Ji mamoste Nezîr Ocek du berhemên giranbuha! Yek; Kelîle û Dimne ya fîlozofê Hindî ku hemû şîret in ji bo mirovahîyê. Ya din jî; lêkolîneke li ser jîyan û berhemên (danerên) zanyarê kurd Îsmaîlê Cizîrî (El Cezîrî) ye. Îsmaîl Cezîrî yekem kes e ku berî 750 salan ropot îcat kiriye. Xwendavan dikarin Weşanxaneya Sîtavê van herdu berhemên giranbiha bidestbixin.
Bêhtir »Romana Rev û Bez
Ji pênûsa Guljîn Kaya romana koçberî, kuştin, girtin û êş û jana kurdên êzidî ya salên 1915an. Ev roman ji vegotinên şahidên wan êş û janan hatiye honandin. Di xwendina her rûpeleke vê romanê de hûnê janeke zirav di nava xwe de hîs bikin û hûnê bibin şahidê bûyerên nebihîstî, nedîtî… Hûn dikarin vê romanê li Weşanxaneya Sîtavê bidest bixin.
Bêhtir »Jimara Nûbihar ya 161ê derket!
Kovara Nûbiharê ya ku niha di 30 saliya xwe de ye û 3 mehan carekê seranser bi Kurdî derdikeve jimara xwe ya 161ê derxist. Edîtorê kovarê Süleyman Çevik di nivîsa edîtor de, bi kurtî behsa kêmbûna firotina kovarê û zehmetiyên weşangeriyê kiriye. Rohat Alakom li ser çend wêneyên Elî Eşref Begê analîzeke berfireh kiriye. Elî Eşref Begê û bavê xwe …
Bêhtir »Marie Curie: Jina zanyar a Xelata Nobelî standî
Marie Curie ew jina zanyar e ku zanista Radyolojiyê bi xebatên wê dest pê kiriye. Xebatên wê yên li ser “tîrêjên X-ê” hê jî di tibê de tê biakranîn. Rojnameger Fatime Tekinê ji bo Botan Timesê jiyana Curieyê wek vîdeeo-bernameyekê amade kiriye. Kerem bikin temaşe bikin. Çavkanî: https://botantimes.com/
Bêhtir »Hejmara nû ya kovara Bar Helbest hat weşandin
Di vê hejmarê de ligel wergera helbestan ya ji gelek zimanên biyanî, nivîsên werger û telîf bi Zazakî û Kurmancî hene. Herwiha di vê hejmarê de ligel Kurmancî ji zaraveyên Soranî û Hewramî helbestên telîf hatine weşandin. Hejmara 6an a Kovara Bar Helbestê hat weşandin. Di vê hejmarê de ligel wergera helbestan ya ji gelek zimanên biyanî, nivîsên werger û …
Bêhtir »Pirtûka “Kurdiya Pratîk” Bi Çapa Duyem Derket!
Pêvajoya pêkhatina ziman û ramanê pêvajoyek pirr dirêje, ev pêvajo danheviyek mezin di xwe de dihewîne. Zanyar, pêvajoya ziman dighînin heta du milyon salên borî, bi tecrubeya her nifşî, ev yek dewr bûye, zêde bûye û bi vî awayî, hêdî hêdî bingeha ziman hatiye afirandin, guncaw bûye kemiliye û bûye amûra tekane ya ku mirov ji hevûdû fam bikin, têkiliyan …
Bêhtir »Romanivîs, çîroknivîs, wergêr, helbestvan û rojnamevan Şahîn Bekir Soreklî
Romanivîs, çîroknivîs, wergêr, helbestvan, rojnamevan û nivîskarê kurd Şahîn Bekir Soreklî, ligor qeyda fermî, sal 1946 li gundê Mezrê yê li rojavayê Kobanî ji dayik bû. Bavê wî, Mihemed Elî Soreklî, ji kurdên Zaza yên herêma Siwêregê ye û derdora salên 1920, yan 30an, derbas herêma binê xetê bûye û li Kobanî û gundê Mezra Ebrûş bi cîh bûye. Diya …
Bêhtir »Mihemed Cemîlê Seyda
Mihemedê Cemîlê Seyda di sala 1918 de li navçeya Licê ya Diyarbekir ji diya xwe bûye. Bavê wî Cemilê Seyda yek ji leşker û lehengê şoreşa Şêx Seîdê Pîran e. Mihemed kurê Cemîl e. Cemîl kurê Mihemed Hadî (Seydayê Licî) ye. Mihemed Hadî kurê Sebxetullah e. Ew jî kurê Resûl Paşayê Sorî yê Rewandizê ye û birayê Kor Mihemed mîrê …
Bêhtir »Asta Destpêkê ya Kurdîzanê bi çapa nû DERKET!
📢Asta Destpêkê ya Kurdîzanê bi çapa duyem li ber destê we ye. 📌Kurdîzan ji bo asta destpêkê ji du pirtûkan pêk tê. Yek Pirtûka Dersê ye, ya din jî Pirtûka Xebatê ye. 📌Pirtûka Dersê li ser hînkirina temayên curbicur û mijarên rêzimanê radiweste. Pirtûka Xebatê jî tenê li ser rahênanên van temayan û mijarên rêzimanê radiweste. 📌Kurdîzan li gor pergala …
Bêhtir »Kuwêt: Romana “Firîna bi baskên şikestî” bi erebî derket!
Kuwêt: Romana “Firîna bi baskên şikestî” bi erebî derket. Ji nav weşanên Darmintad li kuwêt romana “Firîna bi baskên şikestî” ya Helîm Yûsiv, di bin sernavê “wêjeya kurdî” de, bi zimanê erebî hat weşandin.
Bêhtir »