Agahî-Nûçe

Mak Pirtûk dest bi pirtûkfiroşîyê kir

Mak Pirtûk a li ser înternetê dest bi firotina pirtûka kir, diyar kir ku ew li Ewropayê dixwazin bibin deng û rengên ciwanên kurd.  Malpera Mak Pirtûk a li ser enternetê pirtûkfiroşiyê dike dest bi firotina pirtûkan kir. Navenda vê pirtûkfiroşiyê li Almanyayê ye. Mak Pirtûk ku ji aliyê çend ciwanên kurd ve hat damezrandin bi daxuyaniyek nivîskî qala damezrandin …

Bêhtir »

25 saliya Kitêbxaneya Kurdî hat pîrozkirin!

Kitibxaneya Kurdî 25 saliya xwe pîroz kir. Gelek kurd û swêdî civiyan û pîroz kirin. Bi çalakiyên pir xweş, bi xwarin, muzîk, axaftin û sohbetên germ pîroz kirin. Kitêbxanê dîplomeyeke sipasdariyê da kesên alîkarî bi Kitêbxaneyê ra kirine. Bi vê minasebetê avakarê Kitêbxanê Nedîm Dagdevîrenê gorrbehişt jî bi hurmet û bi hezkirin hate bibîr anîn.  Di şevê da swêdiyekî bi …

Bêhtir »

Xelata Şerefnameyê ya sala 2022yan

Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê “Xelata Şerefnameyê ya Çand û Zimanê Kurdî” ya sala 2022yan dîyarî nivîskarê navdar Firat Cewerî kir. Birêz Cewerî, ku ev çil sal in di warê kurdî de dixebite, roja şemîyê, 5ê Mijdara 2022yan, ji bo wergirtina xelatê ji hêla Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê ve hat vexwendin. Nivîskarê qedirbilind Firat Cewerî, ji ber keda wî …

Bêhtir »

Zanîngeha KOÇê Mamosteyên Kurdî Distînê

Bernameya Zimanên Biyanî ya Zanîngeha Koçê ji bo mamosteyên nîvdemî yên zimanê kurdî serlêdanan distînê (Destpêk, Sibata 2022). Tê payîn ku di beşa kurdî de berendamên jêhatî yên xwedî doktora an jî yên ku beşa Ziman û Wêjeya Kurdî qedandine karin serê lêxin. Bi taybetî namzedên ku di asta zanîngehê de di warê hînkirina kurdî de tecrûbeyên wan a berê …

Bêhtir »

Xelata HRRKê ya afirandinê ya 2022yan

Xelata HRRKê ya afirandinê di sala 2016ê de li Qamişlo, di pêncemîn Kongireyê de, hate damizirandin. Nirxê xelatê 1000 dolar e ji alîyê Komîteya Kargêr a HRRKê di gel zirxê HRRKê tê dayîn. Xelata HRRKê ji bo kesên afrêner û kesên ku bandorekê li derûdora xwe û li cîhana nivîsandin û hunerê dikin re ye. Her wisa ev xelat ji …

Bêhtir »

Kurtefîlma Aforoz Hate Hilbijartin

Aforoz ji bo beşa kurte-fîlman ya 27êmîn Fîlmefestîvala Navneteweyî ya Sacramentoyê (DYYA) hate hilbijartin.  Sacramento International Film Festival The Banishment is selected in the short films section of the 27th Sacramento International Film Festival (USA). Sacramento International Film Festival Aforoz 27. Sacramento Uluslararası Film Festivali’nin (ABD) kısa film bölümünde gösterilecek. Sacramento International Film Festival Culture Civic: Kültür Sanat Destek Programı …

Bêhtir »

Li Qamişlo pêşangeha pirtûkan destpê kir

Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê 6emîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol, bi diruşmeya “Pirtûk samanê cîhanê ye” li Hola Zana dest pê kir. Pêşangeha Pirtûkan ya Şehîd Herekol li Qamişlo îro 22yê Cotmeha 2022yan bi beşdariya 51 weşanxane, 130 hezar pirtûkan destpê kir. Di pêşangehê de îsal çalakiyên cuda têne encamdan weke pêşbirkên kultûrî û wêjeyî, mûzîk, îmzekirina pirtûkan …

Bêhtir »

13. Festîvala Fîlmên Kurdî Ya Londonê (LKFF)

Bernameya 13. Festîvala Fîlmên Kurdî Ya Londonê (LKFF) Diyar Bû Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê piştî navbereke dirêj vedigere ekranên mezin. Di du salên dawîn de ji ber pandemiya kovîdê festival online hatibû çêkirin. Em bi kêfxweşî mizginiyê didin ku festival vedigere eywanên sînemayê. Bernameya 13. LKFFê jî diyar bû. Li gorî bernameyê 13. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê dê …

Bêhtir »