Di sîtoplazmaya xaneyê de bi navbeynkariya enzîman, hilweşandina glukozê bo pîruvatê wekî glîkolîz (bi înglîzî: glycolysis) tê navkirin. Peyva glîkolîz ji du peyvên grekî; glykos û lysis pêk tê. Di zimanê grekan de peyva “glykos” ji bo şekir, şîrînî tê bikaranîn. Wateya peyva “lysis” jî dabeşkirin, helandin, parçekirin e. Ango wateya “glîkolîz” parçekirina şekir (glîkoz) e.[1] Hemû enerjiya ko xaneyên zindî ji bo …
Adar, 2024
-
13 Adar
Tewere
Tewere, rîşaledemar an jî akson (bi îngilîzî: axon) beşekî demarexaneyê yê. Xaneya demar bi şeweyê liqdar e, li gel gellek liqin kurt, bi gelemperî liqek dirêj jî ji parzûna xaneyê ber bi derveyî demarexaneyan dirêj dibe. Ev liqê dirêj wekî tewere tê navkirin. Ango tewere liqê dirêjtirîn ê demarexaneyê ye ko demareragihandinan vediguhazîne dûrê laşexaneya demarexaneyê. Anatomiya tewereyê Bi gelemperî xaneyên demar yek an jî du tewere lixwe digirin, lê hin demarexane …
Sibat, 2024
-
29 Sibat
Guhaztina oksîjenê di nav xwînê de
Bi henasewergirtinê oksîjen ji dîwarê sikildanokan û yê mûlûleyên xwînê derbas dibe û dikeve nav xwînê. Piraniya oksîjenê tê guhaztin bi şeweyî oksîhemoglobînê, hinek jî bi şeweyî tiwawe li plazmayê de tê guhaztin. %1,5ê oksîjenê di nav plazmaya xwînê de dihele û bi navbeynkariya plazmayê tê guhaztin. –Pêkhateya hemoglobînê– %98,5ê oksîjnê xwe bi hemoglobînê ve girê dide û bi vî …
-
19 Sibat
Gehînke
Gehînkeya demarî, demaregehînke an jî gehînke. Gehînke (bi îngilîzî: Synapse) pêkhateya taybet a demarekoendamê ye ji bo guhaztina ragîhandinan, ji demarexaneyek ber bi demarexaneya din, an jî xaneyek din. Ango xala ko du an jî zêdetir demarexane digihêjin hev wekî gehînkeya demarî tê navkirin. Pêkhate Gelemperiyê xala gehînkeya demarî, ji beşên xaneya pêşgehînke, …
-
11 Sibat
Derbirîna Gen
Pêvajoya çêbûna ARN an jî proteîn ji zanyariyên li ser beşek ADN-yê de kodkirî wekî derbirîna gen (bi înglîzî: gene expression) tê navkirin.[1] Berhema derbirîna gen bi gelemperî proteîn e. Proteîn bi navbeynkariya ARN-peyamberê di rîbozoman de bi pêvajoya wergeranê tê çêkirin. Lê dibe ko hin caran jî berhema derbirîna gen ne proteîn, lê ARN-yên nayên wergerandin (ARN-yên nekodkirinê) bin. Wekî mînak, ARN-guhêzer, ARN-rîbozomî, ARN …
Rêbendan, 2024
-
18 Rêbendan
Koda bomaweyê
Koda bomaweyê (bi înglîzî: genetic code), koma qaîdeyên ko zanyariyên bomaweyî yên di ADN an jî ARN-yê de hatine şîfrekirin, ji aliyê xaneyên zîndeweran ve tê wergerandin bo çêkirina proteînan. Zanyariyên bomaweyî bi şîfreyên (kodên) ji sêyaniyên nukleotidên dûvyek (kodon) ên ADN û ARN-yê de cih digin û ji bo çêkirina proteîn, rêzeya asîdên amînî diyar dikin.[1] Li gel molekula ADN-yê, ARN-peyamber, ARN-guhêzer, rîbozom, asîdên amînî û hin enzîm jî …
Hezîran, 2023
-
19 Hezîran
Asîda rîbonukleyî
ERK Û PÊKHATEYA ASÎDA RÎBONUKLEYÎ (ARN) Asîda rîbonukleyî (ARN) yek ji du corên asîdên nukleyî yên xaneyên zîndeweran e. Di xaneyan de li gel ARN-yê, asîda deoksîrîbonukleyî (ADN) jî cih digire. Hemû zanyariyên bomaweyî di ADN-yê de embarkirî nê. Ango çalakiyên xaneyê li gor ADN-yê tê rêvebirin. ADN jî ji bo birêverina çalakiyên xaneyê, ARN-yê bi kar tîne. ARN …
-
16 Hezîran
Libergirtin
Libergirtin (bi înglîzî: transcription), guhaztina zanyariyên bomaweyî ji ADN-yê bo ARN-yê Bi alîkariya ARN-polîmeraz û bi bikaranîna bazên temamker, li ser zincîra qalib a ADN-yê de çêkirina ARN, wekî libergirtin tê navkirin. Ji bo bikaranîna zanyariyên bomaweyî yên di ADN-yê de şîfrekirî, divê gen werin derbirîn. Gava yekem ji beşek zincîra ADN-yê çêkirina zincîra ARN-yê ye. Ango bi libergirtinê, …
Sibat, 2023
-
24 Sibat
Tomara reçelek
Tomara reçelek an jî tomara dûndeyî (bi înglîzî:pedigree chart) hêlkariyekê taybet e ji bo çavderîkirina sîfetek diyarkirî an jî nexweşiyek bomaweyî di dirêjiya çendin nifşên xêzanek de. Tomara reçelek,di xêzanek (malbat) de, ji bavanan ber bi weçeyan, rêbaza guhaztina sîfetek bomaweyî rava dike. Bomawezaniya mirov de, ji bo şopandina bomaweya sifetên taybet an jî bo nexweşiyên bomaweyî …
Rêbendan, 2023
-
3 Rêbendan
Asîda deoksîrîbonukleyî (ADN)
Asîda deoksîrîbonukleyî, an jî bi kurtenav ADN (bi înglîzî: deoxyribonucleic acid(DNA)) molekulek aloz e, di nav xaneyên zîndeweran de embarkarina zanyariyên bomaweyî dike. Hemû xaneyên navikseretayî (prokaryotî) û navikrasteqîn(êkaryotî) ADN lixwe digirin.Herwisa gellek corên vîrusan jî ADNyê lixwe digirin, ji van vîrusan re tê gotin vîrusên ADNyî ADN ji bo du erkê serekî kar dike 1.ADN çavkaniya zanyariyê ye ji …