Çarşem , Îlon 26 2018
Malper / Agahî-Nûçe (Pel 3)

Agahî-Nûçe

Gûlan, 2018

  • 27 Gûlan

    Cizîr (Cizîra Botan)

    Cizîr navçeyeke li ser bajarê ŞirnexŞirnexê ye. Bi navê Cizîra Botan jî tê naskirin. Weke (Bajerê Nebî Nuh) jî hatiye naskirin. Bi Nisêbînê re bajerê herî mezin ku çanda Şahmaran têde bicih bûye. Cizîra Botan xwediyê dîrokeke ku pir demdirêj e. Avabûna wê ta dema sûmeriyan û berî wê demê …

  • 22 Gûlan

    Li Tirkiyê 9 pirtûkên Weşanên Avesta hatin qedexekirin

    Li Tirkiyê 9 pirtûkên Weşanên Avesta bi biryara dadgehê hatin qedexekirin. Li navçeya Hezex a Şirnexê di encama serdegirtina malan de dest bi ser gelek pirtûkan de hat girtin û ew pirtûk hatin qedexekirin. Rêveberê Giştî yê Weşanên Avestayê Abdullah Keskîn li ser hesabê xwe yê medya civakî agahiya qedexekirina …

  • 21 Gûlan

    Ferhenga herî têrûtejî ya Kurdî-Farsî derket

    Ferhenga herî têrûtejî ya dîroka wêjeya Kurdî ya bi navê “Ferhenga Zanîstgeha Kurdistanê” bi hewldanên Xaneya Lêkolînan a Kurdistanasî ya Zanîngeha Sineyê, roja 9ê Gulanê bi merasîmekî hate nasandin.   Ev ferheng wek ferhenga herî berfireh û têrûtejî ya Kurdî-Farisî ya dîroka wêjeya Kurdî tê dîtin û ji 4 bergan …

  • 12 Gûlan

    Li Diyarbekirê ji nexweşên şîzofreniyê şano

    Nexweşên şîzofreniyê yên ku li Diyarbekirê tên tedawîkirin ji hêla Navenda Perwerdehiya Gel (NPG) a Yenîşehirê va jî bi armanca tedawîkirina nexweşiyê di qada şano, govend û muzîkê da jî tên perwerdekirin. Nexweşên li Navenda Siheta Mêjî ya Civakê ya ser Nexweşxaneya Dewletê ya Selahadîn Eyûbî tên perwerdekirin li Navenda …

  • 12 Gûlan

    Li Mêrdînê koroya “mirovek, hezar şitl”

    Li Mêrdînê xwendekarên Dibistana Navîn û Seretayî ya Selahattîn Eyyûbî ligel mamosteyên xwe bi navê “mirovek, hezar şitl” koroyek ava kirin. Koroya xwendekaran li Navenda Çandê ya Atatürkê konsera xwe ya ewil da. Gelek xwendekar û welatî beşdarî konserê bûn. Xwendekarên Dibistana Navîn û Seretayî ya Selahattîn Eyyûbî ligel mamosteyên …

  • 11 Gûlan

    Bi devoka Muşê ferheng nivîsîn

    Xwendekarên navenda zanist û hunerê ya mûşê ji devoka Mûşê ferhengokek nivîsin. Xwendekar ji ber ku tirk in û ji hevalên xwe fêhm nedikirin, hewl dan ku vê xebatê bikin. Xebata xwendekaran ji tubitak’ê xelat jî wergirtiye. Derya Aykan ji Çorumê û Ercan Yilmaz jî ji Amasyayê hatine Mûşê. Her …

  • 8 Gûlan

    Yekemîn pûlê postayê yê kurdî

    Yekemîn pûlê kurdî; li ser wî pûlî bi pîtên erebî (Hikumetî Kurdistan Cenûbî) hatiye nivîsandin tê wateya (Hikûmeta Kurdistana Başûr). Berî 70 salan ji aliyê Hikûmeta Kurdistana Başûr (Hikûmeta Şêx Mehmûdê Berzencî) ve di meha çiriya pêşîn a sala 1923’an de hatiye derxistin û di warê dan û sitandinê di …

  • 6 Gûlan

    Kovara Dilopê bi Jimara Duyem Derket

    Kovara Dilopê ku newrozê dest bi weşana xwe kiribû bi jimara xwe ya dûyem derket. Dilop di jimara xwe ya gulan û pûşberê de wek jimara yekem bi nivîsên taybet û cûda derket pêberî xwendevanên xwe. Dilopa ku du mahan carekê tê weşandin bi jîmara xwe ya nû wek mijara …

Nîsan, 2018