Nivîskarê vê pirtûkê Mihemed Heme Baqî, bi belge û nivîsên fermî, bi nameyên dewlet, konsolos, serokeşîr, karmend û rêvebiran… û xebatên heya niha li ser Serhildana Şêx Ubeydullah hatine kirin, me gav bi gav, roj bi roj li cih û qadên serhildanê digerîne. Bi hûrgulî û dorfirehî em agahdar dibin ku kîjan eşîr û serokeşîr beşdarî serhildanê bûye, an jî …
Bêhtir »Romana Bi Navê “Nûrheyata Licî”
Li vir çend rojan pêșt ve min dest xwendina romana birêz Lokman Polat ya bi navê “Nûrheyata Licî” kir û di demek kin de qedand. Kitêba di dest min da ye çapa yekemîn a ku di sala 2005 de li Stembolê alîyê weșana Helwest – Doz hatiye weșandin e. Birêz Lokman Polat di alîyên xwendewanên bi kurdî dixwînin ve niviskarekî …
Bêhtir »Nameyên “Rilke” bi kurdî derket
Her kesê ku rêya wî bi edebiyata modern ya cîhanî ketiye, bi awayekî navê şairê modern yê Alman “Rainer Maria Rilke” (1875-1926) bihîstiye. Bi vê taybetiya xwe, wî ne tenê di kanona edebiyata Almanî de cihê xwe girtiye, ew her weha di nava kanona şê’ra cîhanê de jî xwediyê roleke bilind û bala ye. Di vê kitêba hanê de Rilke …
Bêhtir »Berxwedana Elektropola
Romana kurdî her diçe dewlemend dibe. ‘Berxwedana Elektropola’ navê berhema nivîskarê hêja Mervan Serhildan e û rengeke din da ya romana kurdî. Birêz Mervan sala 1958’an li navçeya Şemrexê tê dinê, dibistana seretayî û navîn li bajarê xwe, lîseye jî li Edeneyê diqedîne. Li Zanîngeha Gaziyê beşa rojnamegerî û ragihandinê dixwîne. Dema 12’yê Rezberê de tê girtin û bi …
Bêhtir »Romanek ji êşistanê/Kurdistanê: Neynika Dilî
Ya birastî kesê ku bikare bêje ez Kurdekî baş im bêguman jiyana wî/ê bi êşan dimeşe. Ji ber ku bextê me Kurdan hê em nehatine dinê reş hatiye nivîsandin. Sedem û mijarên vê tiştî pir in lê niha hewce nake ku bê gotin. Çend ro berê çavê min bi pirtûkekî ket ya birastî navê nivîskarê û navê min eynî bû, …
Bêhtir »Çand û Huner ‘Çîroka Wenda’ derbasî fînalê bû
Belgefîlma derhênerê genc Mehmet Ûlûç “Çîroka Wenda”, di Festîvala Fîlman Indiewiseê derbasî qonaxa fînalê bû. Festîvala Fîlman a Indiewiseê bi rêya nîgaşî tê çêkirin ku bi sedan fîlm beşdarî wê dibin û belgefîlma kurdî ‘Çîroka Wenda’ jî karî navê xwe li fînalê binivîse. Herwiha, ‘Çîroka Wenda’ hêj li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê derneketiye pêş temaşevanan, lê li welatên …
Bêhtir »Salinger û hesreta jiyana jidestçûyî
Romana Pêwanek di Zeviyê de “The Catcher in the Rye” ji aliyê nivîskarê amerîkî Jerome David Salinger ve hatiye nivîsandin û nivîsandina wê vedigere destpêka salên 50yan. Di wê demê de şêwazeke taybet a jiyanê ku îro wek şêwaza jiyana amerîkî tê naskirin, peyda bû. Berhema Salinger bi awayekî ji awayan rexne û dijatiya rengekî jiyanê dike ku em niha …
Bêhtir »“Kusî-Kurd”ji bo çi hate ava kirin?
Li Enqereyê hin ciwanên kurd ji bo ku sînemager û televîzyongerên kurd bînin li bal hev û xebatên medyaya kurdî pêş ve bibin, bi navê Komeleya sînemager û Televîzyongerên Kurd (KUSÎ-KURD) komeleyek ava kirin. Komele wê xebatkarên medyaya kurdî bîne bal hev û wê di qada medyaya kurdî de xebatan bike. Serokê Komeleya Kusî-Kurdî Salîh Suleyman daxuyand ku ew ne …
Bêhtir »Weşangerîya Kurdî
Digel ku karê çapkirinê dîroka mirovahîyê pê ve bi şêweyên curecur hatiye kirin jî, Johannes Gutenberg ê Alman kesê pêşîn e ku di sala 1440’î de çapxaneya nûjen îcad kirîye. Îcada vê çapxaneyê ji hêla feylesofê Îngilîz Francis Bacon ve wekî yek ji wan girîngtirîn geşedanên destpêka serdema nûjen hatîye helsengandin. Heke em di vê perspektîvê re berê xwe bidine …
Bêhtir »Pirtûka Nan û Jiyan
Li başûrê Kurdistanê ji ber qedexebûna zaravayê kurmancî nivîsîn û rewşenbîriya kurmancî jî lawaz bû. Di hêla perwerde û rewşenbîriyê de zimanê serdest soranî bû û kêm kesan di devera behdînan de xebatên rewşenbîrî dikir. Yek ji wan navên serekî Emînê Osman bû ku bi zaravayê kurmancî dinivîsî û di vî warî de taqane, şareza û navbar bû. Ne tenê …
Bêhtir »