Serîlêdanên 1’emîn pêşbirka muzîkê ya ziryabê îro (26’ê Berfanbara 2018’an) destpêkirin û dê heta 5’ê Sibata 2019’an bidomin. Ziryab dê ji 3 kesên serkeftî re singilekê çêke.
Bêhtir »DAXUYANIYA PENA KURD: ROJA NIVÎSKARÊN DI ZINDANÊ DE
PENa Navneteweyî, di sala 1981’an de, li ser pêşniyaza Komîteya Nivîskarên di Zindanê de, 15’ê Mijdarê wek Roja Nivîskarên di Zindanê de pejirandiye. Her sal PENa Navneteweyî bi şaxên re di vê rojê de bala raya giştî dikişine ser nivîskarên di zindanê de. Rayedarên welatên ji demokrasiye bi dûr; ji nivîskar, rojnamevan, akademisyen, hunermend û siyasetmedarên muxalîf û rewşenbîrên din ditirsin. Ji rexneyan …
Bêhtir »Platforma Zimanê Kurdî biryara avakirina 3 koman da
Platforma Zimanê Kurdî ya li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê komxebata ziman birêvedibir di encama komxebatê da ragihand ku ew dê 3 komên zimanê kurdî ava bikin. Herwiha ew kom wê xebata bo zimanê kurdî bikin. Platforma Zimanê Kurdî ya ji Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP), Hereketa Azadî, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Însan û …
Bêhtir »Projeya Berhevkirina Dengên Kurdî ya Şîrketa Lionbridge
Ji gelek hevalan em arîkariyê dixwazin da ku xebata Çandnameyê behtir pêş de herê. Ne wek xwendevan û şopînerekî lê wek xebatkarekî Çandnameyê em arîkariyê dixwazin. Lê di her carê de em bersivên cûda distênin gelek caran jî hevalên me yên Kurdîhêz û Kurdîhez ji ber derdê dabarê dibêjin karên ku dabara me jê newê em nikarin wextê xwe jêre …
Bêhtir »Jan Dost: Piştî min Facebooka xwe girt min du roman nivîsandin
Nivîskar û romanivîsê navdar ê Kurd Jan Dost li Hewlêrê romana xwe ya bi navê Kobanî îmze kir ku têde behsa karesata şerê DAIŞê dike. Jan Dost herwiha got niha du romanên wî amade ne. Jan Dost li Pêşangeha Navdewletî ya Hewlêrê ligel pirtûka xwe ya Kobanî pirtûkên din jî îmze kir û di semînerekê de behsa berhemên xwe û …
Bêhtir »Weşanxaneya Roşnayê Logoya Xwe Guherand
Logoyeke nû ya Weşanxaneya Roşnayê ji aliyê İbrahim Halil Baran ve hate çêkirin. Logoya berê, di sala 2011 de, bi awayekî amatorî ji aliyê koma Roşnayê ve hatibû çêkirin. Weşanxaneya Roşnayê di sala 2012an de li Diyarbekirê hate avakirin û bi giranî pirtûkên bi zazakiya kurdî diweşênê. Berpisê Weşanxaneya Roşnayê, Roşan Lezgîn mizgînîya logoya nû ji ser hesabê xwe yê …
Bêhtir »Semînerek li ser Qereçiyan hat lidarxistin
Li bajarê Êlihê (Batmanê) bi piştgirîya Komeleya Nûbiharê semînera Neteweyekî Li Ber Windabûnê DOM (Mitirp, Qereçî, Çîngene) hate li dar xistin. Semînar ji hêla lêkolîner û Nivîskarê Malpera Çandnameyê Dilazad ART ve di 14ê cotmeha 2018an, roja yekşemê li salona konferansê ya Komeleya Nûbiharê ya Şaxa Êlîhê hate li dar xistin. Dilazad ART, li ser netewetî û zimanê Dom’an û …
Bêhtir »Selîm Berekat Max Jacob navdewletî ya Max Jacob wergirt
Nivîskarê Kurd Selîm Berekat xelata navdewletî ya Max Jacob wergirt. Selîm Berekat ev xelata edebî li ser çend berhemên xwe bi hevbeşî ligel du nivîskarên din wergirt. Berekat di cîhana edebiyata erebî û cîhanî de navekî xuya û naskirî ye û gelek berhemên wî yên bi navûdeng hene wek: Leşkergehên Hemdemiyê, Miriyên Sade, Herdu Jiyanname, Quling, Yezdan, Dîwan û Nêrgiz …
Bêhtir »Rojnamegerê kurd xelata rojnamegeriya lêkolînerî girt
Rojnamegerê kurd Bêhrûz Boçanî(Behrouz Boochani) bi xebata xwe ya li ser koçberê li ser behra li Avustralyayê ku wî rewşa wan belge kir xelat girt. Bi vê belgekirinê rojnameger Boçanî xelata rojnamegeriya lêkolînerî ya Anna Politkovskaya girt. Oranîzatorên xelatê sedema xelatdayîna ji bo rojnamegerê kurd wisa gotine: “Mijara ku bi taybetî tê veşartin wî raxistiye ber çavan.” Par ‘No Friend’ …
Bêhtir »Çalakvana Kurd Nadya Murad bi Nobelê hat xelatkirin
Çalakvana Kurd a Êzdî Nadya Murad, ku ji destê çekdarên DAIŞê rizgar bibû xelata Nobelê ya Aştiyê ji bo sala 2018an wergirt. Nadya Murad, jidayikbûya sala 1993an e, çalakvaneke Êzîdî ye, piştî ku di Tebaxa 2014an de, bajarokê Şingalê ket destê çekdarên DAIŞê, Nadya wek gellek keçên êzîdî hat revandin û pişt re di roja 14/9/2014an de ji destê DAIŞê …
Bêhtir »