî : Mehmet Uzun û Nifşên Nû

Ne şaş bim 1998 bû. Li Beyogluya Stenbolê, li avahiya Rojnameya ‚Azadiya Welat‘ ku li Kolana ‚Ayhan İşik’ bû li me qesidî bû. Ji rojnameyê 3-4; wekî mêvan jî 2-3 kes amade bûn. Temenê me li dora 18-24 bû. Bi dilekî geş behsa serpêhatiya xwe û zimanê kurdî dikir. Bi kurmanciyeke ‚gewr‘ û ‚çêjdar‘ dixwest me bibe ‚dîwan’a serpêhatî, kilam …

Read More »

Helebce, jana birîna kûr!‌

Komkujiya Helebceyê bûyerek e ku di 16’ê Adara 1988’an de çêbû, dema balafirên şer yên artêşa Îraqê bombeyên kîmyawî barandine ser bajarê Helebceyê. Di nava çend saetan de li Helebce û derdora wê 5 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan û bi 10 hezaran kurd jî seqet man. Di nava kurdan û rayagiştî de bi navê “enfal” jî tê …

Read More »