Folklor

DESTAVÊTINA ROVÊ LI ŞEPALÊ

Hebû tûnebû, dibêjin roviyekî pûrtweşandî bû. Rojekê Rovî hema wisa çolebirr diçe ku here gundekî bibîne, da xurekê ji xwe re bi dest bixe. Rovî li dareke koxel rast hat, dît ku wa ye şepalek li binê siha darê veketiye û ketiye xewa şêrîn. Rovî li Şepalê niherî, li xwe niherî, li bedewî û ciwaniya wê niherî, xwe bi xwe …

Bêhtir »

GELO KURD DIKARIN ÇANDA XWE LI TIRKIYE BI BANDOR BIKIN?

Sernav wek îddîake gir e. Ne hewce ye ku hûn li ser vê mijarê lêkolînek cidî bikin, li sî salên dawîn binihêrin. Ger hûn çavdêrek baş bin, sernav dê we qet şaş neke. Li vir tiştê ku hûn dikarin bixwînin ev e. Di salên 90î de, bi koçkirina bi darê zorê ya ji bajarên Kurdan raya ku em ê pirsgirêka …

Bêhtir »

Evîndarên Nemir-Dilgeş Karaman

Ez û hevalekî xwe bi maşîneke reş em ji bajêr diçûn gund. Ku ne bûyereke xerab be em zivistanan tu carî naçin gundan. Ew roj bavê hevalê min nexweş bû. Divê em bi lez biçûna û me ew bianiya nexweşxaneya bajêr. Danê esir bû agahî hat ji me re. Em hê negihan nîvê rê tarî kete erdê. Maşîna me xerab …

Bêhtir »

Kuço Kuço (Çîrok)

Hebû tunebû. Pîrek hebû. Pîrê, rojekê şerbîkê xwe hilda û çû ber kaniyê, da ji xwe re avê bîne. Dema çû ber kaniyê, cîranekî wê, gazî wê kir. Wê jî şerbikê xwe danî ber kuçekî û jê re got: “kuço kuço, şerbikê min neşkîne, heta ez çûm ba cîrana xwe û hatim.” Kuç got: “Bila be.” Pîrê çû ba cîrana …

Bêhtir »

Talankirina Stranên Kurdî-Maşallah Milazgirî

Ez ê îro li ser talankirina “Stranên Kurdî” bisekinin û fikir û ramanên xwe bînin zimên. Ka gelo ev Stranên Kurdî çawa bûne “Türkçe Şarkılar.” Ev mijareke gelekî balkêş e û dilê mirovan zehf diêşîne. Gava ku hinek tişt bêxwedî bimînin, ji êrîşên talankeran re dikevine rewşeke guncan. Talanker tên wan tiştên giranbuha û bêxwedî cerd dikin û dikin malên …

Bêhtir »

Biyografiya Çîroknivîsên Kurd

Firat Cewerî sala 2003-yê Antolojiya çîrokên kurdî wekî du cild derxist û ev biyografiya li jêrê jî di heqê jiyan û berhemên çîroknivîsên kurd de ye. Nefelê beşek ji çîrokên van çîroknivîsan belav kir û ji ber hindê dê ji xwendevanên Nefelê re balkêş be ko bizanin ka nivîskarên wan çîrokan kî ne. **** ABIDÎN PARILTI Abidin Parilti di sala …

Bêhtir »

Li Muzîka Kurdan a Kevneşopî Nêrîneke Giştî

Ji bo kesên ku bixwazin der barê muzîka kurdî de lêkolînan bikin, mixabin zêde çavkanî peyda nabin. Ev “nivîsa berhevkirî” ji bo ku bingehekê ji kesên ku bixwazin der barê muzîka kurdî de agahiyan bi dest bixin re çêbike, bi jêsûdwergirtina ji çavkaniyên cur bi cur hatiye amadekirin. Bi taybetî jî daxuyanî û lêkolînên ku di warê formên muzîkal de …

Bêhtir »

Tosinê Reşîd/ Folklora Kurmanca (1936)

Ji bo hişyarkirina hisên netewî û bi hêz kirina yekîtîya gel, folklor roleke mezin dilîze. Yek ji bingehên nasîyonalîzma gelan, ya çandeyî, ew folklora wan e, bi taybetî destanên êpîkî, stranên dîrokî. Folklor û mîtologîya, wek nimûnên bîrewarîya gele giştî, bingehekî xurt in ji bo yekîtîya gel, pirsgirêkek, ku giringî, ferz bûna wê îro ji bo gelê me pir mezin …

Bêhtir »

Çend Lorînên Şemrexê

Gewra boza li hewa Nexşê hûrik li dawa Gewrê nadim heft lawa Gewra boza li guhnî Mîna kewan dixwînî Xal jêr bûne xwazgînî Gewra boza li guher Giya çinî xist cuher Bir cahnîka xalê xwer … Lo dîno lo ha dîno Kumsor û şalwar şîno Keççika direvîno Bajaran digerîno Mala xalan datîno … Sîng spî penîrê ter Doţmama li ser …

Bêhtir »

DIZIYA SERPÊHATIYEKE DILŞEWAT, STRANA MEYRIKÊ

Meyrîk li gundê Bûwana, bi naveke din Xorîkon a navçeya Pazarcixa Mereşê hatiye dinê. Meyrîk xwediyê jiyaneke dilzoj e. Bi qasî çîroka jiyana wê zêmara li ser hatî strîn jî li ser rêçeke dilşewatir e. Meyrîk keçeke ji eşîra Etmanka ye û li gundê Bûwana ji dayîk bûye. Navê vî gundî jî nesîbê xwe ji çerxa pişaftinê girtiye û navê …

Bêhtir »