Danasîn

“Nêrgiza Lam û Elîfê” Derket

“Nêrgiza Lam û Elîfê” ya M. Zahir Ertekin ji Weşanên Lîsê Derket Helbestvanê ku weke pireke navbera kevneşop û nuhjen helbestên xwe dirêse, geh li nik bajarê Wanê ye ku derbeke mezin ji erdhejê xwarîye, geh di binê berfa Roboskîyê de dinale; “Berf dibare Berf dibare bi ser me û Bi ser fê’lên bêfedî yên mirovahîyê Weke Roboskî mîna Zîlan …

Bêhtir »

Pirtûka Bişirîna Şermînî Nû de DERKET

Bişirîna Şermînî, cara yekem di sala 2003’yan de ji Weşanxaneya Aramê derçû. Piştî 13 salan, di nav weşanên Weşanxaneya Lîsê de, keysa çapa duyem dît û gihîşt ber destê xwedevanên Kurdî Bişirîna Şermînî, pirtûka duyem a çîrokan a Dilawer Zeraq e. Dilawer Zeraq, di vê pirtûkê de, bala xwe biriye ser êş û pirsgirêk û awayê jiyana jinên Kurd ku …

Bêhtir »

Pirtûka Bajarê Moriyan a Zarokan DERKET

Pirtûka Bajarê Moriyan ji hêla helbestkarê hêja Yehya Elewîferd ve hatiye nivîsîn. Helbestkar û nivîskarê me li Xorasana Îranê ev bû 20 sal e ku li ser wêjeya zarokan xebatên xwe didomîne. Xwedî û berpirsyarê weşanxaneya Emû Elewî ye. Y. Elewîferd di vê pirtûka xwe de leheng wekî Morî an jî Kurmorî hilbijartiye û bi saya jiyana moriyan , jiyan …

Bêhtir »

Pirtûkeke Nû DERKET

Di zargotina Kurdî de, beyt jî wekî çîrok, stran, destan, lorîk, dûrik û gotinên pêşiyan ciheke xwe yê girîng heye. Peyva beyt, her çend ku di lîteratura edebiyata klasik de ji bo malikên helbestê bête gorin jî, lê di zargotina Kurdî de ji bo stranên dînî yên bi ritmik tê bikaranîn. Ev beyt di tekkeyên sofiyan de bi pirranî ji …

Bêhtir »

Bi Zaravayê zazakî 2 dîwan

Dîwana damezrênerê mezheba şafîtiyê Îmamê Şafî û ya Baba Tahîrê Uryan ku yek ji wan girîngtirîn kesê Edebiyata Kurdî ye, ji aliyê Feqî Çolig ve bo zaravaya zazakî (kirmanckî) hat wergerandin. Werger û nivîskar Feqî Çolig ji Rûdawê re da zanîn ku kurdên henefî yên li Tirkiyeyê û kurdên ceferî yên li Îranî ji nasnameya xwe dûr ketine, lê yên …

Bêhtir »

Çapa duyem ya “Hopo ” Derket

Çapa duyem ya “Hopo ” a Ereb Şemo ji Weşanên Lîsê Derket Romana Erebê Şemo ya bi navê “Hopo”, ku li jêr bandora şoreşeke mezin, Şoreşa Sovyetê, behsa guherîn û veguherîna pergala Kurdan a aborî, civakî û sîyasî dike. Di vê rêya lêgerîna Kurdan bo peydakirina romanê de nimûneyek e ku divê bi kêmasî û zêdeyîyên xwe were naskirin û …

Bêhtir »

Kovara XWENAS a 6 an DERKET

Hejmara 6. ya kovara Felsefe û Rexne XWENAS derket. Bi mijarên girîng û berfireh yên felsefî ve XWENAS li benda felsefehezên bi Kurdî ye. Kerem bikin, naveroka hejmara 6. li jêr diyarkirî ye. Ji bo daxwezkiran em dikarin di demeke kin de bigîhînin. Em li bendê ne ku xwendkar û nivîskarên Kurd elaqe û bîr û bichûnên xwe bo XWENAS …

Bêhtir »