Folklor

ŞÎRETA ROVÎ LI ÇÊLAN JI BO REZÊ ŞÊX

Dibêjin, roviyek di şikêreke li nava rezên gûndê şêxekî, têjik derxistine. Dema çêlîkên Rovî givrok bûne, êdî Rovî wan fêrê xwarina tirî jî kiriye. Lê rovî şîret li çêlan kiriye û weha gotiye: – Hûn di nava rezên gundiyan de ne, mêw tev li ber we ne, li navê serbest bigerin, we guşiyekî xweşik bi kîjan mêwê ve dît, bixwun. …

Bêhtir »

Li Xorasanê hunera Kurdî li pêş hemû hunerên din e

Nivîskar û hozanvanekî diyar ê kurdên Xorasanê Elî Reza Sipahî li dûriya bi hezaran kîlometir, tekst û awaz ji hevneteweyên xwe re ku li Şingalê hatin jenosîdkirin nivîsandiye û hunermend û stranbêj Yelda Ebasî weke stran gotiye û ji bo jenosîda kurdên Êzidî hawar dike. Dibe ku kêm kes ji me hebin navê Elî Reza Sipahî bihîstibin, lê ew nivîskar, …

Bêhtir »

KURD BI FERMANA “KUN”Ê BÛNE NETEWE!

ZIMANÊ KURDÎ JÎ BI “PEYMANA ELESTÊ” BÛYE MAKA ZIMANAN! Li dinyayê hemû peyrewên olên asîmanî di vê baweriyê de ne ku ev hêza nihênî ya di heyînê de ku bi kurdî XWEDA jê re hatiye gotin, afirmendê her tiştî ye. Ev hemû tiştên ku hatine afirandin, di serê pêşî de bi ”Fermana Kunê” derketine holê û rengê xwe wergirtine. Bi …

Bêhtir »

Şeva Yêlda; rengên wê yên cûda di nava Kurdan de

Di nava gelên Arî de li gel peyva „Yêlda“ ji vê şevê re „şeva Çile“, destpêka Çile ya pêşîn jî dibêjin. Ev peyv wek „Yelda û Yalda“ jî tê nivîsandin. Bi dîtina min forma rast „Yêlda“ ye. Peyva „Yêlda“ tê wateya dayînê /zayînê, yanê şeva dayînê, şeva bûyînê, şeva ku xwedawendê rojê Mîthra xwe daye /Xwe-da. Hin jî di cihê …

Bêhtir »

Şevçile

Xor (roj) sembola Mêhr (ango Mîthra) e. Mêhr êzidekî (firîşte) baweriya berê (Zerdeştî) ya Kurd û gelên aryanî bû. Li gorî Zerdeştiyê Mêhr di 21ê meha 12an (anku meha Berçileyê) de hêz û serweriya xwe nîşanê cîhanê dida û mizgîniya dêbûna ronahiyê dibexşî, lewre ew weke rizgarkerê cîhanê dihate hesibandin.   Şeva Yeldayê yan Şevçile dikeve 21ê meha Berçileyê û …

Bêhtir »

Bi xêr hat kanûn e

Ev helbest di civata zarokan de tê gotin, di şevê zivistana yên dirêj, dema bav zarokan kom dike û ji wan re dixwîne. Ev helbest bê awaz û mûzîk e tenê bi helbestkî tê xwendin. Ew jî pareke ji çanda Kurdî resen e di herêma Botan de tê xwendin.   Bi xêr hat kanûn e   Bi xêr hat û …

Bêhtir »

GOTINA ”NÎRÊ REŞ”

Duhî min nivîsek bi sernavê ”GOTINA ´NÎRÊ ZÊRÎN” weşandibû. Herweha min daxwaz kiribû ku biraderên me li ser vê babetê rawestin û tiştine ku ez nizanibim, ew ji kal û pîrên me bipirsin û binivîsin. Niha biraderê me Ebdulqadi Qeya (Abdulkadir Kaya) gotina NÎRÊ REŞ jî nivîsiye û bo min hinartiye. Li gor agahdariya wî Nîrê Reş weha ye: Nîrê …

Bêhtir »

GOTINA ”NÎRÊ ZÊRÎN”

Di Çanda Kurdî de gotina ”Nîrê Zêrîn” çendî ku pir dihate bikaranîn, lê mixabin nivşên Kurd ên nû ji ber hovîtî û xezeba Kemalîzmê nizanin ku wate çi ye. Gotina Nîrê Zêrîn, ji bo hin tiştan tê gotin, lê zêdetir Kurd ji bo tovkirina zad di payîzê de dibîjin. Destpêka Nîrê Zêrîn wek zeman, ji 15ê meha 10 heta dawiya …

Bêhtir »

DIRIKA MARAN

Çi hebû çi tunebû, keçikek û birayê xwe hebûn. Dê û bavê wan hê ew zarokên sêzdeh-çardeh salî ne ji vê dinê koç dikin. Keçik û birayê xwe di wê temenê xwe yê biçûk de bi tena serê xwe dimînin. Êdî ew ne tenê xwişk û bira, di heman demê de dibin wek dê û bavê hev jî. Lewra hezkirina …

Bêhtir »

Aydogdu: Gotinên Pêşiyan ji bo gelan û zimanê wan gelek bi qîmet in

Di qada pirtûkên kurdî de kêm pirtûk çend çapan dikin. Niha yek ji wan heye ku bi çapa xwe ya 3’yan li pêşberî me ye: Pirtûka “Gotinên Pêşiyan”. Pirtûk ji aliyê Abdurrahman Aydogdu ve hatiye berhevkirin û ji Weşanxaneya Na derketiye.  Dema Gotinên Pêşiyan tê gotin qîmetek din a xebatê derdikeve holê ku Gotinê Pêşiyan parçeyeke girîng a ziman û …

Bêhtir »