Bawerî

Nîsan, 2022

  • 8 Nîsan

    Şehrû Remezan

    Der(i)yê xêr û bereketê Meha pîroz mehremezan Ji Quranê bi sûretê Beqere, şehrû remezan Di wê de nazil bû Quran Bo me hemî bawermendan Bi van eşkere delîlan Hîdayet e ji bal Yezdan Vediqetîn rast û betal Kî de îja li ser ev hal Bighêj meha çêtir ji sal Bila rojî ferz ke li can Kî jî rêwî li seferê …

  • 7 Nîsan

    Der Heqê Remezanê de ye

    Beşa Dudoyê ku Rîsaleya Dudoyan e Der Heqê Remezanê de ye [Di dawiya beşa ewil de ji ber ku hinkê qala şeaîrê Îslamê hatibû kirin, di vê beşa dudoyê ya der heqê Remezana Pîroz ku di nav şeaîran de ya herî geş û ya herî muhteşem e de dê hin hikmetên wê werin bibîr anîn. Ev Beşa Dudoyê “Neh Nukte”yên …

  • 6 Nîsan

    Hin Pirs û Bersivên Li Ser Remezanê

    Her çiqas em di civaka ku bi piranî misilman in de jî bijîn dîsa jî li ser îslamê û li ser şert û mercên îslamê zanîn kêm in û yên hene jî zêde ne zelal in. Ji ber vê yekê jî min xwest bi qasî zanînên xwe mejîyê hevalên xwe zelal bikim. Li ser vê pêdivîyê min jî li ser …

  • 4 Nîsan

    Meha Remezanê û Girtina Rojîyê

    Qîmeta meha Remezanê çima wûsa zêde ye?  Qur’ana pîroz di vê mehê da înzal bûye. Xwedê ayetekî de wûha ‘emir ferman dike û dibêje: “(Ev rojên bijimar) Meha remezanê ye, ew a ku Quran tê de hatîye şandin ku ayetên we ji mirovan re rêber in û ji bo veqetandina heq jî batilî delîlên eşkere ne. Êdî kî ku ji …

  • 2 Nîsan

    Wasîyeta Bedîuzzeman Seîdê Kurdî

    Nesîheta Bedîuzzeman Seîdê Kurdî Ev nivîsa Bediuzzeman bi Kurdîya kurmancî nivisîye. Di sala 1908’an da di rojnameya Kurt Teawun ve Teraqqi’yê de weşiyaye. Ey Gelî Kurdan!  Îttîfaqê de quwet, îttihadê de heyat, di biratîyê de seadet, hukûmetê de selamet heye. Kapika îttihadê û şirîta muhebbetê qewî bigrin, da we ji belayê xilas ke.  Qenc guhê xwe bidinê, ez ê tiştekî …

Sibat, 2022

  • 8 Sibat

    Di Dîwanên Kurdî de Pesnê Pêxember (s.)

    Di edebîyata Îslamî de edetek zahf girîng û bê hemta heye, pêwîste ku em îro li ser baş bifikirin û binêrin  ka li pişta  wê  çi heye  û çima hatîye danîn. Ev edet jî ev e: Wekî ku yek dest bi nivîsandina kitêbekê bike çi mijar be bila bibe, pêşî bi navê Xwedê dest pê dike, dûvre bi pesn û hemdê Wî û dûvre bi selawatdana li ser Pêxemberî û al û eshabên wî didomîne. Vêca evê edetê bi taybetî di dîwanan de cihek girîngtir girtîye. Dîwan baxusus terzê mesnewî, di beşa pêşîn ya jêre tête gotin dîba ce de pêşî bi pesnê Xwedê, medhê pêxemberî, mîracname, sedema nivîsandina kitêbê û bi îthafa bo hakimê wê demê dest pê dike û piştî van tevan diqedîne dûvre dikeve mewzû behsa mijara taybetî de.

  • 7 Sibat

    Însan û Mirin

    Mûmînên Ezîz! Xutbeya me ya îro li ser yê mexlûqê herî şerefdar însan û li ser mirinê ye. Âlem û her tiştê vê âlemê Xwedayê Teala afirandiye. Lewre Wî pêştir ve Xaliq çunîn e. Ji nav mexlûqê yê Xweda afirandiyî yê herî şerefdar û sergewre însan e. Quranê Kerîm wiha ferman dide li ser însanî لَقَدْ خَلَقْنَا الْإِنسَانَ فِي أَحْسَنِ …

  • 6 Sibat

    Wateya Qur’anê

    Berî min jî, çend camêran Qur’an wergerandiye kurdî. Min di wergera xwe de sûde ji hin ji wan jî wergirtiye: bi taybetî ji wergera Seyd Elî Şîlanî, ya Abdullah Varlî û (vê dawiyê jî) ya Mela Mihemedê Hekarî yên bi kurmancî (ya Şîlanî bi alfabeya erebî ye) û ji wergereke soranî (Burhan Mihemed Emîn: ”Tefsîrî Asan”). Ew wergerên navborî hemû …

  • 5 Sibat

    Hin peyamên Bedîuzzeman Seîdê Kurdî

    … 4 Kesê ku nefsa xwe islah nekê, nikarê dîgeran islah bikê. Kelîmat 5 Ma gelo tu tenê ji bo dinyayê hatîye aferandin ku tu tevê zemanê xwe li wê xercdikê! Kelîmat 6 Kesê ku misafir be, qelbê xwe bi tiştekî ku bixwere nebê girênadê. Mesnewî-i Nurîye 7 Ku tu dost bixwazê Allah bese. Belê ku ew dost be, hertişt …

  • 3 Sibat

    Duayên Kurdî