Duşem , 26 Cotmeh 2020

Folklor

Ji Folklora Kurdî Çîroka BEROŞA QEDERÊ

Hebû tunebû, dibêjin li welatekî şêxekî pir menşûr hebûye. Hemu zanayên olî û ayînî, di binê fermana Şêx de bûne. Şêx çi fetwe dabûna, hemû şêx, mela, oldar û bêolên welêt jê re diketin kemerbestê û mîna wî dikirin. Dibêjin, beroşeke Şêx xwerû ji zêr hebû, navê wê Beroşa Qederê bû. Li wî welatî zarûkên kurînî ji kîjan jinê re …

Bêhtir Bixwîne »

Ji Folklora Kurdî: ÇÎROKA DARVANIYÊ JAR Û KEWÊ RIBAT

Hebû tunebû, dibêjin li bajarekî malbateke pir jar û belengaz hebûye ku zilam zarûkên xwe bi piştiyên êzingan xwedî dikir. Mêrik her roj sibe zû diçû çiyê, bi dasê dar diçinîn û wek piştî dida pişta xwe, dibiri sûkê difirot û bi diravên ku werdigirt nan û pêxwarin dikirî, dibir malê zarûkên wî dixwarin. Cîranekî wê malbata jar jî hebûye, …

Bêhtir Bixwîne »

DENGBÊJÎ

Dengbêj, ji peyvên “deng” û “bêj” tê. Uzun, dema pênaseya dengbêjîyê dike ji bo dengbêjan dibêje dengbêj; ew kes in ku rih didin deng, dikin ku deng zindî bibe.”[1] Canser Kardaş, piştî ji bo dengbêjîyê behsa pênaseyên çend nivîskaran dike ji şîroveya van nivîskaran encamekê derdixe. Li gor wî dengbêj ew kes in ku bi rêya vegotinên xwe, alîyên baş …

Bêhtir Bixwîne »

Hezar Pitrûk (Çîrok)

Li gor gotinan wextekî ji wextên Xwedê de mêrikek hebûye. Ew[1] jî weka te agirê kelepaçeyê (Ser û pê) girtiye nava wî, nava wî ji kelepaçeyê re şewitiye.  Çûye bajêr, gotiye, ez ê herim kelepaçeyek ji xwe re bînim û werim. Kelepaçeyê aniye û hatiye malê, jina wê jî biriye kelepaçê kizrandiye, şûştiye û çêkiriye,  daniye ser agir, sexmika[2] jî …

Bêhtir Bixwîne »

Filîtê Quto

Ev destan li herêma navçeya Qubînê (Bişêrîyê) ya li ser Batmanê diqewime. Mekanên bûyerê gundê Tapîyê yê li ser Qubîna Batmanê û gundê Bilêder ê li ser navenda Batmanê ye. Ev destan wek kilamê Karapêtê Xaço hatiye nasîn û bi vî awayî li Batmanê û li gelek herêmên din ên Kurdistanê belav bûye. Li gor Salihê Kevirbirî, li gor herêman …

Bêhtir Bixwîne »

Kela Dimdimê

Mekanê vê destanê keleheke Kurdistana Rojhilat e ku wek Kela Dimdimê tê nasîn. Ev destan behsa şerê di navbera Xanê Çengzêrînê kurd û Şah Abasê yekemîn ê eceman dike. Xano, pêncsed karkeran digire, Kela Dimdimê dide lêkirin. Xelîfeyê Şah Abas, ji Xano aciz dibe û Şah Abas lê geş dike. Şah Abas, hêzên xwe yên çekdar bi ser Xano de …

Bêhtir Bixwîne »

Dewrêş û Evdî

Mekanê vê destanê Wêranşara navçeya Rihayê ye. Zor Temir Paşa, serokê eşîra milan e. Li herêma xwe eşîrên din jî tevî eşîra milan dike û konfederasyona milan ava dike. Yek ji van eşîran jî eşîra şerqîyan e. Ev eşîr, eşîreke êzidî ye û Dewrêş jî ji vê eşîrê xortekî êzidî ye. Dil dikeve keça Zor Temir Paşa, Edûlê. Edûl jî …

Bêhtir Bixwîne »

Ristemê Zal

Navê Ristemê Zal, di berhema Şahnameyê de derbas dibe. Li gorî vê berhemê em hîn dibin ku Ristem di dewrên Key Kûbat (Kavî Kavata), Key Kavûs (Kavî Ûsadhan) û Key Xisro (Kavî Hûsravah) de jîyaye.[1] Şerefxanê Bedlîsî dibêje Ristem kurd bûye û bi navê ‘Rostemê Kurdî’ hatiye nasîn.[2] Ristem, kurê Zal e û her du jî bi mêrxasîya xwe tên …

Bêhtir Bixwîne »

Binefşa Narîn

Binevşa Narîn keça Faris Beg e. Faris Beg yekî feqîr e. Derwêş Begê mîrê êlê yê dewlemend, çav bi qîza wî Binefşê dikeve, dil berdidiyê. Dixwaze ku pê re bizewice. Derwêş Beg, pîrekî nod salî ye. Binefş û malbata wî Derwêş Beg qebûl nakin û ji tirsa wî direvin. Derwêş Beg, wan rehet bernade û ji sê birayên Binefşê diduyan …

Bêhtir Bixwîne »

Sîyabend û Xecê

Yek ji destanên gelêrî ya herêma Farqînê ye. Lê ji bo cihê qewimîna destanê nîqaş hene. Li gor Samur çend delîl hene ku dibêjin ev destan li Farqînê qewimîye.[1] Lehengê sereke yê destanê wek “Sîyabendê Silîvî” tê nasîn. Di hin guhertoyên di nav gel de jî ev destan bi navê “Sîyabendê Silîvî” tê nasîn. Celadet Bedirxan ev destan bi navê …

Bêhtir Bixwîne »