Yekşem , Gulan 26 2019
Destpêk / Danasîn / Fîlmnasin (pel 4)

Fîlmnasin

Kurtefîlma kurdî “Landik” li Spanyayê bû yekemîn!

Kurtefîlma derhênerekî kurd ê Rojhilatê Kurdistanê di festîwala navdewletî ya “Salas” a Spanyayê de bû yekem. Fîlma derhênerekî din ê kurd jî derbasî qonaxa dawî ya festîwala “Oqyanûs” a Amerîkayê bû. Li gorî malpera “kurdtoday.ir” , ku nûçe û agahiyên Sine belav dike, Kurtefîlma kurdî ya bi navê “Lank” (Landik), ku ji aliyê derhênerê kurd Zaniyar Lotfî ve hatiye çêkirin, …

Bêhtir Bixwîne »

Li Îspanyayê Fîlmên Kurdî

Li bajarê Bilbaoyê ya herêma Bask a Îspayayê festîvala fîlman birêve çû û di bernameya festîvalê de 3 fîlmên kurdî û belgefîlmek li ser Kurdan jî hatin nîşandan. Di navbera 14 û 18yê Berfanbarê de li bajarê Bilbaoyê ya Îspanyayê festîvala fîlmên navneteweyî hate lidarxistin. Di bernameya festivalê de belgefîlma bi îspanî hatiye çêkirin “Kobanî jinûve dest pê bike (Kobanî, …

Bêhtir Bixwîne »

Pêşbaziya Fîlman ya Serhedê

Kurtefîlma bi navê “Wenda” bi ser ket. SERKA ango Ajansa Pêşveçûnê ya Serhedê, 4emîn pêşbaziya kurtefîlman lidar xist. Di pêşbaziyê de “Wenda”ya Mehmet Emin Türküz û Rodî Yüzbaşi xelata yekemîniyê qezenc kir. Fîlma ku jiyana li herêma Serhedê bi çavên zarokan vedibêje û derfetên wan tîne ser ekranê; wek xelat, 6 hezar lîre bidest xist. Di pêşbaziyê de “Bêbihar”a Onur …

Bêhtir Bixwîne »

Majîd Majidî

Di malbeteke ji çîna navîn li Tehranê welidî û mezin bû. Di temenê xwe yê 14an de bi komên acemî yên şanoyê dest bi lîstikvaniyê kir. Pîşt re li tahranê di Enstîtûya Hûnerên Dramatîkê de perwerde stand. Pîştî Şoreşa Îranê ya 1979an hezkirina wî ya sînemayê wî kişand nav sektora sînemayê. Di sala 1985an de bi filmê Boyketê yê Mohsen …

Bêhtir Bixwîne »

Di sala 2015an de fîlmên ku herî zêde hatine daxistin

Expicio ya ku li ser daxistina fîlmên qorsan ên ku malperên wekî Torrent bar dike, lêkolînên xwe kir û di sala 2015an de herî zêde kîjan fîlm hatiye daxistin eşkere kir. Di serê lîsteyê de fîlmên Interstellar, Furious 7 û Avengers: Age of Ultron hene. Fîlmê Interstellar ê ku di Mijdara 2014an de kete wîzyonê, 675 milyon qezenc kir û li …

Bêhtir Bixwîne »

Fîlmên Vîzyonê yên Vê Hefteyê

DHEEPAN: Fîlm, ji çîroka şervanê Tamîlê yê Srî Lankayî hatiye kişandin. Derhênerê fîlmê Jacques Audiard e. Lehengê fîlmê qarakterek balkêş e. Dev ji kar û barê rojanê berdaye û dixwaze li Parîsê xwedî derkeve û edaletê pêk bîne. Rolên sereke yên fîlmê Vincent Rottiers û Marc Zinga dilîzin. Li Srî Lankayê şerê navxweyî bi dawî dibe û Dheepan dixwaze ji …

Bêhtir Bixwîne »

Fîlm Vê Carê Li Elihê Dibin Mêvan

Bernameya 6’emîn Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney hat eşkere kirin. Gelek fîlm di nav bernameyê de hene, her wiha hin gotûbêj jî. Festîvalê zarok jî ji bîr nekirine. Şaredariya Batmanê ev 6’emîn car e festîvalê dê li dar bixe. Festîvala îsal di navbera 16-20’ê meha berfanbarê de li dar dikeve. Mêvana rûmetê ya festîvalê ya îsal keça Yilmaz Guney Elîf …

Bêhtir Bixwîne »

Bernameya Festîvala Fîlmên Yilmaz Guney Diyar bû

Şaredariya Êlihê (Batman) bernameya 6emîn Festîvala Kurtefîlmên Yilmaz Guney diyar kir. 6emîn Festîvala Kurtefîlmên Yilmaz Guney ku bi piştevaniya Şaredariya Êlihê ji aliyê Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn ve  tê lidarxistin, dê 16ê meha Berfanbarê dest pê bike û heya 20ê mehê berdewam bike. Mêvana şanaziyê ya îsal keça Yilmaz Guney a bi navê Elif Putun e. Îsal di beşa …

Bêhtir Bixwîne »