Peyva “dîrok”ê bi devoka Behdînanê ye û di devokên din ên kurmancî de wekî “dûrok” tê bilêvkirin; lê şêwazê wê yê behdînî êdî bûye peyveke hevpar a kurmanc, zaza û şêxbiziniyên bakurê Kurdistanê. Li aliyekî din di zaravayên soranî, feylî, hewramî û kelhurî de heman wate li peyva “mêjû”yê hatiye barkirin ku reh û rêşeyên wê peyvê jî di daçeka …
Adar, 2024
-
16 Adar
Ava Jiyanê yan Agirê Nivîsê
Gava nivîskarekî ciwan bûm di bezabûna xwe de hêdî bûm. Lewra ji bo bîra min ne pirrqorzîk bû, min kitêbek dixwend û piştî diqediya min dest bi xwendina yeka din dikir. Lê niha xwendevanekî navsale me û di hêdîbûna xwe de beza me. Lewra xwendina ciwaniya birçî qorzîkên bîra min a navsale zêde kiriye û bêyî sedemên wê zanibim, niha 4-5 kitêban …
-
15 Adar
MİROV, ESALET, NEZANÎ, ÎXANET, ÎFTİRA
Xweda mirovan bi heman taybetmendiyan ve afirandiye û bi hebûna pîrek û zilam terîfa mirovan hatiye terîf kirinê û navê herdu cinsiyetan kefşa wan bûye MİROV. Şekil, mêjî û hêst, vîn û biryar, dest û nig, çav û goh, MİROV Şeklê mirovan her çendî pîvana qilafet ne bi qasê hevbin jî, bes tevahî lebat bi heman mirovêre wekî hev bi …
-
14 Adar
Sê cî
Belesebeb negotine, sê cî hene ku Xwedê tu kesî nexe nav lepên wan. Yek jê nexweşxane. Dudo, qereqol û sêsê senayî. Ku tu kete nava lepên wan wê yek bide destê yekî. Merheba ji wer canik û camêrno. Serê sibê bo ku ez herim kar min amedikariya xwe kir. Gava dikevim rê, tiştê ez jê hez dikim vexwarina çayê ye. …
-
12 Adar
Tarîderya: Çîrokek dilperitîner ya penaberan
Ev nivîsa Karlanê Çaçan ku em li jêr diweşînin di derbarê metranê ermenî Migirdiç Tîgranyan da ye ku di nîvê duwem yê sedsala 19an da li herêma Dîyarbekirê bi tîpên ermenî çend pirtûkên kurdî weşandiye. Ew di sala 1815an da hatiye dinê û kurdên herêmê ji nêzîk ve nas kiriye. Lêkolerê kurd Karlanê Çaçan dîyar dike ku wek mînak M. …
-
11 Adar
Çavdêriyên di Şibakê de
Ya divê tu bêdeng bî, ya jî divê tu ji bêdengiyê xweşiktirîn gotinekê bibêjî.” Pîsagor Nivîskar Serdar Komurcu di berhema xwe ya bi navê “Şibake” de mijarên rojane bi çavekî hûrgilî çîrokên xwe vehonaye, nivîskar piranî di zarokatiyê û xortaniyê de tiştên qewimîne bi zimanekî herêmî, bi vegotineke naturel û bi şêwazeke çavdêrîn tabloya çîrokên xwe ji me re rêz …
-
10 Adar
Sindoqa Pîroz
Bêdewletîyê pişta me şikandîye. Çend hezar sal in nav û dengê me heye. War û welatê me, çand û hunera me, zar û zimanê me, bîr û bawerîyên me, dezge û desthilatên me hene. Lê dewleta me tune ye. Bi awayekî de facto, em haymatlos in. Bi wê xezebê ku, bêdewletbûna me jî ne fermî ye. Nav lê nehatîye kirin. …
-
9 Adar
Sultan Selahaddîn El Kurdî
Mahmut Ozçelîk Kesî nizanîbû ku ev eşîr ji kuderê hatibû û li berpala çiyayên li nêzî Tiflîsê kon vegirtibû. Navê eşîrê Revadî/Rewadî bû. Bi qasî hezar kon vegirtibûn û navekî li cihê lê danîbûn, kiribûn: Dwîn/Davîn. Pêşengê wan Şadî bû. Du kurê Şadî hebûn: Eyyûb û Şîrkuh. Ev herdu bira ewil dikevin xizmeta Îmadeddîn Zengî û bajarê Tikrîtê yê li …
-
9 Adar
55 sal li ser koça dawî ya Şêx Ehmed Barzanî re derbas dibin
Piştî şehîdbûna Şêx Ebdulselam Barzanî, Şêx Ehmed cihê wî girt û berdewamî da tevgera Barzan û xebata mirovatî û şoreşgerî Yek ji mezintirîn zana, hilgirê hizra mirovatiyê, niştimanperwer û jîngehparêz li Kurdistanê, Şêx Ehmed Barzanî ye. Şêx Ehmed Barzanî sala 1896 li devera Barzanî di malbateke Kurdperwer û navdar de ji dayik bû. Piştî şehîdbûna birayê wî yê mezin Şêx …
-
8 Adar
Di Roja Cîhanî ya Jinê de, Panoramayek li Dor Rola Jina Kurd li Beriya Mêrdînê
Bi min xweş e ku, di roja Cîhanî ya Jinê de, karibim ronahiyê berdim dor rola jinê di civaka Beriya Mêrdînê de. Rola jinê di mala kurdî de û vê gotina ku bav û kalên me gotiye: (Jin stûna malê ye), biçesipînim.. Erê rola mêr mezin e, lê barê giran li ser pişta jinê ye, jin stûna malê ye. Erê …