Dîrok

Ji sehabe Caban El-Kurdî heta murşid Ebu’l Wefayê Kurdî

Di lêkolîn û lêgerînên xwe de, qenaetek li min peyda buye ku di ser eşîra mezin a kurd a tarîxî; Cawaniyan re dikare peywendiyeka dîrokî-civakî di navbera Caban El Kurdîyê sehabeyê pêxemberê îslamê Hz Muhammed û damezrênerê terîqeta Wefaiyeyê; (murşidê hema hema hemu şaxên elewîtiya Anadoluyê û Kurdistanê yên kurd û tirk) Ebu’l Wefa el Kurdî de hebe. Helbet belgeyên xurt li ba min tunene. Lê …

Bêhtir »

Warên Kurdan û Kurdên Sûdanê

Li gor dîroka ku tê zanîn Kurd ji dema Sumeriyan vir ve ye li ser axa xwe, li Kurdistanê niştecih in. Welatê wan bi gelemperî li bakur ji Gurcistan, Ermenistan û Azerbeycana îroyîn, Çiyayê Gilîdaxê, Behra Wanê bigre li başûr heya Kendava Hurmuzê diçe. Li rojhilatê Gola Urmiyê, Çiyayê Zagrosê heya Çemê Ferat, Sêwazê, tê. Ji wir Meletî, Mereş û …

Bêhtir »

Li Stenbolê du xwişkên Babanzade: Dîclehan û Neslîhan

Derûdora entelektuel a kurdan kêm-zêde hay ji hunermenda mala Bedirxaniyan; Leyla Bedirxana balerîn buye, lê ji naskiriyên malbata Babanzadeyên mîrên Silêmaniyê yên ku sirgûnî Stenbolê bûbûn hema hema tuneye. Ji Babanan, du jinên di nav tirkan de naskirî hene ku kêmnasên civaka kurda ne. Du xwişkên ku li Stenbolê ji dayik bûn, li wê derê jiyan û li wê derê …

Bêhtir »

Li ser pirtûka ‘Serhildana Şêx Seîd’ û ‘Sevr-Lozan-Mûsil’ ê

Hevpeyvîn bi nivîskar û lêkolînerê Kurd birêz Salîh Cemal ra li ser van her du pirtûkên nûh “SERHILDANA ŞÊX SEID” û “SERV-LOZAN-MÛSIL” ku bi gelek çavkanî û belgehên nûh va dagirtî ne… Xelîl Sîpan: Du heb pirtûkên we yên nûh derketin, yek li ser Serhildana Şêx Seîd e û ya din jî li ser Sevr-Lozan-Mûsilê ye. Gelo ji ber çi sedemê …

Bêhtir »

Rastîyên Dîrokî Yên Kurdên Alawî (Alewî)

Dewleta Tirkên Kemalîst ji êdî sed salan pêlive dixwaze hebûna hemû gel, dîn û çandên li nav sînora dewleta xwe, ku ne “Tirk-Misilmanê Henefî” ne tune bike, yan jî bihelîne. 1. Di destpêka komara Tirkan bi ashayên (1) ku Mistî Kor derxistî Alewîtî hat ashak (qedexe) kirin. Ji wê şunve tunedîtinek sedsalî zerarek mezin li comata Alewiyan da-anî. Hemû dergeh …

Bêhtir »

Xaltî – Ûrartû; “Efendiyên Welatê Jor”

Wexta min dîroka Xaltî-Ûrartûyan vekoland, yek caran ez bextewar bûm, yek caran xemgîn bûm, yek caran kelecanê ez girtim û yek caran jî henase/bîhn li min çikiya. Li ser rûyê vê dinyalikê, ti şaristaniyeke din weke Ûrartûyan ev çend mutewazî, mirovhez, afirîner û xwediyên nirxên bilind nehatiye dîtin. Meriv çiqas wesfê van mirovên henûn, zîrek, kêrhatî û ehlên jiyana xweşguzarî …

Bêhtir »

Berovajîkirina dîroka Gelê Kurd ji hêla biyaniyan ve

Weke ku tê zanîn, dîroka gelê kurd dîrokeka qedîm û kevnar e. Ji demên nayên zanîn, heta dema me a îroyîn, gelê kurd li ser axa xwe a qedîm, anku li ser axa Kurdistanê jiyaye, ji ti deverî ber bi Kurdistanê ve koç nekirîye, qet dest ji welatê xwe nekişandîye, û tevî ku zordestî, dagirkirin û hewlên tinekirinê, li ber xwe …

Bêhtir »

Xanedana Şedadiyan (Xanedana kurdan)

Şedadî (carina Şeddadî tê nivîsandin) navê dewletekê ye ku di sala 951ê (340ê hicrî) de ji aliyê Şedadiyan ve li herêma Erana bakurê Azerbeycanê (Başûrê Qefqezê) hatiye damezrandin. Vê dewleta Kurdan heta sala 1164an xwe ser piyan girt. Bajarê Anî (li Qersê, Tirkiye), Tiblîsî (Gurcistan), Demirqapî, Qerebax, Naxçivan, Gence (li Azerbeycanê ye), Divîn (li Ermenistanê ye) Dewleta Şedadiyan, di sala …

Bêhtir »

Tevgera 1925an û Hadîseya Pîranê

Şêx Seîd, kurê Şêx Mehmûd e û tehsîlekê baş dîtîye, di medreseyên Kurdistanê de xwendîye; Paloyê li nik apê xwe yê Şêx Husên, Mûşê li nik miftî Mihemed Emîn, Melezgirdê li nik Abdulhelîm û Xinûsê jî li nik Mûsa Efendî dersên wekî enwar, muharrîr, nahiv, sarf, mantiq, meanî, îstîare, beyan, bedî’ eqaîd û wd xwendine. Bavkalê wî yê Şêx Elîyê …

Bêhtir »